Mebhesa Duduyan
Rûpel(23-32):
|
|
MEBHESA DUDUYAN
بِسْمِ اللهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ
اِنَّ اللهَ هُوَ الرَّزَّاقُ ذُو الْقُوَّةِ الْمَتِينُ وَكَاَيِّنْ مِنْ دَاۤبَّةٍ لاَ تَحْمِلُ رِزْقَهَا اَللهُ يَرْزُقُهَا وَاِيَّاكُمْ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ Ey gelê xwedîyê îman! Ji behsa pêşî te fehm kirîye ku neyartî çuqas bi zerer bû û hem fehm bike biqasê neyartîyê hirs û timakarî jî, mered û nexweşîkî zore. Jibona heyata Îslamê, û hirs û timakarî sebebê zerer û nexweşî û bindestîyêye, û mahrûmiyet û sefaletê dide anîn, belê bindestî û pejmûrdetîye. Milletê cuhûyan ku ji her milletê zêdetir bi hirs û timakarî îrişê ser dunyaê dikin ji vê hukmêra şahidek qetîye. Belê hirs û timakarî di alema jîndarande ji daîrek fire û mezin bigre, da ku bigîje ferdekî cuzî tesîrek nebaş nîşan dide. Xwastina rizqê digel tewekulê bilakis sebebê medarê rahetîyê ye û li her cîy tesîra baş nîşan dide.
|
Rûpel(23-32):
|
|
Darê meywan û giya qismek ji jîndarane û hewcê rizqê, bi tewekkul û qenaetkarî di cîhê xwede disekinin, û hirs û timakarî nîşan nadin. Û rizqê wan bi lez‑û‑bez tê bal wan, û ji heywanan bihtir zarîyê xwe xweyî dikin. Emma heçîka qismê heywanan ji ber ku bi hirs li pey rizqê xwe direvin, hema bi zehmetî û kimeyî rizqê xwe bi dest xwe dikin, û hem di nêv daîra heywanande ewan têjikê ku tewekul didin bi zimanê halê acizî û zeîfîya xwe, rizqê wanê meşrû, ji xezîna rehmetê bi şiklek mukemmel û qenç tête dayîn ji bo wan û ji qismê heywanan evan cinawurê ku bi hirs hucûme rizqê xwe dikin. Ev rizqê wanê nameşrû ku bi zehmetîkî mezin kar dikin û bi dest xwe dixin, ev rizqê wanê naxwoş nîşan dide ku hirs û timakarî sebebê mehrûmiyetêye û tewekul û qenaet rêya Rehmetêye.
Hem dinîv daîra însanan de ji her milletê zêde ewanê ku bi hirs bi dunyaê girtin, milletê yahûdîyane, û bi ïşq û şewq xwe bi dunyaê girêdane, tevê vêqase ew malê kar kirine feyda wî ji wanre hindike, û bitenê bendewarî dike ji boy wî malê nemeşrûê bi sebeb serweta rîba û faîzê, tevê vê qasê ji her milletê şeqama bindestî û pejmûrdetî û kuştin û heqaretê xwarine, ev hal û tevgera wan nîşan dide ku hirs û timakarî me'dena ustûxwarî û zererêye, hem pur waqië hene ku, der heq wî însanê herîs û timakarde, her dem îhtimala ketina wî di zerer û ziyanê de heye ...
|
Rûpel(23-32):
|
|
اَلْحَرِيصُ خَاۤئِبٌ خَاسِرٌ
Ev kelamê ha ketîye hukmê derbu meselan û di nezera umûmîde heqîqetek umûmî hatîye qebûlkirin. Madem wusane, eger tu ji malê pur hez dikî neku bi hirs, belku bi qenaet mal buxaze, da weku pur bêtin. Ehlê qenaet û ehlê hirsê wekî du şexsê ku diçin dîwana zatek mezin. Yek jiwan di dilê xweda dibêje, bila min qebûl bike, daweku ji sermaê derve xilas bibim, ji bo min bese, ewê kursîya li jêr bide min qencîye.
Ew murovê dinê goya heqek wî li ser wan heye û goya herkes mecbûre ku jibo wî hurmet nîşan bide bi fexr û payedarî dibêje: ew kursîya jor divê bidin min, û biwî hirs û teme'ê dikeve hundur. Çavê xwe li hêla berjor digerîne û bi hêla jorve diçe. Lê xwedîyê dîwanê wî şûnde vedigerîne û wî li jêr dide rûniştandin. Ji bowî lazimbû teşekkur bikira. Lê sipas nake, di dilê xwede ji xwediyê malê dixeyide, û ne ku sipasî kirin, belku bi eksê li xwedîyê malê î'tiraz û tenqîdan dikir. Û xwedîyê malê ji wî dil giranî dikir. Emma heçîka ew murovê pêşî bi ustû xwarî û hurmet dikeve hundur, dixwest li ser wî kursîya jêrîn rûnike. Ew qenaetkarî li xweşa xwedîyê malê dihat: keremke were jorê, jêra digot. Ev jî her ku ber jor diçû teşekkur û memnûniyeta xwe zêde dikir.
|
Rûpel(23-32):
|
|
Ev dunya, dîwana Xweda ê Rehmane. Rûyê erdê sifrekî rehmetê ye, derecê rizq û merteba ni'metê jî di hukmê kursîyandene, û hem di her îşê buçûçik de herkes tesîra nebaş bi sebeb hirsê ku çêdibe hîs dike.
