.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Mebhesa Ewel

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal


MEKTÛBA BÎST Û DUDUYAN
 
Ev mektûb du mebhese. Mebhesa ewwel: De'weta ehlê îmanê bal-biratî û muhebbetê dike.

MEBHESA EWWEL
 
بِسْمِ اللّهِ الرَّحْمنِ الرَّحِيمِ
﴿اِنَّمَا المُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ فَاَصْلِحُوا بَيْنَ اَخَوَيْكُم﴾(الحجرات: 10)
﴿اِدْفَعْ بِالّتي هِيَ اَحْسَنُ فَاِذَا الَّذي بَيْنَكَ وَبَيْنَهُ عَدَاوَةٌ كَاَنَّهُ وَلِيٌّ حَميمٌ﴾ (فصلت: 34)
﴿وَالْكَاظِمينَ الْغَيْظَ وَالْعَافِينَ عَنِ النَّاسِ والله يُحِبُّ الْمُحْسِنينَ﴾(آل عمران: 134)
 
Bi tehqîq terefdarî û alîkarî û ïnad û hesed ku dibin sebebê bihevketin û jihevketinê û kîn û edawetê di mabeyna mu'minanda, tiştê nebaşin û nelicîhin. Bi hesebê heqîqet û hikmet û bi heseb însanîyeta mezin ku Îslamîyete; û bi heseb heyata (jîn) şexsî û heyata îctimaî (komel) û heyata me'newî, him muzirin û zulmin; û ji bo heyata beşer jehre û semma qetile; ji vê heqîqeta‑ha ra pir wech (rûy) hene. Lakîn (ligel) emê şeş wechê wî bitenê beyan bikin.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Wecha Yekan: Ev xesletaha nebaş, di nezera heqîqetê da zulme: Ey bê însaf, ku tu kîn û edawetê ji mu'minan dikî, çawa ku tu di gemîkê da bî yanjî di xanîke da bî digel te neh mirovê me'sûm û yek mirovê canî be; mirovek axer jî, ji bo ẍerqkirina wê gemî weya ji bo şewtandina wî xanî bixebite, ew merow çi derece zulm dike; tu dizanî. Û tu wusa bi qîrr û bang bikî bi derecekî wusan, zulma wî zalimî bi ehlê asîmana bidîte sehkirin. Hetta yek me'sûm û neh canîbin dîsa ew gemî bi tu qanûnu edaletê naête ẍerqkirin.
Eynen bi vî mîsalê mirovê mu'min şexsê wî bi mislê xanekî Rebbaniyye weya (yanwek) gemîkî îlahiyye. Di wicûd û bedena wî de îman û Îslamiyet û cîrantî ne kunek sifet bitenê, belkî bîst sifetê me'sûme hene. Bi sebeb yek sifetek wî canî, ku ji bo te muzirre û xweşa te naçe tu kîn û edawetê jê bikî, her wekî ew xanîyê me'newiyê bedena wî me'nen tu ẍerq bikî weya (yanwek) bişewtînî. Û ji bo texrîb û qulupandina wîre bilfîil teşebbus weya arzû bikî, ev jî herwekî mîsala berîn, şenî' û nebaşe; û sîtemek ẍedare.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Wecha Duduyan: Di nezera hikmetê da jî zulme. Lewra me'lûme: Edawet û muhebbet yanê kîn (neyîn) û hezkirin mislê nûr (rohnekî) û tarîtî, ziddek ji bo hev. Herdu bi hesebê me'na heqîqî bi hevra cem' (kom) nabin.caîze mu'min ji birayê xwe yê mu'min, ji sê rojan zêdetir bixeyide, û xeberdan pêra neke. Û herdu liqaê hev (bergitê) bibin, yek berê xwe bi cîhetekda dike, ê axer berê xwe bi cîhetek ûxra (dinê) dike. Bi xeyrê herdu wan ewe ku îbtidaê silam bike.
Ger muhebbet û hezkirin tercîh û teqwiya (qaros) hinek esbaban di qelbek da bi me'na heqîqî cîh girtibe, ew çaẍ edawet mecaziye û înqilab dike bi sûretê dilşewatê. Belê mirovê mu'min ji brayê xwe hezdike û lazime jê hezbike. Emma (lêbel) jiber nebaşî û xerabiya wî, dilê wî ji berve dişewte. Neku bi tehekkum, belkî bi lutf û bi rifq, ji bo îslaha wî dixebite.
Ne caîze mu'min ji birayê xwe yê mu'min, ji sê rojan zêdetir bixeyide, û xeberdan pêra neke. Û herdu liqaê hev (bergitê) bibin, yek berê xwe bi cîhetekda dike, ê axer berê xwe bi cîhetek ûxra (dinê) dike. Bi xeyrê herdu wan ewe ku îbtidaê silam bike.
