Antep
Dîlok
Dîlok Gaziantep |
|
![]() ![]() Dîlok
|
|
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Entab (parêzgeh) |
Serbajar | Dîlok |
Demografî | |
Gelhe | 1.560.023 (2007) |
Berbelavî | 260 kes/km² |
Erdnîgarî | |
Rûerd | 6.000 km² |
Koordînat | 37° 02′ 26″ Bakur 37° 18′ 25″ Rojhilat / 37.04056°Bk 37.30694°Rh |
Dem (UTC) | UTC+2 |
Nexşe | |
Nexşeya parêzgehê |
|
Wêne | |
![]() Kolaneke Dîlokê |
|
Malpera bajêr |
Dîlok (wekî Dilok, Diluk, Duluk û Dûluk jî tê nivîsandin; bi tirkî Gaziantep) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye.
Li bakurê Qeleya Dîlokê girek heye. Taxa der û dora wî girî heta demeke nêzik bi navê Kurdepe, anko Girê Kurdan (Kürdtepe), dihat zanîn lê dewleta tirkan ew nav guhart û kir Türktepe.
- Dîlok (navend) (bi tirkî: Gaziantep), 798.287
- Kele, (Araban), 42.208
- Îslahiye (Islahiye), 80.174
- Qarqamiş an Gilgameş [çavkanî pêwîst e] (Karkamış), 13.515
- Bêlqîs (Nizip), 109.285
- Komirlî (Nurdağı), 29.199
- Tixbişar (Oğuzeli), 33.539
- Çinçin an Cîngîve (Yavuzeli), 21.479
- Alêban (Şehitkâmil)
- Mezmaxor (Şahinbey)
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) gorî statîstîkên fermî 1.237.594 e.
Çiya
Li herêmê çiyayên bilind tunene. Çiyayê Sof yê herî bilind e (1.496 m) li herêmê. Çiyayê Duluk (1.250 m), Gureniz (1.069 m), Ganîbaba (1.100 m)
Çem û gol
Çemê Reş ji Gola Reş dertê. Deşta Îslahiyê bi ava Çemê Reş tê avdan. Çemê Efrînê ji çiyayê sofê dertê. Bi Çemê Reş re dibe yek û xwe valadikin Gola Amikê. Çemê Merzîmên jî ji çiyayê Duluk û Sam dertê. Çavkaniya çemê Nîzîpê li çiyayê Sofê li gundê Dulukê ye. Çem şaxek çemê Firatê ye.
Hesin, krom, fosfat, Kalkar û dolomît madenên herî pirin ku li herêmê ji bin erdê dertên.
Babetên heywanan
Herêm ji alî babetên teyrên kovî pir dewlemend e. Wekî din gur, hirç, xezal, berazên kovî, çeqel, keroshk û bizinên ser çiyan jî li herêmê peyde dibin.
Ol û civak
Mislimantî li herêmê xurt e. Henefîtî û elevîtî mezheban teşkîl dikin. Li herêmê ciyên ziyaret û turbeyan jî hene. Hinek ciyên ziyaretan ev in: Şurahbil bin Hesen (Kilîs), Şêx Mansûr û Duluk Baba. Civaka herêmê bi pirrani kurde u hinek tirk û ereb hene
Xwarinên herêmê
Herêm ji alî kultura xwarinê pir dewlemend e.
Şorba şêrîn: birinc bi avê tê kelandin û piştre bi dims (doşab) re hinek din tê kelandin û tê serwîs kirin.
Şiveydiz: goşt bi nokan re di beroşê de tê kelandin. Pîvaz û sîrên hurkirî dikeve navê û heta nerm bibe tê kelandin. Piştre hêkek dikeve navê û hinek din jî tê kelandin. Rûnê sorkirî û nane bi ser tê reşandin û tê xwarin.
Kutilkên dagirtî beqlewe kebab babaqenûç. Babetên boregan û patatêsên dagirtî hinek ji xwarênên herêmê ne.
Cil û bergên herêmê
Jinên herêmê şalwarekî ku jê re dibêjin Çintiyan li xwe dikin. Bi ser şalwar de çakêtekî milfireh û yaxevekirî ku jê re dibêjin Fermane li xwe dikin. Entarî yên wan ji sê etegan pêk tê. Li pişta xwe kefiyeke sîm an jî qedîfe girêdidin. Keçên ciwan xavikên sipî, yên zewcandî jî tacek ku bi serde jî kefiyekê girêdidin, didin serê xwe. Jinên gundî çarşefek ku jê re dibêjin meshele didin serê xwe. Kesên çarşefa reş jî li xwe dikin hene.
Zilam şalwar li xwe dikin. Li ser şalwar jî "Eba" li xwe dikin. Bi ser ebayê de jî çakêtekî ku jê re dibêjin sako li xwe dikin. Li serê xwe jî kefiyên kesk dipêçin. Lapşîn û qondere pêlavên herêmê yên zilaman e.
Navê bajêr yê kevn Dolike (Doliçe) [çavkanî pêwîst e]. Piştre ji alî ereban ve navê "Eyntab" li bajêr hatiye danîn. Navê bajêr ji alî tirkan ve jî sala 1928'an de wek "Xazî Eyntab" (Ghazi-Aïntab) [1] / "Gaziantap" hatiye guhertin.
Kronolojî
Berî Îsa(zayîn)
- 1200 -600 Dema Hîtîtiyan
- 539 - 331 Dema Persan
- 331 - 323 Dema Mekodoniyan
- 69 Hukumdariya Kommegene
Piştî Îsa (zayîn)
- 72 - 395 Dema Romayiyan
- 395 - 628 Dema Sasaniyan
- 636 Dema Ereban
- 1077 Dema Selçûkiyan
- 1098 Dema Xaçliyan
- 1517 Dema Osmaniyan
Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Bajar ji alî şînahî û Daristanan ve feqîr e. Lê ji alî tarîx ve pir dewlemend e. Kela Entabê, kela Tilbişar û Revanda ji alî gel û turîstan ve tên ziyaretkirin. Li herêmê mizgeftên kevn jî pir in: Şirvanî, Teke û Tehtanî hinek ji wan in.