Mesela du parsek dema tiştek bixwazin her kes bi dilê xwe hîs dike ku, ew parsekê xwestina xwe tekrar dike, jê can giranî çê dibe, û tiştek nadit wî. Û ew parsekê sakin, lê merhamet tê kirinê û têştekî didin wî.
Hem mesela di şevekî de xewa te revîya be, tu jî duxwazî rakevî, tu guh nedî, ewê xewa te bê û eger bi hirs tu xewê buxwazî her wekî bibêjî eman ez rakevim, eman ez rakevim, ewê xewa te bi temamî bireve.
Hem mesela ji bo îşekî muhim tu bi hirs çavenêrê murovek dibî û dibêjî: eman nehat, eman nehat, nîhayet hirs sebra te diqedîne û tu radibî diçî, piştê çûyîna te bi deqîqekî dinê ew murov têtin lê tu nasekinî. Ew muhîm netîce bê feyde diçe. Sirrê van hadisatan eve, ku çawa ji bo wucûda nanek ku bête meydanê, terettuba xwe digre li ser erazî û bêder û aş û firnê, her wuha di tertîba tiştande hikmeta sebr û sebatê weye bi sebeb hirsê ji ber ku bi teennî û sebrê naête hareket kirin, rîayeta pêlikê me'newî ji bo wan tiştê bo bi tertîb hene naête kirin. Yan ewê liser pêlikêde gavde û bikeve, û yan ewê kêm bihêle negîje meqseda xwe.
|
Rûpel(23-32):
|
|
Ey gelê biraên ku hûn bi derdê xweyîkirina xwe gêj bûne û bi hirsa dunyaê serxweş bûne, her ku hirs û tima ev qeder tiştekî zerere û bi belaye, tevê vî qasî çawa dibe hûn di rêya hirsê de her ustûxwarîyê heldigrên û helal û heram nabêjin, hûn her malî qebûl dikin, û gelek tiştê ku ji jiyana axiretêra lazimin hûn feda dikin, ta ku ruknek muhîm ji esasê Îslamiyetê ku zekate hûn terk dikin. Her wuha zekat ji bo her şexsî, sebebê bereketêye û bela û serhatîyan dûr dixe. Ew murovê ku zekata xwe nede, her ewe bi qasê zekatê ewê mal ji destê wî derkeve, ya ne di cîhê xwede ê bête xerab kirinê û ya ewê bi serdahatîkî ê bête telef kirinê.
Di xewnek xeyalî de wekê heqîqetê ku min dît, xewnek ëcîb bû, di sala herba umûmîde ji min hate pirsîn: divê herbê de ev qeder birçîbûnî, ev qeder mal hundakirin, û rencîya bedenê, gelo jibo çibû ev hate liser me musulmanan. Di xewnêde min wuha cewab dabû û gotibû:
|
Rûpel(23-32):
|
|
"Xweda yê mezin, ew malê ku ji qencî û kerema xwe dabû me, qismek ji wî malê dehan[1] yek, û qismê dinê ji çillan[2] yek, ji me xwestibû, da weku ji bo me duäê feqîran bide karkirin, û dil giranî û çavnebarîya wan ji me bide dûrkirin. Me jî, bi hirsa xwe timakarî kir, me zekat neda, ew zekata ku ketibû ser hevdu, Xweda yê mezin, ji çillan sih û ji dehan heşt girt. Û hem di her salê da mehek bi tenê jî birçîbûnek, bi heftêyan hikmet xwest, dilê me bi birçîbûna me şewitî, ew birçibûna ku carnaye, û bi lezzete me nekişand, Xweda yê mezin, hinek rojî yê ku bi heftê cîhetî bi musîbetî, pênc salan, bi zor û zehmet bi me da girtinê, da weku bibe kefaret ji bona wan rojî yê, ku di weqta wîde me negirtibû, û hem di bîst û çar saetan de, yek saetek xweş, bilind, ruhnî, bi kar, û qismek ji hên bûna rêya Yezdanê ji me xwest, me can giranî û sistayî kir, û ewî nimêj û niyazê me bicî neanîtin, û wê saetê me dinav saetê mayin de hunda kirin, Xweda yê mezin pênc salan, bi hênkirin û terbiye kirinê herbê, wek şiklekî nimêjê bû, bi me daye kirin, da weku bibe kefaretê wan nimêjê ku bi can giranî me terk kiribû." Min di xewnêde wuha gotibû û cewab dabû.
|
Rûpel(23-32):
|
|
Çawa ku di (gotina bîst û pêncan) de di behsa muwazena medeniyet û hukmê Quranê, tevekî bê exlaqî û li hevketinan, du gotinin.