Ger esbabê edawetê ẍalebe bike û edawet bi heqîqeta xwe di qelbekî da mewcûdbe (hebit) ew çaẍ muhebbet (hezkirin) mecazî dibe, dikeve sûretê zordan û xweşkirinê û kostekî.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Ey mirovê bê însaf! Tu vîga bibîne: Kîn û edaweta bi biraê xweê mu'min ra çiqas zulmek (lêdan) ezîme. Çunkî (lewra) herwekî bibêjî ev kevirê adîyê piçûk ji Ke'ba Şerîf bêtir bi qedr û qiymet û ji çiyayê Uhud meztire. Di vê îddia xwe de cewab aqlêkî nebaş û ehmeqî dikî. Eynen waha, ew îmana ku hurmeta wî di mesaba hurmeta Ke'bêdaye û ew Îslamiyeta ku di ezemet û mezinetiya çiyayê Uhudêdaye û mislê evana gellek ewsafê Îslamiye ku muhebbet û îttifaqê dixwaze û îqtiza dike; mirow rabe hinek qusûrê ku di hukmê kevirê adî bi sebeb wan qusûran kîn û edawetê ji birayê xweyê mu'min bike û tercîha wan qusûran bike liser îman û Îslamiyetê, herwekî mîsala berîn, bê însaftîye û bê aqlîye û zulmek ezîme, ger eqlê te hebe tu fehm bikî.
Belê, tewhîda îmanê yakbûna qelban dixwaze, wehdeta î'tiqadê jî yekbûn û îttihad û îttifaqa cemaetê (civat) îqtiza dike. Belê; tu nikarî înkarê (qedeẍ) bikî, ev hîssiyatê ha, ger tu mirovek diva tabûrek eskerîda bin, tu (hemberî) wî murovî rabitekî dostanî hîss bikî û eger dibin emrê yek qumandankî de bin, tu bi wîre elaqa hevaltî bikî û eger hûn herdu memleketkî da bihevrabun ew çaẍ (wêçaẍ) munasebetek biratî tu hîss bikî. Halbûkî (halvakî) bi wî nûr û şuûra ku îmanê daye te, di mabeyna (navên) te û brayê teyê musliman de elaqa wehdet û yekbûîn, rabita îttifaqê, munasebeta biratîyê hene bi ededê esmaî îlahiyye ku îman bi te daye nîşandan.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Mesela: Xaliqê we herduyan yeke, Malikê we yeke, Me'bûdê we yeke, Raziqê we yeke; yek yek hetta hezarî yek. Û hem Peyẍemberê we yeke, dînê we yeke, qibla we yeke; yek yek hetta sedî yek. Paşê gundê we yeke, dewleta we yeke, memleketê we yeke; yek yek hetta dehan yek. Evqas yekana wifaq û îttifaqê, muhebbet û biratiyê îqtiza dike û dixwaze, evan wehdeta me'newî zincîrê (kapik) wusane ku kaînat û kurê asîmana bidite rebt û girêdan, digel vîqasê tu rabe tercîha esbabê îftiraq û nifaqê û kîn û edawetê bikî, ku ew jî sebebên zeîfe mîna konê pîrêye. Û ji birayê xweyê mu'min kîn û buẍzê bikî, ev tewrê ha çi bê hurmetîkî mezine li hember wan rebitê wehdetê û çi îstixfaf û bê hurmetîye di muqabilê wan esbabê muhebbetê û çi zulm û zorek mezine hember wan munasebatê biratîyê, eger qelbê te nemiribe û eqlê te netefîbe tu fehm bikî.
Wecha Sisêyan: Bi sirrê vê ayeta kerîme ku edaleta mehza
﴿وَلاَ تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ اُخْرٰى﴾
"Tu kes guneha kesî hilnagre" di murovek mu'minda bi sebeb sifetek wî yê canî û nebaş, mirov kîn û edawetê jê bike; herwekî sifetê wîne me'sûme jê biyben mehkûm kirin, çiqas zulmek bê hedd û bê hesabe û baxusûs weqta ji şexsek mu'min murov jê bixeyde bi sebeb sifetek wî nebaş û murov rabe vî edaweta xwe teşmîlê (blavdor) ser eqrebayê (meryê-nîzik) wîna bike:
﴿اِنَّ اْلاِنْسَانَ لَظَلُومٌ﴾
"Bitehqîq însan pir zalime" bi sîẍeya mubaleẍe ẍayet zulmek ezîm û mezin dike. Vêcar heqîqet û şerî'et û hikmeta Îslamiye ji van hereketêha dûr dike; çawa tu hija xwe heqdar dibînî û "heqê min heye" dibêjî?

