Nameya Bîst û Yekem
Rûpel(59-61):
|
|
NAMEYA BÎST Û YEKEM
[1]
![]() [2]
![]() Dêhna(bala) xwe bide vî ayetê û mêzeke: Çawa ku di ayetekî de, pênc tebeqe bi şiklekî cihê cihê bal dikşîne şefqeta dê û bav yên extîyar. Belê, li dinyayê heqîqeta heri bilind, dilovaniya (şefqet) dê û bavan di pêşberî zorokên xwe ne. Û mafên(/huqûq) herî bilind jî di pêşberîya dilovaniya wan de, hurmet û rêzdarî heqqê wan e. Lewra ewana bi dilxweşî umrê xwe ji bona zarokên xwe feda dikin. Zarokêkî ji mirovatiyê derneketi be û nebûbe cinawir, ev dostên delal, durust û fedakar re ji dil hurmet kirin, xizmetekî dilsoz û destûra wan girtin, dilê wan zehf kêfxweş dike. Ap û met, wek dewsa bav in. Xal û xaltî, wek dewsa dayik in.
[1]Şixwa çiqa tişt hene! Hamû jî sipazîya bi paqijî dikin. (Sûreta Îsra, ayet:44)
[2]Gava yek ji wan, ya jî her du bi hev ra li bal te pîr bûn, îdî tu (ji bona xebata berdestê wan aha) nebêje: "Of (ez westîyam, îdî bes e ez naxebitim) li wan hêrs nebe. Û tu ji bona wan herdukan ra mijûlîyên qencî bêje." "Û tu ji bona wan herdu¬kan ra baskê xwe bi dilovanî berjêr bike (di hemberê wan da nerm xebat bike) û tu ji bona wan ra (aha lavayan bike): "Xudayê min! Tu (li dê û bavê min) dilovanî bike, ça ewan di danê piçûkaya min da (1i min dilovanî kiribûn) ez mezin ki-ribûme." Xudayê we bi tişta di hundurê we da heye çêtir dizane. Heke hûn aştîyê bikin (ji kirine xweyên sik poşman bibin) şixwa îdî Xudayê we jî ji bona wanê ku bi poşmanî lava dikin, baxişkar e. (Sûreta Îsra, ayet:23-24-25)
|
Rûpel(59-61):
|
|
Va ye, ew nexwestina hebûna wan extiyarên pîroz, mirina wan daxwaz kirin, çiqas bêwijdanî û çiqas pespaye ye, bizanibe û hişyar be. Belê, bizanibe ên ku umrê xwe ji bona umrê te re feda kirî daxwaza mirina wan kirin, çiqas zilmek kirêt û bêwijdanîyek e.
Gelî mirov ên bi derdê debariyê re derdnak! Tu bizanibe, di nav mala xwe de ew êxtiyar an eqrebeyên te yî çavkûr naxwazî. Lê ew kesana stûna bereketa mala te ne. Wesîla rehmetê ne û karesatan ji mala te dûr dixin. Qet nebêje: ‘‘Destê min teng e, debara min tune ye.''Lewra bereketa ji wan nebû ya, helbet debara mala te hîn kêm dibû. Ev rastîya jî bawerke ji min. Di gel vê yekê zehf delîlên vebirî ez dizanim. Karim bawerîyan te bînim. Lê ez naxwazim hîn dirêj bikim, bikurtî diqedîn im. Ev gotina min qinyat bike. Ev bi rastîyek gelek vebirî sond ve dixwim, hetta nefs û şeytanê min jî li hember vê rastîyê teslîm bûne. Divê qinyat bike ku ev rastî ya, rik a nefsa min şikand û şeytanê min tebitand.
Belê, bi şehdeya kaînatê, Xaliqê Zulcelalê Vel Îkram; niqira bêdawî dilovan e dilovîn e. Narîn e û kerîm e. Dema pitik dişîne dinyayê, rizqê wan bi şiklekî narîn li dû wan, wek di mûslixên pêsîran de bera devê wan dide. Extîyar weka zarokan in, ji zarokan zêdetir hewceya merhemet û şefqetê ne. Rizqê extîyaran jî bi şikla bereket dişîne. Xwarin û vexwarina wan, li mirovên çikot û temeh bar nake.
[1]
![]() rastîyên vê ayetê rave dike, mexlûqatên cûrbecûr, hemû jîndar bi zimanê rewşa xwe diqîrin û rastîya comerdîyê dibêjin. Heta ne tenê merivên extîyar, belkî wek pisikên ku bi mirovan re hevaltîyê dike, rizqê wan jî bi şikla bereket di nav rizqên mirovan de tê şandin. Ev mînak destek dide tiştê ku min bi çavê xwe dît: Dostên min î nêzik dizanin ku; du sê sal berê her roj nîv nanek - nanê wî gundî biçûk bû - xwarinekî min î dîyarkirî hebû, lê pir cara têrî min nedikir. Dûv re çar pisik bûn mêvanê min. Ew xwarin, têre min û pisikan dikir. Pir cara jî zêde dima.
Vaye ev rewş pir caran dubare kir û bi min qinyet da ku; ez ji bereketa pisikan sûd werdigrim. Bi şiklekî vebirî didim zanîn: ew pisikana li ser min bar nînin; him ewana ji min ne, ez ji wan mînnet digrim.
[1] Lewra bêguman Xuda, rozîdanê xwediyê hêza zexm her ew e. ( Sûreta Zarîyat, ayet:40)
Çiqa candar hene, ku nikarin bi xweber rozînîya xwe pêk bînin! Yezdan rojîna wan û rojîna we jî dide. ( Sûreta Enkebût, ayet:60) |
Rûpel(59-61):
|
|
Ey mirov! Madem heywan bi şiklekî cinawir, dema dibe mîvana mirovan, di mala wan de dibe wesîla bereket ê. Naxwe:
Mirov herî mukerremê mexlûqatê ye û mirovên herî têkûz xwedî bawermend in. Di nava xwedî bawermend de tevî zêde şayanê hurmet û dilovanê ne, bêçare, kal û pîrên nexweş in. Di nav wan de eqrebe tewrî zêde şayanê şefqat û xizmet û muhebbetê ne. Di nav eqrebeyan de ên tewrî zêde ên dostê rast û tê hezkirin dê û bav in. Wexta dê û bavê extîyar di malekî de bisek nin, çiqas wesila bereket û dilovanî dibin. Û bi sirra,
![]() Yanê: ‘‘extîyarên weyî qembûr, di nav we de tunebû ya, karesat wek lehîyan bi serweda dihat.'' Êdî extîyar çiqas wesîleya derkirina karesat e, tu bide berhev.
Vaye Ey mirov! Hişê xwe bide serê xwe. Ger tu nemrî, extîyar dibî. Bi sirra
![]() li dê û bavên xwe hurmet negrî, zarokên te jî xizmet li te nakin. Ger axîretê hez dikî, aha ji te re gencîneyek (xezîne) girîng, destûra wan bigre. Ger ji dinyayê hez dikî; dîsa dê û bavên xwe dilxweş bike ku, ji ber rûyê wan jiyanek aram û rizqek fere bi destê te keve. An na, dê û bavên xwe dilsar kirin, mirina wan xwestin û şikênandina dilê wan ê narîn û nazik, wê te rûberî sirra
[1]
![]() bike. Ger rehmeta Rehman dixwazî, ew emanetên di mala teda rehmet bike.
Birakî min ê axîretê hebû, navê wî Mistefa Çawûş bû. Di dîn û dinya xwe de min ew serfiraz didît. Min sirra vê nedizanî bû. Paşê min sedema serfirazîya wê (bûyerê)fehm kir ku: ew meriv mafê dê û bavên xwe dizanî bû. Bi temamî rîayeta mafê wan dikir û ji ber vê qasê rehmet û aramî dîtibû. Xwedê hezke axîreta xwe jî çak kiribe. Yên kû dixwazin bextîyar û kamran bin, bila bişibin wî.
[2]
![]() Mele Seîdê Kurdî
Werger : Mele Dawud meledawud@hotmail.com [1]Ewî di cîhan û di para da jî (axiret) zîyan kirîye. ( Sûreta Hecc, ayet:11)
[2]Ya Rebbî! Selat û selam li malbat û hevalên Pêxemberê me Hz. Muhemmed (sxl)be ku, gotîye:‘‘Behişt di bin linga dayikan e'' (Fereştan, ji Xuda ra) gotine: "Em te ji kêmasîyan paqij dikin, bi rastî ji pêştirê wî tişta te bi me daye hîn kiri¬nê, tu zanîna me tune ye. Bi rastî pirzanê bijejke hey tu bi xweberî."( Sûreta Beqere, ayet:32)
|