Ê pêşî: Wekî ez têr bim, yekê dinê ji birçîna bimre ji mira çi?
Ê duduyan: Tu bixebite, ez bixwum.
Evan herdu gotina bi nedayîna zekatê û cereyana rîbayê tête dewam kirin, tek çara evan nexweşîyê civatan, û derman kirina van nexweşîyê giran, eve ku bête lihevdanîn zekat bişiklê dustûrekî umûmî, ku zekat wacibe û rîba herame, neku ji bo hinek şexsan û yan jibo hinek civatan, belku ji bona dewam û xweşîya jîndarîya umûmê qismê beşer, himê muhîmtir, û belku ji bo dewama jîna însan, sitûna muhîmtir zekate. Lewra beşer du tebeqê wî hene, tebeqa bijartî û tebeqa belabûyî. Ew tiştê ku ji bijartîyan biser belabûyîyanda qencî û dêlovanîyê dide rijandin, û ji belabûyîyan, li hember bijartî û dewlemendan, hurmet û li hevkirinê sererast dike, zekate. Ger ne usanbe, ji jor liser (ewaman) belabûyîyan, zor û sîtem ewê dakeve, ji jêr lihember (xewasan) bijartî û dewlemendan ewê kîn û îsyan derkeve, herdu tebeqeê beşeriyetê, ewê her tim, di cedela menewî de, û di keşmakeşî de bibin. Her ku usan dewam bike, ewê bibe wekê Ûrês, têkeve şiklê bihevçûna xebat û sermayê, ewê dest dirêjê qirika hev bikin.
|
Rûpel(23-32):
|
|
Ey kesên qencî û wicdanê, û ey ehlê cuwamêrî û dayînê! Eger dayîna we binavê zekatê nebe, sê zererê wî hene, carnan jî ewê bê feyde biçe. Lewra tu wî binavê Xweda nedî, her wekî di dilê xwede tu minnet bikî, ewî feqîrê bêçare dixî bin esaret û minneta xwe. Hem tu bê hêvî dimînî jiwî duayê wîyê meqbûl, û hem tu di emrê Xweda de memûrê parikirinê yî. Heqîqet eve ku tu malê wî li ïbadê wî bela bikî, lê tu kufranî ni'met dikî, xwe xwediyê mal zen dikî. Eger bi navê zekatê tu bidî, ji bona ku bi navê Xweda yê mezin didî, sewabek pir dikî; û şukrê nimeta ku li te bûye bicî tînî, ew murovê muhtac ji berku ne mecbûre ji tere mellaqî bike, şeref û heysiyeta wî naşikê, û duä û hêvî yê wî ji bona te qebûl dibin. Belê bi qasê zekatê belku zêdetir, bo qencî û alîkarîyê û minnetdarî û ustûxwarîyê bête kar kirin, likêderê ye? Bi navê zekatê ewan qenciyan pêk anîn, hem pê ferz eda dike, hem sewab û îxlas û duäkî meqbûl, bidest xweve anîn, li kêderêye?
|
Rûpel(23-32):
|
|
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
اَللّٰهُمَّ صَلِّ وَ سَلِّمْ عَلَى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ الَّذِى قَالَ اَلْمُؤْمِنُ لِلْمُؤْمِنِ كَالْبُنْيَانِ الْمَرْصُوصِ
يَشُدُّ بَعْضُهُ بَعْضًا وَ قَالَ اَلْقَنَاعَةُ كَنْزٌ لاَ يَفْنَى وَعَلَى آلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ آمِينَ وَالْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ |
Rûpel(23-32):
|
|
سُبْحَانَكَ لاَ عِلْمَ لَنَا اِلاَّ مَا عَلَّمْتَنَا اِنَّكَ اَنْتَ الْعَلِيمُ الْحَكِيمُ
اَللّٰهُمَّ صَلِّ وَ سَلِّمْ عَلَى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ الَّذِى قَالَ اَلْمُؤْمِنُ لِلْمُؤْمِنِ كَالْبُنْيَانِ الْمَرْصُوصِ
يَشُدُّ بَعْضُهُ بَعْضًا وَ قَالَ اَلْقَنَاعَةُ كَنْزٌ لاَ يَفْنَى وَعَلَى آلِهِ وَصَحْبِهِ اَجْمَعِينَ آمِينَ وَالْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمِينَ |