Elazig
Elezîz
Navçeya Xarpêtê Elâzığ |
|
Kela Xarpêtê
|
|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Xarpêt (parêzgeh) |
Serbajar | Xarpêt |
Hejmara gundan | 133 gund |
Gelhe (2008) | 375.534[1] kes |
Rûerd | 2.211 km2 |
Berbelavî | 169,8 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Koordînat | 38°40′28″Bk 39°13′25″Rh / 38.67444°Bk 39.22361°Rh |
Gelhe (2008) | 312.534 kes |
Bilindayî | 1.065 m |
Koda postayê | 23xxx |
Koda telefonê | (+90) 424 |
![]() ![]() Xarpêt
|
Xarpêt an Mezra an jî Elezîz (bi tirkî, Elazığ) bajarekî Kurdistan di nav sînorên komara Tirkiyê ye.
Navê bajarê kevn di çavkaniyên Urartiyan de wek Karberd (Kela Kevir) û yên Bîzansiyan de jî wek Xarpet dihat naskirin. Navê bajar di çavkaniyên Ermenî û Ereban de wek "Hinzit" derbas dibe. Hisn-ê Ziyat (kela Hisn) navê bajar yê kevn bi farisî bû. Piştre nav wek "Mezra" hatiye guhertin. Navê bajar dema Sultanê Osmanî Abdulezîz de wek "Mamuret ul-Ezîz (bajarê ku Ezîz çêkirî ye)" hatiye guhertin. Nav sala 1937 wek "Elazığ" ji alî tirkan ve hatiye guhertin.
Dîrok
Kronolojî
Berî Îsa (zayîn)
- 900 - 600 dema Urartiyan
- 600 dema Medan
- 334 dema helanistiyan (yewnanîyan)
- 90 hukumdariya Tîgran
- 66 dema împaratoriya Roma
- 53 dema Partan
Piştî Îsa (zayîn)
- 272 ema Sasanîyan
- 395 dema Bîzansiyan
- 644 dema Ereban
- 934 dema Bîzansiyan ya duyemîn
- 1115 dema Artûkiyan
- 1234 dema Selçukiyan
- 1515 dema Osmanan
Erdnîgarî
Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
Bajar di nav paralelên 38° 17´ û 39° 11´ bakûr û merîdyenên 40° 21´ û 38° 30´ rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakur bi Dêrsimê ve, li rojava bi Meletiyê ve, li başûr bi Amedê ve û li rojhilat jî bi Çewlîkê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
Pîvana erda bajar 9.151 km² ye . Ji vî erdî % 57,2 wî çiyan, % 14,9 wî deştan, % 1,1 wî zozan û % 26,8 wî jî ji platoyan pêk tê. Erda herêmê ji bo çandina tene, kixsên şekir, pembo û fêkî pir musaîd e.
Avhewa
Li herêmê avhewa reşayî hukim dike. Havînan germ û zuha, zivistan jî sar derbas dibe.
Çiyayên herêmê
Çiyayê bilindtir yê herêmê çiyayê Sipî (Akdax) e (2.620 m). Çiyayê Hezar (2.347 m), Mastar (2.171 m) û Hesan (1.864 m) jî çiyayên bilind yên herêmê ne.
Deşt, zozan û gelî
Deşta Xarpût Bajarê Elezîzê li wê deştê hatiye avakirin. Mezinbûna deştê 36 km² ye.
Deşta Palo: Li navça Palo li ciyê ku Çemê Muradê diherêke gola Kebanê ye. Deştên Behramaz û Melekendê jî deştên din yê girîng in.
Geliya çemê Firatê û geliya çemê Muradê, geliyên girîng yê herêmê ne.
Çem û gol
Çemê Murad, dirêjbûna wî 600 km ye. Çavkaniya çemê li çiyayê Aldaxê (Wan) ye. Çem şaxek çemê Firatê ye û diherêke gola Kebanê.
Ava Heringet û Ava pêrê jî, şaxên çemê Mýradê ne.
Çemê Firatê, çemê herî dirêj yê Kurdistanê ye ku di erda herêmê de jî diherêke.
Gola Hezarê (bi tirkî, Gölcik), dirêjbûn 15-16 km û firehbûna wê jî 5 km ye. Li bashûrê bajar e.
Gola bendava Kebanê, mezinbûna golê 687 km² ye. Bi ava çemê Murad, Firat û çemên dora Elezizê tije dibe.
- Xarpêt (navend) (bi tirkî, Elazığ), 321.624 rûniştvan
- Axin (Agin), 3.221
- Guleman (Alacakaya), 8.766
- Mîrvan (Aricak), 16.520
- Basqîl (Baskil), 19.605
- Qerekoçan, bi navekî din jî Dep, 30.730
- Keban, 9.210
- Qowanciyan (Kovancilar), 43.293
- Maden, 20.602
- Palo (Palu), 30.622
- Xox an Gola Hezarê (Sivrice), 14.167
Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 518.360 e.
Aborî
Serwetên bin erdê
Sifir, pirît, hesin, manganez, volfram û flaurît li herêmê ji bin erdê dertên.
Babetên heywanan
Herêm ji alî nêçira heywanan ne pir dewlemend e. lê li herêmê gur, kew, kewroşk, rûvî, beraz û çeqel yên pirtirin ku peyde dibin.
Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Herêm ji alî tarix û tabîatê ve pir dewlemend e. Gola Hezarê û Kebanê ji bo gelê herêmê havînan ciyê avcaniyê vehêsanê ne. Germavên Murûdû û Perçen ji ji ali gel ve tên ziyaret kirin. Kela Xarpûtê, Dêra Meryem ana û Mizgeftên kevn yê bajar jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û huner
Ol û civak
Nifûs ji muslumanan pêk tê. Li cem sûnniyan şêxîtî û li cem eleviyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Civak ji Kurd (zaza û kurmanc) û tirkan pêk tê.
Xwarênên herêmê
Nan li herêmê di tendûrên bin erdê de tê çêkirin. Nan carna ji bo 2-3 mehan tê lêxistin û gava tê xwarin, şildibe, tê xwarin. Helîse, kutilkên dagirtî, babetên kiftan û Xanim kebab xwarinên herî pirin ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmê
Zilam, şalwarek şîn ku jê re dibêjin "şalwarê Xarpûtê" û îşligek sipî bi ser de li xwe dikin. Bi ser îşlik de jî êlegek milkin li xwe dikin. Kefiya piştê rengîn e. Qonderên ku jê re dibêjin " biboçik" li nigê xwe dikin. Li serê wan şewqe heye.
Jinên herêmê şalwarên gulgulî yan jî reş li xwe dikin. Bi ser şalwar de qazaxek ku jê re dibêjin "qeyme" li xwe dikin. Bi ser şalwar de jî etekek sê perçeyî li xwe dikin. Li serê jinan kofiyek û bi ser de jî şarpeyek gulguli yan jî reş tê girêdan.