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Tu bizan di nezera heqîqetê da ew nebaşî û xerabiyê ku dibin sebebê kîn û edawetê; û buẍd û nefretê, mislê axê (xwelî), madda kesîfin. Lazime sîrayetê bal ẍeyran (digel kesên din) ve neke. Û eqsa xu nedin ẍeyran. Lakîn ger ew ẍeyr ji wî nebaşîyê ders bigre û e'mel pê bike, ew mes'ele cudaye. Ew qencî û başî ku dibin sebebê muhebbet û hezkirinê, ew jî misle muhebbetê nûrin. Ji şe'nê wîye sîrayeta bal ẍeyran ve bike û şewqa rohnîya xwe bidit ẍeyran. Ji vî qasê "dostê dostan doste." Ev kelamêha ketîye rêza derba mesel (Yanê: Gotinê pêşîyaye). Û him dîsa ji bo vî qasê: "Ji bo xatirê çavek, ji gellek çavan tête hezkirin." Ev kelîmêha liser lîsanê umûmîde digere carî bûye.
Ey mirovê bê însaf! Heqîqet bi vî terzê madem dîtîye; eger tu ji wî mirovê ku tu jê hesnakî, bi sebebê wî ji biraye wîyê me'sûm weya ji eqrebaê wîra buẍz û edawetê bikî, çuqas xîlafê heqîqet te hereket kirîye, tu yê fehm bikî, eger tu ji ehlê heqîqet bî.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Wecha Çaran: Kîn û edawet di nezera heyata şexsîde jî, zulme. Tu gohdar be ji bo çend heb dustûr û qaîdê ku esasin ji bo vî wechê çaran.
Dustûra ewwel: Weqta ku tu mesleg û meşreba xwe heq bizanit, heq ji tera heye, ku bêjî: Meslega min heqqe weya bêtir qenc û başe. Lakîn heqqê te tu nîne ku tu bêjî: Heq, meslega min bitenêye. Meslegê mirovên din betalin. Bi sirra vê şi'ra (helbest-newşe) hanêYanî: "Çavê ridayê, dîtina temamê eyban ra kore, nabîne. Welakîn çavê dujmintayî temamê eyb û qusûran îzhar dike (dide nîşan)"
وَعَيْنُ الرِّضَا عَنْ كُلِّ عَيْبٍ كَلِيلَةٌ
وَلـٰكِنَّ عَيْنَ السُّخْطِ تُبْدِى الْمَسَاوِيَا
Ew nezera teya bê-insaf û ew fikra teya ku tu bûye esîr û bindest jêra, ew nabe hekem. Nikare meslegê din mirovan butlanke, yanjî mehkûm bike.
Dustûra Duduyan: Lazime liser te, her tiştê tu bibêjî gerek heqbe. Vêcar heqê te nîne ku temamê heqiyan tu bibêjî û neşir (belav) bikî. Dîsan lazime liser te her tiştî tu bibêjî gerek rastbin feqet neraste gotin, gotina (wajen) temamê rastiyan. Lewra carna şîret li temara mirovê ku mislê te ne sahibê (xweyê) niyeta xalise, tê dikeve û eks-u e'mel dike. Ya'nî dibe sebebê wî mirovê, ëmel kirina wî bi ziddê nesîhetê.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Dustûra Sisêyan: Eger tu dixwazî buẍz û edawetê bikî, ev edaweta ku di qelbê tedaye ji wî buẍzê bike. Û ji bo kîn û edawetê ji qelbê xwe avêtina wî bixebite. Û hem edawetê bike bi nefsa xweya emmare û bi hewa-hewes nefsa xwe ku zirara wan zêdetir digehê te û ji bo îslaha wan bixebite, ji bo xatirê wî nefsa xweya muzir ji muminan buẍz û edawetê meke û eger tu dixwazî dujmintayî bikî, kafir û zendiq pirrin; ji wan buẍz û edawetê bike. Belê çawa ku sifetê muhebbet û hezkirinê, layiqê muhebbetêye, eynen wusa jî, xesleta edawetê beriya hertiştî ew bixwe layiqê edawetêye. Eger tu dixwazî xesmê xwe meẍlûb bikî, li hemberê xerabî û nebaşîya wî, tu bi qencî muqabele bike. Lewra ger tu jî bi xerabî muqabele bikî, ew çaẍ xusûmet û duşminî hîn zêde dibe. Eger zahiren meẍlûb bibe jî feqet qelben kîn û edawetê jê digre. Û dujminî dide dewamkirin. Eger bi qencî muqabele bikî, ewê nedamet (poşmanî) û peşîman bibe. Û ewê bibe dost ji bo te.
اِذَا اَنْتَ اَكْرَمْتَ الْكَرِيمَ مَلَكْتَهُ
وَاِنْ اَنْتَ اَكْرَمْتَ اللَّئِيمَ تَمَرَّدَا
"Weqta tu îkramê ji bo mirovê qenc bikî, tu wî dixî ber mulkê xwe. We eger tu îkramê bikî ji bo mirovê nebaş, tu ewî sehl û musexer bikî ji bo xwe bi hukmê vî şi'rê (helbest) mirovê mu'min îşî wî (şol), şe'nî wî gerek ehlê keremê be, cuwamêr be."
Lewra bi îkrama te, şexs musexxer dibe jibo te. Zahiren ew mirowê tu îkram jêre dikî leîm be (nebaşbe) jî, lakîn ji cîhetê îmanêde, kerîme; Belê ji mirovê nebaşre, tu başî, tu başî bête gotin, ew jî baş dibe. Û mirovê başre jî; tu nebaşî, tu nebaşî bête gotin, ew jî nebaş dibe; pir car wusan bûye. Madem wusane:
﴿وَاِذَا مَرُّوا بِاللَّغْوِ مَرُّوا كِرَاماً﴾
﴿وَاَنْ تَعْفُوا وَتَصْفَحُوا وَتَغْفِرُوا فَاِنَّ اللهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ﴾
Tu guhdarbe li dustûrê Qur'anî-yê Qudsî wuha; ku seadet û selamet di wîdane.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Dustûra Çaran: Ehlê kîn û edawetê, zulmê him li nefsa xwe dike û hem li birayê xweyê mu'min û hem li rihma îlahî dikî. Ji heddê xwe ziyade tecawuz dikî. Çunkî bi sebeb kîn û edawetê, nefsa xwe di nav ezabek elîmde dihêle. Lewra ew ni'metê li xesme wî tête kirin ezabê wî û ew elemê ji tirsa, ji wî çêdibe bi nefsa xwe dide kişandin, û zulmê li nefsa xwe dide kirin. Eger edawet ji hesedê bêt, ew bi temamî ezabe. Lewra hesed, ji ewwelve hesûdê mehw û perîşan dike. Û wî dişewtîne. We emma, der heqqê mehsûdî (ya'nê ew mirovê hesed jê tête kirin) zirara wî, ya hindike, weyaxud qet tunîne.
Çara hesedê eve: Ew mirovê hesedkar gerek tefekkura aqîbeta wan tiştê hesed jê dike bike. Da weku fehm bike, ew husna dinyewî quwwet û mertebe û serwet ku li ba reqîbê wî hene, muweqetin û fanîne, faydê wan hindike; zahmetîya wan pirre. Eger ew meziyetana uxrewî bin, jixwe di wande hesed çê nabe. Eger di wande jî hesed bike, ya ew bixwe rîyakare; mal û pertalê axiretê li dinyayê dixwaze mehw bike, weyaxut mehsûdî riyakar zendike, ew çaẍ neheqqe û zulm dike.
Hem ew musîbetê biser mehsûdî datînin ji berve memnûn dibe. Û ew ni'metê lê tete kirin ji ber wanve jî mehzûn dibe; bivî terzê ji qeder û rehmeta îlahî dixeyde. Lewra ku li mehsûdî qencî û ni'met hatîye kirin, adeta (wekî) qederê tenqîd dike, wî li rehmetê î'tiraz dike. Ew mirowê qederê tenqîd bike, bila serê xwe li horsê hesin bixîne, bişkîne; Ew kesê rihmetê îtiraz bike, ji rihma wî mehrûm dimîne.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Eceba ew edaweta jibo tiştekî ku qiymeta biqasê rojek tunîne, mirow rabe bisalek temamî, bikîn û edawetê muqabele bike, kîjan însaf wuha qebûl dike; ew wijdanê ku xerab nebûye, çawa vî barî hildigre. Lewra ew xerabîya ku ji terefê birayê teyê mu'min digehije te, bi temamî tu nikarî bidit wî û ewî pê mehkûm bikit.
Ê yekan: Hissa (para) qederê jî têda heye. Lazime tu wî ji nav derxîne û li hemberya hissa qeza û qederê biriza û teslîm muqabele bike.
Ê duwan: Hissa nefs û şeytan jî (pelîd) veqetîne, puştê wî, ne ku ji wî mirovê kîn û buẍzê bike. Belkî ji ber ku ji nefsa xwe ra meẍlûb bûye, lazime dilê mirov pê bişewute, û mirov hêvîya nedamet û peşmanîyê jê bike.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

  


Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Nezerke liwî Hafizê Şîrazê, ku ehlê heqîqet bû; û lê guhdar be ku wuha gotîye:
دُنْيَا نَه مَتَاعِيْسِتى كِه اَرْزَدْ بِنَزَاعِى
"Dinya ne mal û pertalê bi qiymete, hetta ji bo bête munazae û munaqaşe kirin." Lewra ku fanîye, zaîle; bê qiymete. Piştê ku dinya bi tevekê wî wusanbe, ewan îş û (kar û) eşyayê cuz'îyê dinyayê çuqas bê qedr û bê qiymete tu yê fehm bikî. Û him dîsa wî zatî gotîye:
اسَايِشِ دُو كَيْتِى تَفْسِيرِ اينْ دُو حَرْفَسْتْ
بَا دُوسِتَانْ مُرُوَّتْ بَادُشْمَنَانْ مُدَارَا
Yanî: "Rehetî û silametiya herdu dinya, du herf (tîp) tefsîr dike. Û bi mirov dide qezençkirin. Li hember dostê xwera bi murowet û bi hurmet muaşeret bête kirin; û bi dujminra bi sulhkarî muamele bête kirin".

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

 

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

 

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Ew îxtilafa di hedîsê da, îxtilafa musbete (belenî) yanê herkes jibo te'mîra meslega xwe û ji rewaca wîre dixebite. Û ji bo meslega yên dinê; ne ku ji bo texrîb û îbtala wan, belkî ji bo tekmîl (tekûz) û îslaha wan dixebite. Emma îxtilafa nelihev eve, ku, bi ẍerezdarî û edawetdarî ji texrîba hevre bixebitin. Ev îxtilafa ha, di nezera hedîsê da betale. Lewra ewan kesê wuha bihevda bikevin û bihevra mucadele û munazara bikin, ew musbet hereket nakin.
Ji sûala duduyara emê wuha cewab bidin û bibêjin: Terefdarî eger bi navê heqqê be, ev ji bo ehlê heqra dibe ku bibe melce û mekanê îltica û dexaletê. Lakîn terefdarîya vî zemanê, bi ẍerezkarî ku bihesabê nefsîye, ji bo mirowanê neheq melce û nuqta îstinad û sipartinî ji bo wan teşkîl dike. Lewra ew mirowê ku biẍerezkarî, terefdarî dike, ger şeytan bête bal wî û ji fikra wîre terefdarî û alîkarî nîşan bide ew mirov, ji wî şeytanîra ewê Rehmet bixwîne. Û eger ji terefê muqabil wî, mirovek mislê melek were, ewê wusan neheqîkî nîşan bide, biderecekî ku herwekî le'netê li wî bixwîne, heşa...

