Bingol
Çewlîg
Navçeya Çewlîgê Bingöl |
|
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Bîngol (parêzgeh) |
Serbajar | Çewlîg |
Hejmara nahiyan | 4 nahiye |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 88 gund |
Gelhe (2008) | 131.666[1] kes |
Rûerd | 1.790 km2 |
Berbelavî | 73,6 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Koordînat | 38°53′5″Bk 40°29′45″Rh / 38.88472°Bk 40.49583°Rh |
Gelhe (2008) | 86.113 kes |
Bilindayî | 1.155 m |
Koda postayê | 12xxx |
Koda telefonê | (+90) 426 |
![]() ![]() Çewlîg
|
Çewlîg (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya bakurê Kurdistanê ye. Navên din ên bajarê Çolig, Çewaxçur an Çebaxçur in.
Navê herî kevn yê bajar "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Nawek din yê bajêr jî Çapakçur e, di Încîlê de maneya wî tê "ava paqij" yan jî ava cennet (bihuşt) ê. Nahrî jî navek din yê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navê wî yê vê demê ye.
Dîrok
Kronolojî
Berî zayînê:
- 200 dema aramiyan
- 800 dema asûriyan
- 200 dema hukumdarî ya arasiyan
- 38 dema romayiyan
Piştî zayînê:
- 395 dema bîzansiyan
- 636 dema ereban
- 1230 dema selçûqiyan
- 1243 dema moxolan
- 1515 dema osmaniyan
Erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.
Avhewa
Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar, dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.
Çiyayên herêmê
Karîr (2.373 m), Şeytan (2.906 m), Çavreş (2.246 m), Serçelîk (2.900 m), Cotela (2.940 m)
Deşt û zozanên herêmê
Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.
Çem û gol
Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.
- Çewlik an Çolig (navend) (Bingöl), 107.615
- Azaxpêrt an Azarpêrte (Adaklı), 11.429
- Darahênê an bi zazakî Dara Hêni (Genç), 36.692
- Kanî Reş (Karlıova), 29.868
- Kêxî an Gêğiye (Kiği), 6.797
- Bongilan (Solhan), 35.327
- Xorxol (Yayladere), 3.274
- Çêrme (Yedisu), 3.788
Tevayiya nifûsa herêmê (tevî gundan) 234.790 e.
Babetên meywanan
Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.
Aborî
Serwetên bin erdê
Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe.
Ciyên turîstîk û gerê
Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.
Çand û huner
Ol û civak:
Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.
Xwarinên herêmê
Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.
Kincên herêmê
Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.
Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.