Erzurum
Erzîrom
Navçeya Erzîromê Erzurum |
|
Mizgefta du minare
|
|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Erzîrom (parêzgeh) |
Serbajar | Erzîrom |
Gelhe (2007) - Gelhê bajaran - Gelhê gundan |
348.156 kes 338.073 kes 10.083 kes |
Rûerd | 1.340 km2 |
Berbelavî | 259,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Koordînat | 39°54′32″Bk 41°16′24″Rh / 39.90889°Bk 41.27333°Rh |
Gelhe (2009) | 316.002 kes |
Bilindayî | 1.900 m |
Koda postayê | 25000 |
Koda telefonê | (+90) 442 |
![]() ![]() Erzîrom
|
Erzîrom an Erzirom (carina wekî Ezirim, Erzirum an Erzurim jî tê bilêvkirin, romî: Erzurum) bajarekî bakurê Kurdistanê di tixûbên Tirkiyê de ye. Erzn-i Rum.
Navê bajêr yê kevn wek "Arze" di çavkaniyên Asûriyan de derbas dibe. Dema romayiyan de kela herêmê vek " Karin, karama, Karnoi, karantis" derbas dibû. Dema Osmaniyan de nav wek Erzê - rom, Erzen -rum û Erzen- ur- rum hatiye guhertin.
Dîrok
Bajarê Erziromê li ser riya karwan û koçberan hatiye avakirin. Di dîrokê de ji gelek şaristaniyan re şûnwarî kiriye û bûye hêlîn. Gelek şer û ceng li ser vê axê hatine kirin. Ji destpêka dîrokê heta niha Urartû, Kîmer, Îskît, Med, Pers, Part, Roman, Bîzans, Sasanî, Ereb, Selçûqî, Mogol, Sefavî, Osmanî û Uris (Rûs) li vir bi cih û war bûne.
Li gorî çavkaniyên dîrokê yên Misrê B. Z. di navbera 2000 û 1200 salan de li Erziromê û derdorê Erziromê Horî û Muşkî hatine bi cih bûne. Piştre, Urartû, B.Z. di sedsala 7'an de hatine li Erzirome bi cih bûn. Piştre Asûrî hatine li derdorê Çemê Arasê bi cih bûn û Erzirom dagirkirin. Urartuyên ku li hemberî Asûriyan têkoşînek dijwar dan, li hemerî Îskîtan têk çûn. Serdemekê Ermenî hatine li vir bi cih bûn. B.Z. di sedsala 5'an Med hatin li vir bi cih bûn. Med demek dirêj li vir man û Erzirom dagir kir. Piştî Medan li dijî Îskîtan şerekî dijwar meşand û Îskît li ser vê axê paqij kirin, li dijî Persan têk çûn.
Qralê Persan 2'emîn Kîros B.Z. di 555'an de hat herêma Erziromê û dawî li serdestiya Medan anî. Piştî Kîros Ermenî hatin li vir bi cih bû war bûn. Her wiha serdemekê Roma, Bîzans û piştre jî Sasanî hatine vir. Sasaniyên ku ji herema Îranê hatin demekê Erzirom ji destê Bîzansiyan derxistin, lê dîsa neçar man paşve vegerin. Di sala 572'yan de Artêşa Sasaniyan dîsa êrîşî vir kir û Keleha Erziromê dagir kir. Sasaniyan piştî şerê dijwar ê 10 salan Erzirom dagir kir. Di sala 651'an de Artêşa Îslamê ku ji 6 hezar leşkerî pêk dihat di bin fermandariya Habîb Îbnî Mesleme bi ser bajar de girt, lê têk çû. Bajarê Erziromê piştî 753'yan ket destê ermeniyan.
Kronolojiya bajêr
Berî Îsa (zayîn)
- 800 Dema Urartiyan
- 585 - 550 Dema Medan
- 550 - 330 Dema Persan
- 330 - 323 dema Mekodoniyan
- 34 dema Romayiyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 395 Dema Bîzansiyan
- 638 Dema Ereban
- 753 dema Bizansiyan
- 1230 dema Selçûkiyan
- 1517 Dema Osmaniyan
- 1828 Dema Rusan
- 1878 Dema Osmaniyan(II)
- 1916 Dema Rusan (II)
- 1918 Dema Osmaniyan (III)
- 1923 Dema Tirkiye
Erdnîgarî
Bajarê Erziromê, li rojhilata Tirkiyeyê bajarê kurdan yê herî mezin e. Her wiha bajarê kurdan ê herî sar e.
Pîvana erda bajêr 25.066 km² ye. Ji vî erdî % 63.7 ji çiyan, % 4 ji deştan, % 12,2 ji zozanan û % 20.1 jî ji platoyan pêk tê. Li van erdan patatês, genim, ceh, çewdar û kixsên şekir tên çandin.
Ciyê coxrafî û hudûdên bajar
Bajar di nav Parelelên 40° 57´ û 39 10´ bakûr û merîdyenên 40° 15´ û 42° 35´ rojhilat de ye. Hûdûdên bajar li bakûr bi Artvîn û Rîze ve (Tirkiye), li rojava bi Gumuşhane (Tirkiye) û Erzîngane ve, li baur bi Bîngolê û Mûşê ve û li rojhilat jî bi Agirî yê û Qersê ve tê girêden.
Çiyayên herêmê
Paltokan 3125m., Çiya Gewrk 2053m.,
Deşt, zozan û gelî
Deshta Erziromê li cî yê ku bajêr lê ava bûye ye. Mezinbûna wî 520 km² ye. Dirêjahi nêzîkî 50 km û firehiya deshtê jî digêhîje 13 km yî. Ji behrê 1900 m bilind e.
Deshta Pasînê; Li pasînê (Hesenqele) ye. Mezinbûna wî 420 km² ye. Dirêjbûna deshtê 35 km û firehbûna wî ji 5 km ye. Bilindbûna vî yê ji behrê 1700 m ye.
Zozana Tatos (Tekmanê); Bilindbûna zozanê ji 1800 m destpêdike heta 2500 m yî.
Gelî yên herêmê li dora çemên herêmê ne. Çoruh, Tortim, Oltu û Aras hinek ji wanin.
Çem û gol
Çemêresh shaxek çemê Feradê ye. Ji çiyayê Gawûr dizê. Çemê Çorix; ji çiyayê Mescîtê dizê. Çemê Aras; ji çiyayê Bîngolê dizê û di hundirê hudûdê Gurcîstanê de bi çemê Kurus dibe yek û diherêke behra Hezarê . Çemên din yê herêmê, Xinis, Tortim û Oltû ne. Gola herî mezin ya herêmê jî "Gola tortim" e.
Babetên heywanan
Hirç, beraz, kevroshk, ruvî, gur û ordekên kovî heywanên pirtirin ku li herêmê peyde dibin.
- Aşqele (Aşkale)
- Çat
- Xinûs (Hınıs)
- Xuristan (Horasan)
- Çêrmik (Ilıca)
- İspir
- Qereçoban
- Qereyazî (Karayazı)
- Avnîk (Köprüköy)
- Narman
- Oltî (Oltu)
- Tawûsker (Olur)
- Hesenqele (Pasinler)
- Norgeh (Pazaryolu)
- Bardîz (Şenkaya)
- Tatos (Tekman)
- Tortim (Tortum)
- Azort (Uzundere)
Aborî
Serwetên bin erdê
Madenên ku li herêmê ji bin erdê dertên ew in; Sifir, pirît, hesin, krom, manganez, çîmento, alçi, manyezît, perlît, malzeme yên ji bo tuxla û kiremîdan û lînyît.
Ciyên turîstîk, tarîxî, avgerm û gerê
Ji alî tabîat û tarix ve herêm pir dewlemend e. SHelala Tortim 108 km dûrî bajêr e. Ava shelalê ji 50 m jorde dikeve xwarê. Çiyarêzên Palandoken ku nêzî bajar e ji bo aktîvîtet û sporên zivistanê musaid e
Hesenqela, Kela Îspîr, Mizgeft û tirbên herêmê jî ji alî turîst û gel ve tên ziyaret kirin.
Hinik avahîhê yên dîrokî Mizgefta Mezin, Kela Erziromê, Medresa Yaqûtîye, Mizgefta du minare
Çand û huner
Ol û civak
Nifûsa herêmê ji misilmanan (elewî û sunî) pêk tê. Civak ji kurd (zaza û kurmanc), azerî û tirkan (dadaş) pêk tê.
Xwarênên herêmê
Nanê lawaş; Bi arvan xwê û hevîrtirş tê çêkirin. bi tîrê tê vekirin û di tendûrên bin erdê de tê sorkirin.
Lor dolme; Hundirê dolman ji bulxur, lorik, pîvaz û ji îsota sor tê çêkirin. Bi pelên rezan tê pêçandin û tê kelandin.
Dîzik; Goşt, xwê (sol), mast û îsot bi hevre rojekê tên terbiye kirin. Roja din di dîzikê (beroşên ji axê) de tê kelandin.
Girara Birî; Nîskên reş, kifte û şehriye (rişte) bi hevre tên kelandin. Tahîn û rûnê bi îsota sor sorkirî bi ser tê reşandin û tê xwarin.
Kincên herêmê
Entariyên ku ji sê perçeyan pêk tê, li heremê jin pirtir li xwe dikin. Şalwar jî carna bi çakêt û êlegan li xwe dikin. Carna jî fîstanên qedîfe tên li xwe kirin. Li pishtê kemerên ji zîv tên girêdan. Di nigan de pêlavên ku jê re dibêjin "nalin" û "potîn" hene. Li serê jinan kumek gulgulî û bi serde jî sharpeyek "yemenî" tê girêdan. Jin serê xwe bi perê hesin dixemlînin.
Zilam shalwarek ku jê re dibêjin "Zikva" (jêra wî teng jora wî fireh) li xwe dikin. îshlik û êlek bi ser de tê li xwe kirin. Di niga de cîzmeyek çerm ku jê re dibêjin "cistik" heye. Gava derdikevin derva pêlavek din ku di rengê cîzmê de ye bi ser de li xwe dikin.