.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Xatime - Derheq Xeybetê da

Rûpel(33-37):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

XATIME
Der Heq Ẍeybetêdeye
بِاسْمِهِ ، وَاِنْ مِنْ شَىْءٍ اِلاَّ يُسَبِّحُ بِحَمْدِهِ
Ji wan mîsalê di meqamê zem û zecrê de, ji nuqta pênca, ji şuäa ewwil, ji peyv û meqala bîst û pênca, yek ayetek bi mucîze, bi şeş haweyan murov ji ẍeybetê dide nefretkirin. Ev ayet bi temamî daye nîşandan, ku ẍeybet di nezara Qur'anê de çi tiştek xerab û gendele, û ji beyan û tefsîlê dinêre îhtiyac nehêştîye, belê piştê beyana Qur'anê beyan nîne, û îhtiyac jî tunîne, eve:
اَيُحِبُّ اَحَدُكُمْ اَنْ يَاْكُلَ لَحْمَ اَخِيهِ مَيْتًا
Ev ayet bi şeş derecan zema muminan zem dike, û ji ẍeybetê bi şeş derecan zecr û men dike, ev ayet. Weqta muteweccihê bibal wan kesê ku bilfîil ẍeybet dikin, me'na wî bi vê terzê heye, me'lûme ku ew hemze di serê ayetê de hemza îstifham û sûalê ye, bi me'na ëcebaye ev me'na sûalê. Wekî têkeve temamê kelîmatê ayetê û di her kelîmekî de hukmek wî zimnî heye. 

Rûpel(33-37):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Ê ewil eve: Bi hemze dibêje, gelo ev ëqlê we ku cîhê sûal û cewabêye, ew ji boy we tunîne ku, tiştê bivê derecê nebaşe, îdrak û fam bike?
Ê duduyan: Lefzê                  يُحِبُّ
dibêje, gelo ew qelbê we ku cîhê muhebbet û nefretêye, ew ji bo we xerab bûye, hetta ku tiştê jê nefret tête kirin hûn jê hes dikin?
Ê sisêyan: Kelîma                 اَحَدُكُمْ
dibêje çi bûye ji medeniyeta we û heyata weya îctimaïye ku jîna we jehrî dike, hûn vêyekê qebûl dikin?
Ê çaran: Kelama              اَنْ يَاْكُلَ لَحْمَ
dibêje ji însaniyeta we çi bûye ku hûn her wekî cinawiran hevalê xwe bi didanan perçe dikin?
Ê pêncan:                           اَخِيهِ
dibêje ma qet riqqet û merhemeta cinsiye û sileê rehmê bi wera tunîne, ku bi gelek cîheta biraê weye, hûn vê mezlûmê ha şexsê wîyê me'newî bila‑insaf dev lê dikin, û qet ëqlê we tunîne ku hûn ëzayê cesedê xwe bi didanê xwe dev lê dikin, û perçe perçe dikin?
Ê şeşan: Bi kelîma                   مَيْتًا
dibêje kanê wicdana we li kêdere, ma qey fitret û tebîëtê we xerab bûye, hetta ku hûn li hember biraê xwe ê muhterem, îşekî pur xerab û nebaş dikin, her wekî hûn goştê wî buxun? 

Rûpel(33-37):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Belê bi îfadea vê ayetê, bi delaleta kelîmatê wîna tek û tek, zem û ẍeybet, ëqlen û qelben, û însaniyeten, û wicdanen û fitreten, û milliyeten mezmûme nebaşe. Tu nezerke vê ayetê bi ïbarekî wecîz û kurt, şeş mertebê zemê zem dike, û bi ïbarekî mucîz, bi şeş derece jiwî curm û gunehê zecr û men dike.
Ẍeybet sîlehek zehf bê kimahîye, û bê kêre, ku ehlê edawet û hesed û ïnadê wî pur îstimal dikin. Ew mirovê ku xwediyê ïzzetu nefsêye, tenezzul nake ku vê sîleha hayê pîs îstimal bike. Çawa ku zatek meşhûr wuha gotiye:
وَ اُكَبِّرُ نَفْسِى عَنْ جَزَاءٍ بِغِيْبَةٍ - فَكُلُّ اِغْتِيَابٍ جَهْدُ مَنْ لاَ لَهُ جَهْدٌ
Yanî ez nefsa xwe tenzîh dikim û älî digrim; ku ez duşmenê xwe bi ẍeybetê bidim ceza kirinê, û tenezzul nakim. Lewra ẍeybet sîlehê murovê zeîf û zelîl û rezîla ne! 
eybet ewe ku eger ew şexsê ku ẍeybeta wî tête kirin, li wê derê bûya û bibihîsta, ewê bixeyîdîya, û ewê îkrah bikira. Eger ew şexsê ẍeybet dike, rast bibêje jixwe ew ẍeybete, û eger derew bike, ew hem ẍeybete û hem îftiraye, ew çaẍ gunehek bi du qate, û pur nebaşe.

Rûpel(33-37):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Ẍeybet bi çend maddeê xusûsî cewaz jêre heye.
Yek jê: Bi sûretê şikayetê ji murovek wezîfedar re bibêje, da ku ji bo wî alîkarî bike, û ew qebahetan ji wî murovî dûr bike, û heqê wî murovê ku şikayeta wî hatîye kirin bistîne.
Û yek jê: Murovek bi şexsekîre teşrîkê mesaî û nîvekarî duxwaze bike, û bi te şêwir dike, tujî sirf jibo meslehet û bê ẍerez, da we ku heqê meşweretê eda bikî, û tu bêjî, biwî murovîre nîvekarî meke, lewra tuyê jiwî zerer bibînî.
Û yek jê: Ne ku bi qesda tehqîr û teşhîrê, belku bimeqseda te'rîf û bidî naskirinê, tu bibêjî, ew murovê topal yan sersem çû filan derê.
Û yek jê: Ew murovê ku ẍeybeta wî kirin, fasiqê mutecahire, yanî xerabî û nebaşî ëmel dike, ji xelkê fedî nake, belku biwan guneh û seyyîatan îftixar dike, û ji zulmê lezzet dibîne, û bi sûretek wusa ëmelê xerab dike, bi hesiyet ku ji tu kesî fedî nake. 

Rûpel(33-37):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Di evan maddên xusûsîde, bê ẍerez û sirf jibo beyana heqq û meslehetê ẍeybet caîz dibe, û ger ne çawan ku agir êzingan duxwe û di şewtîne, wekê wî ẍeybet jî ëmelê salih dixwe û diqedîne.
Eger ew murovê ẍeybet kir, û yan bi dilê xwe gahdarî lê kir, bila ewî wê weqte ev duä ê hanê bibêje:
اَللّٰهُمَّ اغْفِرْ لَناَ وَلِمَنِ اغْتَبْنَاهُ
Yanî, ya Rebbi, tu me û ewe ku me ẍeybeta wî kirîye ëfw û meẍfîret bike. Paşê çi weqta liqaê wî mirovê ẍeybeta wî kirîye hat, bila bibêje: min helal bike, lewra min ẍeybeta te kirîye.
 
Elbaqî Huwelbaqî
Seîd Norsî

 
Bugün 86 ziyaretçi (163 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol