.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Nameya Duyem

Rûpel(13-14):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

NAMEYA DUYEM
[1]     
(Ev beşek ji bersiva diyarîya şagirtê tê behskirin û tê zanîne.)Jêrenot:
YA SÊYEMÎN: Te ji min re diyarîyek şand. Tu dixwazî dustûra min a girîng xera bikî. Ez nabêjim ku:“Wek Birayê min Abdulmecid û biraziyê min Abdurrehman min çawa diyariya wan qebûl nekir, ji te jî qebûl nakim.” Lewra tu ji wan hin pêşdatir û nêzika ruhê min i. Diyarîya herkesi tê red kirin, lê ya te tenê ji bona careki tê qebûl kirin. Lêbelê ji ber vê qasê ez dixwazim sirra vê dustûra xwe ji te ra bêjim. Wusa ku:
Seîdê Beré minnet nedistand. Ji ber ku nekeve bin minnetê mirinê qebûl dikir. Pir zehmeti û meşeqqat kişand lê disa dustûra xwe xera nekir. Ev taybeti ji Seîdê Kevin ji birayêteyi bêçare re mirateye. Tezehhüd u xwe ji dûr xistin nîne. Belkî çar pênc sedemên wi hene.
Ya yekemîn: ehlê delalet, ehlê ilmê, Ji ber ku ilmê xwe ji berjewendiya xwe re dike wasite. tawanbar dikin. Dibêjin: “ilm û dîn ji meişetê xwe re dikine wesîle” Bêînsafî êrişa wan aliman dikin. Divê em van gotinan bi kirinên xwe derewkar derxînin.
Ya Dûyemîn: Bona ku em rastîyan belav bikin, divê em li dû pêxemberan bin. Derheqê belevkarên rastiyande Di Qur'ana Pîroz de dibêje: 
[2]
 
xwe ji mirovan dûr xistine. Di Sureta Yasîn de hevoka 
[3]
derheqa mijara me da pir balkêş e...


[1]Çi tişta heyî her bi pesnên tekuz Xwedê dipesinînin (Sureta Îsra, ayet: 44)
Jêrenot:Ew şagirt Hulûsî Bey e
[2]Heqdesta min tenê ji Xwedê ye. Heqdesta min tenê ji Xwedê ye (Sureta Yûnus, ayet:72 û Sureta Hûd, ayet: 29)
[3]Bidin pey yên ku ji we tu berdêlekî naxwazin. Bêguman ew, li ser riya rast û durust in. (Sûreta Yasîn, ayet: 21)


Rûpel(13-14):
Tehrê Nivîsê Mezin Bike Tehrê Nivîsê Piçûk Bike Tehrê Nivîsa Asayî/Normal

Ya Sêyemîn: Wek di Peyiva Yekemînde hatîye rave kirin. Divê li ser navê Xwedê dayîn, li ser navê Xwedê standin. Halbûku yê dide, bi piranî xafîle. Li ser navê xwe dide. Minnetek veşartî tê de heye. Yan jî ê ku distîne, xafile. Spasiya Mun’îmê heqîqî, dide sedemên zahîrî û xelet dike.
Ya Çaremîn: Tewekkul, qeneet û îqtisad, xezîne û serwetek wusa ye ku, bi tu tiştî re nayê guhertin. Ji ber ku deriyên ev xezîne û gencîneyên bê dawi negrim, Ez naxwazim ji mirovan mal û mulk bistînim. Hezar carî şûkur dikim ji Rezzaqê Zulcelal re ku, ji biçûkatiya min ve mecbûr nekiriye têkevim bin minnet û zilletê. Ji ber kerema Wî, ez dixwazim heta dawiya umrê xwe bi vê dustûrê berdewam bikim.
Ya Pêncemîn: ev yek û du salin ku bi ceribandin û pir nîşan dîtinamin qeneeta min hasil bû ku, destûr nade min ku, malên xelkê û bi taybetî diyariyên dewlemend û memûran ez bistînim. Hinekê wan min aciz dike. Belkî tê aciz kirin. Xwarin nadiye. Carna jî ji min re diqûlbîne bi şiklekî zîyan. Ew tê vê ma’neyê ku nestandina malê mirovan ji min re fermanekî manewîye. Standin ji min re qedexeye. Him jî tirsekî min heye. Herkesî her wext nikarim qebûl bikim. Dema ez diyariya xelkê bigrim, wext an bêwext daxwaz nekim jî lazime ez mêhvanan qebûl kim, xatirêwan neşkînim. Eva jî xweşiyami naçe. Him xwarina perçek nanekî hişk, û kincekî sed pîne lixwe kirin, ji min re bêtir xweş tê. Min ji tasannu (kirinên ne ji dil) û çaplûsê xelas dike. Xwarina peqleweyên herî baş yên xelkê û lixwe kirina kincên xemilandî û neçarî xwatirê wan girtin, bi min qe xweş nayê.
Ya Şeşemîn: Sedemê nexwestina mina herî girîng eve: mezheba me da alimekî giranbûha İbn-i Hacer dibêje ku: Heger bi niyeta (mebesta) salahîyetê kesek tiştek bide te, lê tu ne Salih bî ew tişt ji te ra heram e.”
Vaye ; Mirovên vê zemanê ji bona hirs û temehê, diyarîya xweya piçûk zêde biha difroşin. Bêçareyekî weke minî gûnehkar, Welî an Salih dihesibînin û nanekî didine min. Heger ez xwe Salih bizanibim, ew nîşanê qûretîye. Delîla tunebûna salahîyetê ye. Heger ez xwe Salih nebînim, standin wî malî ji min re ne caîz e. Him standina sedeqe û diyariyên di dewsa karên axîretê da, fêkiyên baqî yên axîretê li dunyayê xwarine fanîye.
 

Yê mayî herdem Xweda ye
Mele Seîdê Kurdî

Werger : Mele Dawud
meledawud@hotmail.com
 
Bugün 86 ziyaretçi (164 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol