Agri
Agirî
Parêzgeha Agiriyê | |
Koda parêzgehê: 04 | |
![]() |
|
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Qerekose |
Walî | Mehmet Çetin |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2008) - Gelhê bajaran - Gelhê gundan |
530.879 kes 282.361 kes 248.518 kes |
Rûerd | 11.376 km2 |
Berbelavî | 46,7 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 8 navçe |
Hejmara bajarokan | 12 bajarok |
Hejmara gundan | 566 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 472 |
Agirî (bi tirkî Ağrı) navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye
Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê bajar yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûr" yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Ağrı" hatiye guhertin.
Bajarê Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê agir î kurdî ye. navê agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e: Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr.
Taxên Agiriyê
Li jêrê navên Kurdî ango navên ku berê û niha nava gel de têne karanîn û navên devletê dana taxan hene navên di nava kevanê (parantez) da ne, navên nû ne. ew navan devleta tirk dana wan taxan
- Dîyarbekir an jî Taxa Hepsê (yüzüncüyil mah)
- Tolhildan (Abide mah)(Di serhildanên Agirî de Kurda gelek balefirên tirka hanîbûne xwarê, boy çar pîlotên tirk li vê taxê de bîrdarî (anit) hatiye çêkirin, ji ber wê kurda wê derê re gotiye tolhildan
- Seîdê Kurdî (alpaslan mah)
- Gûtî (Fatih Mah)
- Kaniya Şor (Cumhuriyet Mah)
- Şako (Firat)
- Xana Almastê (Hürriyet Mah)
- Teyyare (Kazim Karabekir mah) (di dema serhildanên Agirî (1926-1932) de balefirên tirka vê derê rabûne ji ber wê gel gotiye Teyyare)
- Cumikan (Kurtuluş Mah)
- Kaniya Leglegê (Leylekpinar mah)
- Pira Keştî (Mehmet Akif Ersoy mah)
- Mûrad (Murat mah)
- Kibo , Gibo (Sıtkiye mah)
- Bostano , Erdbostan (Yavuz mah)
- Bilîs , Bedlîs (Gazi mah)
Dîrok
Kronolojî
Berî Îsa (Zayîn)
- 1340- 1200 Dema hûriyan
- 1200- 600 Medeniyeta Ûrartûyan
- 331 Dema Mekodoniyan
Pishtî Îsa(Zayîn)
- 339 Dema Bîzansiyan
- 750 Dema Ebasiyan
- 1102 Dema Selçûkiyan
- 1514 Dema Osmaniyan
Erdnîgarî
Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erdê bajar 11066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji çayir û merayan,% 3 ji golan, % 25 desht û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên shekir û keten tên çandin.
Av ûhewa
Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.
Deşt û Zozan
Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341m2), deştek din jî "Deşta Patnos û Giyadînê" ye. Bilindbûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan "kanî" yên ku ava wan cemîdî û çayirên şîn jî hene.Ji zozanên Agirîyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sêsed û çarsed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zef pez tên xweyîkirin, lêbelê ligel wê dewarjî tên xwedîkirin. Gola sînegê jî gelekîmezin e û gel jê giha diçine.
Çiya
Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243m), Çiyayê Kosedax (3433m), Tendûrek (3542m), Agiriya biçûk (3925m), Agiriya Mezin (5137m).çiyayê zore(3573m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.
Çem û gol
Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.
Gola Masiyan
Gola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), 60 kîlometre li aliyê bakurê rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çêbûye ye.[1]
Ragihandin
Gola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985'an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.
Babetên heywanan
Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.
Qezayên parêzgeha Agiriyê
- Qerekose (qeza) (tr: Ağrı): Qerekose an Qerekilîse, Çemê Çeto, Zîro
- Giyadîn (qeza) (tr: Diyadin): Giyadîn an Gîhadîn
- Bazîd (qeza) (tr: Bayazıt): Bazîd, Mûsûn
- Zêdikan (qeza) (tr: Eleşkirt): Zêdikan, Dahar (Xalyaz)
- Xamûr (qeza) (tr: Hamur): Xamûran jî Hewaran
- Panos (qeza) (tr: Patnos): Panos, Dedelî, Sultan Mût, Sarîsû
- Avkevir (qeza) (tr: Taşlıçay): Avkevir
- Dûtax (qeza) (tr: Tutak): Dûtax
- Navend 106695
- Gihadîn (Diyadîn); Nifûs 37410 , pîvana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
- Bazîd (Dogubeyazid) ; Nifûsa wî bi qasî 92.000 kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Gora Ahmedê Xanî li vir e.
- Pakrewan an jî Zêdkan (Eleşkirt) ; Nifûs 39061, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.
- Hewaran an jî Xamûr (Hamur); Nifûs 20738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.
- Panos Patnos; Nifûs 119958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
- Avkevir (Taşliçay) Nifûs 19606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - îranê ye
- Dutax (Tutak) Nifûs 30594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.
Tevayî ya nifûsa herêmê (tevli gundan) 466059 e. Pir nifusekî giran ji bajarên din koc kirin hatin.(neziki 500.000 mirov bajaren din jiyan dikin)
Aborî
Ciyên turîstîk û germavên herêmê
Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirba Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.
Serwetên bin erdê
Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.
Çand û huner
Ol û civak
Nifûsa bajar tevayî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, azerî jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene.
Xwarênên herêmê
Xwarêna herî meşhûr "qavûrma ser sêlê" ye. Kifta "Abdigor" û "girar" e ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmê
Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.
- Süleyman Alpdoğan (Hozan Serhat)
- Sema Yüce
- Leyla Îşxan
- Biroyê Heskî Têlî (Biroyê Hesikê Têlî)
- Xalis Begê Sipkî
- Nacî Kutlay
- Reşîdê Baso
- Wezîrê Eşo
- Yilmaz Çamlibel
- Urfan Alpaslan (Serdar Ararat)
- Huseyîn Yilmaz
- Îbrahîm Rojhilat
- Cesîm Bager
- Evdalê Zeynikê
- Sêwî Silo
- Şakiro
- Dengbêj Gulê
- Nizamettin Ariç
- Dengbêj Nûroyê Agirî
- Reşo Zîlan
- Mele Mehmûdê Bazîdî
- Kismet Yildiz
- Dengbêj Keremê Kor
- Yûsûf Çetîn - Şoreş (Fîlmkêş)
- Çarnewa Silêman
- Yildiz Gultekîn (kewê)
- Dengbêj Nîhatê Agirî
- Bekir Kaya (Şaredarê Wan ê)
- Zahîr Kayan (nivîskar û helbestvan)
- Yaşar Eroglû (Gazî û nivîskar)
- Murad Celalî (nivîskar)
- Kor Hisên Paşa
- Memo Beg
- Nadir Beg
- Edoyê Azîzî
- Nurettîn Basût
Êl û Eşîrên Herêma Agirî
Rastî li navenda agiriyê û navçeyên mîna bazîd û dutaxê zêde êltî (eşîr) tune. gelek kes nizanin ji kîjan êlêne jî. lê navçeyên mîna panos , giyadîn , avkevir û Hewaran (xemûr) êltî gelekî zêde ye û gelek caran şerên di navbera êlan de jî dertên.
- Redkî (redka)zîla
- Kumka (kumkî)zîla
- Kurdikan (kurdka)zîla
- Bekirî (bekiran)zîla
- Celalî
- Hesesorî (milekî celaliyan e)
- Sorî (milekî celaliyan e)
- Sakî (milekî Celaliyan e)
- Heyderî (heydera)
- Birûkî (birûkan)
- Giravî
- Torin (torinan)zîla
- Sipkî (sîpkan)
- Xelesinî (milekî sîpka ye)
- Edmankî (edmanekî)
- Nezoyî
- Pîlekî
- Mikaîlî (mikaîla)
- Hemoyî (hemoya , hemoî)
- Meman (memanî)
- Quricî (qurica)
- Azîzî (azîzan)
- Pinaşî (pinaşya)
- Seyîda (seyîdan)
- Bereza (berezan)
navên rastî (Kurdî) û navên Tirkî
- Ehmedbeg (ahmetbey)
- Axadevê Jêrê (aşağı ağadeve)
- Aşqele (Aşkale)
- Hecîhano (ağılbaşı)
- Keşîşê Elîbegê (akbulgur)
- Tûjo (akçay)
- Dodo (altınçayır)
- Mele osman (anakaya)
- Kasor (arakonak)
- Dormeliya Jêrê (aşağı drmeli)
- Exta Jêrê (aşağı kent)
- Kopqiranê Ecema (aşağı küpkıran)
- Wêretega Jêrê (aşağı saklıca)
- Darebiya Jêrê (aşağı yoldüzü)
- Qaziyê Mirtiva , qaziyê zêtka (aslan gazi)
- Badilya (badıllı)
- Ava Masiya (baliksu)
- Kanîsitrî (balkaynak)
- Qezer (ballıbostan)
- Keşîş (baloluk)
- Şeko (başçavuş)
- Exta Jorê (başkent)
- KanîSpî (beşbulak)
- Kanîsor (beşiktepe)
- Bezirxane (bezirhane)
- Bilûbaşî (bölükbaşı)
- Xanereşk (boztoprak)
- Sofyan (çakıroba)
- Çamûrlî (çamurlu)
- Çata elî paşa (çatalipaşa)
- Qasê (çayırköy)
- Goma Dawo (çoban beyi)
- Hêliksan (çukuralan)
- Yekmal (çukurçayır)
- ÇemêÇeto (cumaçay)
- Dede Mexsût (dedemaksut)
- Girekol (doğutepe)
- Elomilo (dönerdere)
- Gezgez (Gezgezik) (dumanlı)
- Zado (eğribelen)
- Navîk (eliaçık)
- Botî (esenköy)
- Boşîk (yolugüzel)
- Oncelî (yoncalı)
- Birûkan (özbaşı)
- Qerenewê (özveren)
- Sabûncî (sabuncu)
- Kevirê Kerr (sağırtaş)
- Sarê (sarıca)
- Poxana (sarıdoğan)
- Açme (sarı harman)
- Kevirê Gezo (Sarıtaş)
- Soxana (soğanköy)
- Qere cehennem (söğütlü)
- Demizxan (suçatağı)
- Hemzikan (taştekne)
- Qisqanca (taypınar)
- Cimka (tellipınar)
- Amad (tezeren)
- Curuh (uçarkaya)
- Ûzinmalî (uzunveli)
- Şêrwêran (yakınca)
- Abûzer (yalnızkonak)
- Babî (yaylaköy)
- Yaçî (yazıcı)
- Mengeser (yazılı)
- Yixnîtape (yığıntepe)
- Gijmînik(Gijmiik) (yorgun söğüt)
- Dormeliyê Jorê(Dormeliya Jorîn) (yukarı dürmeli)
- Kopqiranê Eyup Paşa(Kobqirana Jorîn) (yukarı küpkıran)
- Abûzeyitê Jorê (yukarı pamuktaş)
- Wêretega Jorê (yukarı saklıca)
- Darebiyê Jorê (yukarı yoldüzü)
- Mîrenga (yurtpınar)
- Fêra (ziyaret)
- Gevirgewrk (eskiharman)
- Gerger (geçitalan)
- Sirdo (gümüşyazı)
- Xerbegul (güneysu)
- Ezraîl (güvendik)
- Şebo (güvenli)
- HecîSefer (hacısefer)
- Qerê (hanoba)
- Xidir (hıdır)
- Qelender (kalender)
- Qeresû (karasu)
- Walîerep (kavacık)
- Qewax (kavakköy)
- Qeyabeg (kayabey)
- Qazî (kazlı)
- Kevirgewrk (kocataş)
- Gundik (koçbaşı)
- Bavina (konuktepe)
- Hecîdodo (kovancık)
- Cimka (kumlugeçit)
- Rebena (mollaali)
- Gomik (mollaosman)
- Zîro (murat)
- Mûratxan (murathan)
- Korko (oğlaklı)
- Extê (ortakent)
- Qoto (ortayokuş)
- Mezra(Mezre) (otlubayır)
- Êranos (ozanlar)