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

 

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Hadîsekî cihî ïbretiye: Weqtekî Îmamê Elî (r.a.) dimeydana şerêda kafirek davêje erdê. Û şûrê xwe dikşîn ku serê wî jêke. Ew kafir tûf dike rûhyê wî. Û ew jî berdide û sera wî jê nake. Ew kafir jêre dibêje: "Çira te ez serjê nekirim?" Îmam wuha cewab dide: "Minê te ji bo Xwedê serjê bikra. Lakîn weqta te tûf limin kir; hiddetê min girt û hissa nefsa min tevlê bû. Îxlasa min zerar dît, ji bo vî qasê min te serjê nekir. "Ew kafir wuha dibêje: "Ji bo ku tu zû min serjê bikî, min te anîtîbû hiddetê; madem dînê we bi vî derecê safî û xalise; ew dîn heqqe".
(Waqi'ekî medarê dîqqetiye): Di zemanekî da hakimek, weqta destê dizek jê dikir. Belku di wî esnaê da eserê hiddetê nîşanda, di wî anêda (dem) amirê wîyê adil, bidîqqet lê nezer kiribû, û ewî ji wî wezîfê davêje. Lewra eger wî bi navê Şerîet'ê û bi hesabê Qanûna îlahî jêkira, gerek dilê wî pê bişewtîya û qelbê wî hiddet nekra, lakîn ne ku merhemet jê bikra, biba mani'ê destjêkirinê. Ji berku di wî hukmêda, ji nefsa xwera parek deranîtîbû, lewra bi edalet îş nedîtîbû.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

(Haletek îctimaî cihî teessufiye û mudhîş nexweşîkî heyata îctimaîye, ku qelbê Îslamê bi girîn dike.) Ji meslehetek heyata îctimaîye, ku linik zuhûra dujminê xaricî (derve) û hucûma (êriş) wan lazime edaweta daxilî (hundir) bête jibîr kirin û terk kirin. Hetta ev xesletê ha, yabanîtirê qewman dîsa, teqdîr kirine û pê ëmel kirine. Çi bûye ji van kesî ku de'wa xizmetê dikin, ji bo vî cemaeta (civat) Îslamiyê, di vî haletê ku bê hedd û be hesab dûjmên hene, we li pey hev wezîyeta hucûmê girtine, ew perçeê edaweta di mabeyna wanda heye, jibîr nakin. Û ji bo hucûma dujminê xaricî zemîn hazir dikin. Ev halê ha ketinê, wehşete û xiyanete ji bo heyata îctimaîyê Îslamiyê.
(Hikayekî medarê ïbretiye) Eşîreta Hesenan ku ji eşîretê bedewî bûn. Ji hevra dujmin du qebîlê wî hebûn. Belkî ji hev pêncî mêrî zêtedir kuştibûn. Digel viqasî, eger ji eşîreta Sibkan weya Heyderan, qebîlek li hember wan derketana; ev herdu alîyê dujminan edaweta berîn (mabeyna xwe) jibîr dikin. Mil mil didan hevdu û edaweta daxilî jibîr dikirin, nedianîtin bîra xwe, hetta ku ew eşîreta xaricî def' bikin.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Eya mu'min, tu dizanî li himberê eşîreta ehlê îmanê çiqas qeder dujmin, di hukmê gelek eşîretan hene û wezîyeta tecawuzê girtine? Mislê wan, daîre dinav hevde, ji sed daîre zêdetir hene. Di muqabil, heryek ji wan lazim dihat liser cemaeta Îslam tesanud bikrana û destbidane dest û wezîyeta mudafee mecbûrbûn bigirtana. Meetteessuf ew terefdarîya bi ẍerezkarî û ïnada bi edawetkarî, ku dibin sebeb ji bo sehl kirina hucûmê wan dujminan û di hukmê qapî (derî) vekirna liwane; da ku daxilê herîmê Îslamî bibin. Eceba evan tewrê ha, hereketê ha maqet layiqê muslimana ne? Evan daîreyê civata dujminan; ji ehlê dalalet û îlhadê bigrên, hetta alema ehlê kufrê û hetta bi musîbet û ehwalê dinyaê, di nav hevda li hember we, wezîyeta bi tecawuz û zerarê girtine. Û lipêy hevdu binezera hiddet û hirsê liwe nezerdike. Bi vî terzê belkî heftê new' dujmin hene, li qarşû van dujminan, sîleha teya saẍlem û mertal û qel'a te: "Biratîya Îslamiye"ye. Evî qel'aê Îslamiyetê bivan edawetê piçûk û bi hinek sebebê bê-esl, mirov ji cîh bide leqandin, çiqas muxalifê wicdanê û çiqas muxalifê mesleheta Îslamiye bizanibe û ji xewa ẍefletê hişyar be. Di gellek hedîsê şerîfde hatîye: Ewan hinek şexsê mudhîşe û muzirrê di axir-zemande, mislê Sufyan û Deccal, ew ji hirs û teme'ê û ji îftiraq û şîqaqa beşer û muslimanan îstifade dibînitin. Bi quwetek hindik, new'ê beşer perîşan dike û cemî'ê alema Îslamê dixe bin esareta xwe.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Eya ehlê îmane! Eger hûn naxwazin bizîllet têkevin bin esaretê, eqlê xwe bidin serê xwe; lihemberê wan zalimê, ku ji îxtilafa we îstifade dibînitin
﴿اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ﴾
"Bitehqîq mu'min tevek biraê hevin." têkevin hundurê vê qela qudsiye. Û xwe bidin muhefeze kirin. Gerne; ne hûn dikarin heyata xwe muhefeze bikin û ne jî huqûqê xwe mudafee bikin. Ev tiştêha me'lûme, ku du pehlewan li meydanê hevdu digrin (dihemêzin); yek sebîyekî piçûk, dikare liherduyan de. Û di mêzînkî (terazî) da du çiya li hember hev bitin: weznandin, yek kevirek piçûk, dikare biwan bileyze. Û muwazena (nevtaẍ) wan bide xerabkirin. Û ewê yekî jiwan çiya bibe jor û yekî bîne jêr.
Her wuhaye ey gelê baweran! Sebeb îhtirasa we û bisebeb terefdarî û alîkarîya bixusûmetkarî, di navbêyna we de, quweta we tête li sifrê disekine (raweste). Û tune dibe (xilas dibe). Ev quwetek hindek hûn têtin pêlêkirin û perîşankirin. Eger elaqa we bi heyata weya îctimaîre hebe:
(اَلْمُؤْمِنُ لِلْمُؤْمِنِ كَالْبُنْيَانِ الْمَرْصُوصِ يَشُدُّ بَعْضُهُ بَعْضاً)
"Mu'min ji bo mu'min, wekê avaîya hatîye çêkirin bikevirê saẍlem. Hinek dişidîne û teqwîya hevdu dikin." Evî dustûra hanê mezin hûn ji xwera bikin dustûra heyata xwe, weku hûn ji sefaleta dinyewî û ji şeqaweta uxrewî xelas bibin.

Rûpel(2-22):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Wecha Şeşan: Bisebeb edawet û ïnadê, zelzele dikeve esasê heyata manewî û siheta ubûdiyet û ïbadetê. Lewra wasita xelasî û wesîla necatê, ku îxlase, zayî dibe. Lewra alîkarek muennid, yanî mirovek biïnad, dixwaze bisebeb ëmelê xweyê xeyrê tefewuq bike ser xesmê xwe; ew nabe muwefeq bi wî tewr û hereketê ha, ji bo ëmelê ku xalisen liwechillah be, û him di hukmê muamelatande ewî terefdarê xwe tercîh bike û edalet nake. Ewan ef'al û e'malê xeyriye, ku esasê wan "îxlas û edalete" bisebeb xusûmet û edawetê ẍayib dibe û sewaba wan winda dibe. (Ev wechê şeşan pir dirêje, lakîn ji ber ku qabiliyeta meqamê kurte, emê jî kurt bibirin).

 
Bugün 92 ziyaretçi (173 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol