Rîsaleya Munacatê.
Rûpel(1-35):
|
|
MUNACAT
بِسْمِ اللّهِ الرّحْمنِ الرّحِيمِ 1
2
1- Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm 2- Bêguman di afirandina asîmanan û erdê de, li pey hev hatina sev û rojê da, li wê kestîya ku bo faydeya însanan, di deryayê da diçe, di wê baranê da ku Xweda ji asîmanan nazil dike, pistî hiskbûna erdê,Xweda bi wê avê car din wê vedijîne. Tê da her sewalî belav dike û di anîna ba da û di wam ewran da ku di navbera asîman û erd da ji fermana Xweda ra amade bûne(di van de) bo qewmê difikire mucîze hene. (Sureta Beqere: 164) |
Rûpel(1-35):
|
|||
Ya Îlahî we ya Rebbî! Ez bi çavê îmanê û bi talîm û nûra Qur-anê û bi dersa Resûlê Ekrem eleyhîsselat û wesselam û bi nîsandana îsmê Hekîm dibînim ku; li asîmanan tu deweran û hereketek tune ku weha bi intîzama xwe ve, ji mewcûdîyeta Te re îsaret û delaletê nekin. Û tew tu ecrameke asîmanî tuneye ku bi bêdengîya xwe, bi wezîfeya xwe ya ku bêteqereq dike û bi sekina xweya bêsitûn ve; ji Rubûbiyet û wehdeta Te re sahidî û îsareta xwe, tune be.
Û tu sitêrk tune ku bi xilqeta xwe ya mewzûn, bi rewsa xwe ya muntezem û bi vebisirîna xwe ya nûranî û bi muhra(sikkeya) xwe ya bi hemû sitêrkan re mumaselet û musabehetê,ji hesmeta ûlûhiyet û wehdaniyeta Te re, di îsaret û sahidiyê de, nîn be. Û ji duwanzdeh seyyareyan tew jê yek seyyare sitêrk tune ye ku bi tevgera xwe ya xwedî hîkmet û bi musexxeriyeta xwe ya îtaetkar û bi wezîfeya xwe ya întîzamdar û bi peykên xwe yên girîng, ji wucûba wucûda Te re sahidî û ji selteneta Ûlûhiyeta Te re îsaretê neke! Belê asîman, bi sekeneyên xwe, çawan ku her yek bi tena sera xwe sahidî dikin, bi hemû heyeta xwe, bi awakî eyan û beyan, ji wucûba wucûda Te re - Ey Xaliqê ku erd asîmanan çêkirîye!- weha sehadeta zahirane... û ji wehdet û yekîtiya Te re - Ey Ewê ku zerreyan digel murekkebata wan a muntezem, tevdîra wan dibîne û îdare dike û van sitêrkên seyare(gerstêrk) tevî peykên wan ên manzûm,dide zivirandinê, ji fermana xwe re dide îte’etkirinê! –wisan qewî sahidîyê dikin ku, burhanên nûranîyên bi qasî hejmara sitêrkên li rûyê asîman û delîlên ronak, wê sahidiyê tesdîq dikin. Hem ev asîmanên pak, paqij, xwesik, bi cirmên xwe yên fewqelade mezin, fewqelade bi sur’et, ji aliyê nîsandana mîna artêseke muntezem û arastineke(donanma) seltenetê ya ku, bi lembeyên elektrîkê ve hatiye xemilandin, ji hesmeta Rubûbiyeta Te re û ji ezameta qudreta Te ya ku her tistî îcad dike re, zahir delalet... ji hakimiyeta Te ya ku asîmanên bêserûber vedigire re, qewî îsaret.. û ji firehiyên bêdawî yên rehmeta Te ya ku her zîheyatekî digire hemêza xwe û ji îhateya her tistî ya ilmê Te yê ku, têkiliya xwe, bi hemû kar û bar û keyfiyetên hemû mexlûqatên asîmanî re heye û ewan tevan dixe kefa destê xwe, tenzîm dike, û jisumûla hîkmeta Te ya ku her tistî re, bêguman sahidîyê dikin. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Û ew sahidî û ew delalet, wisan zahir e ku mirov dibêje qey sitêrk, kelîmeyên sehadetê yên asîmanên sahid in û delîlên nûranî ne ku bûne cismanî.
Hem sitêrkên li qada asîman jî, ên li behra wî, li fezaya wî, bi rewsa xwe ya wek neferên îte’etkar, kestî û sefîneyên muntezem, teyareyên entîke, lembeyên balkês, biriqîna selteneta ulûhiyeta Te nîsan didin. Û di seyareyên roja me ya ku ew bi xwe jî sitêrkek e ji ferdên wê artêsê ye û bi îkaz û nîsandana wezîfeyên xwe yên bo zemînê me, besek ji sitêrkên din ên ku hevalê wê rojê ne, li alemên axîretê dinihêrin û bê wezîfe nînin, bîlakîs rojên alemên baqî ne. Ey Wacîb-ul Wucûd! Ey Wahidê Ehed! Ev sitêrkên xarîqe,ev rojên balkês, ev heyvan; di mulkê Te de, di asîmanên Te de, bi fermana Te û bi hêz û qudreta Te û bi îdare û tevdîra Te hatine tesxîrkirin û tenzîmkirin û tewzîfkirin. Ew ecramên bilind hemû, tenê ji wî yek Xaliqê ku ewana xuliqandiye û dizivirîne û îdare dike re, tesbîh dikin, tekbîr didin, bi lîsanê hal “Subhanallah, Allahû ekber”dibêjin. Ez bi xwe jî, bi hemû tesbîhatên wan, Te teqdîs dikim. Ey ewê ku ji ber sîddeta zuhûra xwe, xwe vesartiye! Û ey Qadirê Zulcelal ê ku ji ber ‘ezameta kibrîyaya xwe,nayê xuyan! Ey Qadirê Mutleq! Min bi dersa Qur-ana Te ya Hekîm û bi talîma Resûlê Te yê Ekrem Eleyhisselatû Wesselam fehm kir: Çawan ku asîman, sitêrk, ji hebûn û yekbûna Te re sahidiyê dikin; her wisan jî, atmosfer bi ewrên xwe û bi birûskên xwe û bi birq vedanên xwe û bi bayên xwe û bi baranên xwe, ji wehdet û wucûba wucûda Te re, sahidiyê dikin. Belê, ewrê bêcan, bêhis, ewê barana ava heyatê, ku disîne hewara wan candarên muhtac, ancax bi saya rehmet û |
Rûpel(1-35):
|
|||
hîkmeta Te ye; tesadufa tevlihev, nikare têkil bibê.
Hem ew birûska ku elektrîka herî mezin e û bi îsaretêteswîqa bi bal îstifadeya ji sûda ronahiya wê dike jî, qudreta Te ya li fezayê, bi awayekî xwesik tenwîr dike. Hem birq vedana ewran jî, ku bi gurînîya tesbîhata xwe ji asîmanan sîrqîniyê diêne û fezaya terikî- mezin, dide axaftin û mizgînîya hatina baranê dike; bi lîsanê qal dipeyive, Te teqdîs dike û ji Rubûbiyeta Te re, sahidiyê dike. Hem bayên ku bi gelek wezîfeyên mîna bi dayina rizqê herî lazim ê ji bo zîheyatan û ji aliyê îstîfadeyê ve, yê herî hêsa ye û bi dayina nefesan û rehetkirina nufûsan hatiye wezîfedarkirin jî, evê atmosferê, ji bo hikmetekî adeta werdigerîne sûretê “leweha mehw û îsbatê” û “texteyê ku lê dinivîsîne, îfade dike, peyre xera dike” û bi vî rengi, çawan ji fealiyeta qudreta Te re îsaret û ji wucûda Te re sahidiyê dike; her wuha ew rehmeta ku bi merhemeta Te ji ewran tê dotin û ji zîheyatan re tê sandin jî, bi kelîmeyên bi dilopên wê yên mewzûn, muntezem; ji wis’eta rehmeta Te û ji sefqeta Te ya fireh re sahidiyê dike. Ey Mutesrrifê Fe’al! Û ey Feyyazê Mute’al! Ji wucûba wucûda Te re çawan ewr, birûsk, berq, ba, baran; yek bi yek sahidiyê dikin, her wisan jî hemû bi hev re, tevî ku ji aliyê keyfiyetê ve, ji hev dûr; ji aliyê mahiyetê ve, muxalifê hev in jî, bi heysiyeta yekîtî, bihevrebûna ku dikevin nava hev û bi alîkariya hev dikin; ji wehdet û yekîtiya Te re, xayet qewî, îsaretê dikin. Hem çawan ku ji ‘hesmeta Rubûbiyeta Te ya ku, asîmanên bêser û ber, dike mehsera ecêb, hin rojan bi çend caran tije dike û vala dike re.. ji ‘ezameta qudreta Te ya ku,wî asîmanên fireh, nola lew’heyeke ku dinivîsîne, duguhurîne û nola singêrekî diguvêse û pê baxçeyê zemîn av dide û tasarrûf dike re û ji sumûla wê ya bo her tistî re, |
Rûpel(1-35):
|
|||
şehadet dike; ji firehiya bêserûber û gihîstina wan ya li her tistî ya ‘hakimiyet û re’hmeta Te ya ku di bin perdeya asîman de, li hemû zemîn û mexluqatî dinihêre û îdare dike re, îsaret dike.
Hem hewaya ku li asîman e, di wezîfeyên hekîmane yên wusa de tên îstîxdamkirin; û ewr û baran, ew çend di faîdeyên ‘elîmane de diêne bikaranîn, ger ne bi ilmekî ku her tistî dihundirîne û ‘hîkmetekî ku ne samilê her tistî be, ew bikaranîn û îstîxdam, ne mumkin e. Ey Fa’âlûn Limâ Yûrîd! Qudreta Te ya ku bi faalîyeta xwe ya di valahiya asîmanî de, her wext numûneyeke hesr û qiyametê nîsan dide; di saetekê de havînê dizivirîne zivistanê; zivistanê ber bi havînê ve diqulibîne; alemekê tîne,alemekê ber bi xeybê ve disîne; wuha ev karên Te yên bi vî rengî nîsan dide ku; dê dunyayê wergerîne axîretê û li axîretê dê kar û rewsên sermedî rayî bide. Ey Qedîrê Zulcelal! Birûsk, berq, baran û ewr, valahîya asîman, di mulkê Te de, bi hewl û fermana Te, bi hêz û qudreta Te, musexxer û wezîfedar in. Ev mexlûqatên asîmana,yê ku ji aliyê mahiyetê ve ji hev dûr in, fermandar û hakimê xwe yê ku ew bi sewqîyatên têrlez û ji niskan ve, û fermanên bi lez û bez dide îte’etkirinê, teqdîs dikin, re’hmeta Wî medh û sena dikin. Ey Xaliqê Zulcelal ê erd û asîmanan! Min bi talîma Qur’ana Te ya Hekîm û bi dersa Resûlê Ekrem Eleyhîselatû Wesselam îman anî û dizanim ku çawan asîman, bi sitêrkên xwe, ezman bi yên hundirê xwe ve, ji wucûba wucûda Te re û ji yekîtî û wehdeta Te re sahidiyê dikin. Her wisan jî erd bi hemî mexlûqatên xwe û halên xwe, ji mewcûdiyet û wehdeta Te re, bi qasî hejmara mewcûdatên xwe,sahidî û îsaretan dikin. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Belê, li rûyê zemîn tew yek guherînek; di dar û heywanatên wê de, her sal qet tu guherîneke- nola guhertina kincan, çi cuz’î çi kullî be- tune ye ku bi întîzama xwe, ji wucûd û wehdeta Te re îsaretê neke. Hem tew yek heywanek tune ku bi rizqê xwe yê ku li gorî dereceya pêdivî û zeîfîya wî, bi awayekî rehîmane tê dayin û bi awayekî hekîmane,dayina wan cîhazên wî yên ku ji bo jiyîna wî ku pêdiviya wî pê heye, ji hebûn û yekbûna Te re, sahidiya xwe ne be.
Hem, jê yek hebek nabatat û heywanatên ku di her biharê de, li ber çavê me têne îcadkirin, tune ku bi senete xwe yê balkês û bi xemlê xwe yê narîn û letîf û bi temeyyuz û întîzama xwe û bi pîvan û mewzûnîyeta xwe, Te nedinzanîn. Xarîqe û mucîzeyên qudreta Te ya ku ji wan re nebatat û heywanat tê gotin û rûyê zemîn tije kirine, çêkirina wan a bi nîsanên bi elametê fariqe, bixeml, bêkêmahî, bêçewtî,ji dendikan û ji hebbe û hebhebokan û ji dilop û ji hêk û hêkokên ku mehdûd in û maddeyên wan yek in û di dirûvê hev de ne; ji wucûd û wehdet û hîkmet û qudreta bêdawî ya Sani’ê xwe yê Hekîm re, sahidiyeke wisan qewî ye ku ji sahidiya ronahiyê ya ji bo rojê bêhtir qewî û ronaktire. Hem ûnsûrên weke hewa, av, tav, agir û axê, jê yek hebek tuneye ku digel bêhisîya xwe, bi pêkanîna wezîfeyên xwe yên mukemmel û siûrkarane, digel ku basît û îstîlaker in û bêîntîzam in û belavî her ciyî dibin; bi anîna zad û fêkiyên xayet muntezem û cure cureyî, yên ji xezîneya xeybê, ji yekbûn û hebûna Te re sahidiya xwe tune be. Ey Fatirê Qadir ! Ey Fettahê ‘Ellam! Ey Fe’alê Xellaq! Çawan erd, tevî hemû sekeneyên xwe, sahidî dike ku Xaliqê wan, wacîb ul wucûd e ; her wisan, ji wehdet û ehadiyeta |
Rûpel(1-35):
|
|||
Te re- Ey Wahidê Ehed! Ey Hennanê Mennan! Ey Wehhabê Rezzaq! -bi sikkeya rûyê xwe û bi sikkeyên rûyên sekeneyên xwe, di hêla yekîtiyê û bihevrebûn û bi ketina nav hev û bi hevkarîy û bi yekitiya fiil û ismên rubûbiyetê yên ku li wan dinihêre, ji Wehdet û ehadiyeta Te re, di dereceya bedahetê de sahidîyê, heta bi qasî hejmara mewcûdatan sahidiyê dike.
Hem çawan ku zemîn, bi rewsa ordîgehekê, meshergehekê (pêsengehekê), te’lîmgehekê ve, û bi muntezemî, dayîna cîhazên ên cihê cihê yên çarsed hezar milletên cuda cuda yên di komên nebat û heywanan de hene, ji hesmeta rubûbiyet û qudreta Te ya ku digihîje her tistî re, delîltîyê dike. Her wisan jî, bi awakî rehîmane, kerîmane, di wextê de,bi wê dayîna ewî rizqên cihêrengê ji bo hemû candarên bêhed ên ku ji axeke zuha û basît û îtaeta wan ferdên bêhedên ku ji fermanên rebaniye re, emirberîya wan ya tam; sumûla rehmeta Te ya ser her tistî û îhateya hakimiyeta Te ya li ser her tistî nîsan dide. Hem sewq û îdereya qafileyên mexlûqat ên ku liser zemîn diguherin, bi nobetguherîna wan ya mirin û mayînê jiyanê, û tedbîr û îdareya sewal û nebatan jî, çêbûna wan ya bi saya ilmekî ku digihîje her tistî û bi hîkmeteke bêdawîya ku li ser her tistî hukum dike, ji îhateya ilm û hikmetê Te re delîlîyê dike. Hem ji bo însanê ku, li rûyê zemîn, di demeke kin de, wezîfeyên bênihaye dibîne û bi cîhazên manewî yên wusa ve hatîye techîz kirin û îstidad bexs bûye û li mewcûdatên ser erdê teserûfê dike ku her wekî dê demeke bêdawî bijî. Li vê talîmgeha cîhanê û li evê ordîgeha zemîn ya muweqqet û di vê pêsangeha muweqet de; ev çend giringî, ev qas mesrefa bêhed, ev tecelliyata Rubûbiyetê ya bêdawî, |
Rûpel(1-35):
|
|||
ev xîtabên Subhanî yên bêhed û ev îhsanên ên îlahî yên bêserûber; helbet û bêguman, nahesire evî umrê xemgîn û kurt, û vê jiyana tevlihev û bikeder, û vê dunyaya bibela û fanî. Bîlakîs, ji vê hêlê de ku tenê bo umrekî din û ebedî û cîyekî seadetê yê baqî ye; ji îhsanên axîretê yên ku li alema beqayê ne re, îsaret heta sehadetê dikin.
Ey Xaliqê Kullê Sey ! Hemû mexlûqên zemîn, di mulkê Te de, di erdê Te de, bi hewl û qeweta Te û bi qudret û îradeya Te û bi îlm û hîkmeta Te, têne îdarekirin û musexxer in. Û rubûbiyeteke ku li ser rûyê zemîn fealiyeta wê li ber çava ne, wisan îhate û sumul nîsan dide.. û îdare û tedbîra wî û terbiyeya wî, wisan mukemmel û wusan hessas e.. û îcraeta wî ya li her alî, wusan di nav yekîtî û hevrebûn û wekhevîyê de ye ku, hebûna rubûbiyeteke, teserrufeke ku di hukmê “kullî”yeke ku înqisama wê ne mumkun e û “kull”eke ku tecezziyê napejirîne, dide zanîn. Hem zemîn tevî hemî sekeneyê xwe, bi zimanê bêhed yên ku ji lîsanê qalê eskeretir, Xaliqê xwe teqdîs û tesbîh û bi lîsanê hal ên nîmetên xwe yên bêdawî ve, hemd û medh û senaya Rezzaqê xwe yê Zulcelal dikin... Ey Zatê Eqdes ê ku ji sîddeta zuhûra xwe, xwe vesartîye û ji ezemeta kibriyaya xwe, xwe îstîtar kiriye! Bi hemû teqdîs û tesbîhên zemîn, Te ji kêmahî, ji aciziyê,j serîkê teqdîs û bi hemî tehmîdat û senayên wan, ji Te re hemd û sukur dikim. Ey Rebbul Berrî wel Behr! Bi dersa Qur-anê û bi talîma Resulê Ekrem eleyhîsselatû wesselam min fehm kir ku, çawan asîman, feza û zemîn, ji yekbûn û hebûna Te re sahidiyê dikin; her wisan jî behr, çem û kanî û robar, ji wehdet û wûcûba wucûda Te re, di dereceya eskerehîyê de, sahidiyê dikin. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Belê, di nav van behrên vê cîhana me ya ku çavkanîyên ecêban in û di hukmê berosên kêlesûyê de ne, tu mewcûdek,hetta yek dilopeke avê tune ye ku; bi wucûda xwe, bi intîzama xwe, bi menfeeta xwe, û bi rewsa xwe, Xaliqê xwe nede zanîn. Û ji wan mexlûqên xerîb yên ku di qûmeke basît û aveke basît de ne, rizqê wan bi awayekî mukemel tê dayîn û ji wan heywanên behrê yên ku xilqeta wan gelek muntezem e û nemaze yek ji wan masiyên ku bi milyonek hêkikokên xwe, behran sên dikin, tew yek ji wan tune ye ku, bi xilqeta xwe û bi wezîfeya xwe û bi îdare û îaseya xwe û bi tedbîr û terbiyeya xwe, îsaretî Xaliqê xwe neke û ji Rezzaqê xwe re sahidiyê neke.
Hem, di behrê de, ji cewherên hêja û bixasiyet û bizînet,jê hebek tune ye ku, bi xilqeta xwe ya rind û bi fitreta xwe ya cazîbedar û bi xasiyeta xwe ya menfeetdar, Te nas neke û Te nede zanîn. Belê, çawan ku ew yek bi yek sahidiyê dikin, bi heyeta mecmuaya xwe, bi hevrebûn û bi tevhevbûna xwe û yekîtiya di sikkeya xilqetê de û bi hêsayî ya zêde ya ji aliyê îcada wan ve û zefbûna wan ya ji aliyê hejmar û ferdan ve,çawan ku ji wehdeta Te re sahidiyê dikin, her wisan jî, ji hebûn û wacîb ul wucubîyeta Te re, ji aliyê wê qeweta Te ya ku erdê, digel axa wê, tevî wan behrên muhîtên ku vê kureya erdê dagirtine û bêyî ku birijîne û belawela bike, li valahiya esmên dide seknandin û li dora rojê dide gerandin û nahêle ku ax û erdê îstîla bike... û ji qûm û ava wê ya besît, cewher û heywanên wê yên curbicur û muntezem,dixuliqîne û bi awayekî kullî û tam, wana îdare dike, erzaq û pêdiviyên wan ên din didê û tevdîra wan dibîne û wan cenazeyên wan yên li ser rûyê erdê- yên ku diviyabû bêhed û bêhesab bin- lê ji wana qet yekî jî nahêle ve, bi qasî hejmara mewcudatên xwe, îsaretan û sehadetan dike. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Û çawan ku ji hesmeta selteneta rubûbiyeta Te re û ji ezameta qudreta Te ya ku her tistî dorpêç dike û muhîtê her tistî ye re, xayet eyan û beyan delîliyê dikin; her wisan jî, ji wan stêrkên pir mezin û muntezem ên raserî asîmanan,heta masiyên binê behran yên ku gelek piçûçok in û bi awayekî întîzamî têne xwedî kirin, ji bo firehiyên rehmet û hakimiyeta Te ya bêhed ya ku digihîje hawara her tistî û li her tistî hukumran e, delîltîyê dike... û bi întîzam û feyde û hîkmetên xwe û bi mîzan û mewzûniyetên xwe,ji ilmê Te yê ku muhîtê her tistî ye û ji hîkmeta Te ya ku samilê her tistî ye re îsaret dikin.
Û di evê misafirxaneya Te ya dunyayê de, ji ber ku hewzên Te yên rehmetê, yên weha hene û musexxerbûna wan ya wek kestîyê û ji bo îstîfade û seyr û seyaheta însên,îsaret dike ku, Zatekî ku li xaneke ku li ser rê hatiye çêkirin,ji bo yek sevekê evçend xelatên behrê îkram dike, helbet li paytexta selteneta xwe ya ebedî de, behrên ebedî yên rehmetê yên wisan amade kiriye ku, ev (ên vê xanê) numûneyên wan ên fanî û piçûk in. Ha, ev behrên weha bi awayekî xayet xarîqe, li dora erdê û di wezîfeya xwe ya ecêb de ne... û bi awayekî gelek muntezem, îdare û terbiyekirina mexlûqên behran, bi eyan û beyan, nîsan dide ku,tenê bi qewet û qudreta Te û bi îrade û tedbîra Te, di mulkê Te de, musexxerê fermanê Te ne. Û bi lîsanê halên xwe, Xaliqê xwe teqdîs dikin û dibêjin “Allahû Ekber.” Ey Qedîrê Zulcelalê ku çiyan, ji sefîneya zemîn re kiriye sitûnên xezînedar! Ez bi talîma Resûlê Ekrem eleyhîsslatû wesselam û bi dersa Qur-ana Hekîm têgihîstim ku, behr, bi ecêbatên xwe, çawan Te nas dikin û didine nasîn, her wisan, çiya bi xwe jî, bi xizmet û hikmetên xwe yên ku her wek ku: zeminê, ji tesîrên erdhejan diparêzin û erdê ji bagerên înqilabên hundurîn pa dike û ji îstîlaya behran rizgar dike û hewayê ji gazên bizerar safî dike û avê di nava |
Rûpel(1-35):
|
|||
xwe de digre û muhefeze dike û dike avzêm û ji madenên ku ji jîndaran re lazim e re, xezînedariyê dike ve, Te nas dikin û didine nasîn.
Belê ji cureyên kevirên li çiyayan û ji qismên maddeyên ku dermanê nexwesiyên curbicur in û ji cinsên madenên ku ji zîheyatan re, xasma ji însan re pir lazim in û zaf cihêreng in û ji sinifên nebatanên ku çiya û çolan, bi kulîlkên xwe dixemilînin û bi fêkiyên xwe sên dikin, yek ji wan tune ye ku, bi hîkmetên xwe, bi întîzamên xwe, bi xilqeta xwe ya xwesik, bi faîdeyên xwe yên ku ne mumkun e hewaleyî tesadufê bubin... bi taybetî, ji madenîyatên mîna xwê, toza lîmonê, sulfato û sapê, digel ku ji aliyê rengên xwe ve, mîna hevûdu nin jî, tehmên wanên ku gelek dûr û dijberê hevin, û xasma ji nebatatê ku ji xwelîyeke basît, bi new’ên xwe yên curbicur, bi kulîlk û fêkiyên xwe yên ku cihê cihê ne, çawan ku ji wucûba wucûda Sani’ekî bênihaye Qedîr e, bênihaye Hekîm e, bênihayet Rehîm e û Kerîm re, bi eskerehî sahidiyê dikin, ji aliyê wehdeta îdareyî û yekdestîya tedbîrî ya di heyeta mecmûaya wan de û zû çêkirin û zafbûn û hêsayîtî û erzanî û yekîtî û bihevrebûna mense, mesken û xilqetê ya hunerî ve, ji wehdet û ehediyeta Sani’ re sahidiyê dikin. Hem çawan ku çêkirina wan masnûyên li ser rû û nava wan çiyayên li her aliyê zemîn, her cureyekî wan, di heman demê de, bi heman awayî, bê xeletî, gelek mukemel û bi awayekî zû û bêyî ku karek, ji karekî din re bibe asteng û digel ku tevî cureyên din in û li hevketî ne jî, bêyî ku tevlihev bin; ji hesmeta Rubûbiyeta Te re û ji ezameta qudreta Te ya ku tu tistek lê giran nayê re, delîliyê dike. Eynî wisan jî, hacetên hemû mexlûqên xwedîheyat ên li ser rûyê zemîn, yên bêhed, heta nexwesînên wan ên cûr bi cur, heta zewqên wan ên cihê cihê, bi awayekî ku îstahên wan ên cuda cuda têr bike; û bi hêla ku rû û nava çiyayan bi maden |
Rûpel(1-35):
|
|||
û nebat û darûberên weha muntezem ve, tije dike û ji aliyê ku ji muhtacan re tesxîr dike ve, ji firehiya rehmeta
Te ya bêhed û ji bêserûberiya bênihaye ya hakimiyeta Te re, delîliyê dike... û digel ku di nava tebeqên axê de, bi awayekî vesartî û tarî û tevlihev e jî, amadekirina wana ya li gorî îhtiyacan, wisan bi întîzam, bêyî ku sas bike, mîna ku bibîne, bi zanetî… ji îhateya ilmê Te yê ku digihîje her tistî û ji hikmeta Te ya ku samilê hemû esyayî ye û her tistî tenzîm dike re û bi amadekirina dermanan û bi danheviya maddeyên madenî û ji xwesikahîya tedbîrên Te yên rehîmane û kerîmane ya rubûbiyeta Te re û ji narînîyên înayeta Te yên biîhtiyat re, bi awayekî zaf zahir îsaret û delîliyê dikin. Hem ji hêla ku di vê xana dunyayê de, ji bo rêwiyên mêvan, ew çiyayên qerase yên ji bo lazimatî û îhtiyacên wan ên pêserojê, mîna depoyeke îhtiyatê ya muntezem û enbara cîhazan û weke xizneyeke mukemel a gelek defîneyên ku ji heyatê re lazim in amade kiriye ve, îsaret heta delalet, heta sahidî dike ku, Saniekî ku evçend Kerîm û mêvanperwer û evçend Hekîm û sefqetperwer û evçend Qedîr û rubûbiyetperwer e, helbet û bêguman, bo wan mêvanên xwe yên ku zaf ji wan hez dike, li alemeke ebedî,xezîneyên ebedî yên îhsanên wî yên ebedî, hene. Di bedêla çiyayên vê derê, stêrkên wê derê, ewê wezîfeyê dikin. Ey Qadirê Kullê Sey! Çiya û mexlûqên di nava çiya de, di mulkê Te de, bi qewet û qudreta Te û bi ilm û hîkmeta Te musexxer û mudexxer in. Xaliqê xwe yê ku wana weha bi vî awayî wezîfedar û tesxîr dike, teqdîs û tesbîh dikin. Ey Xaliqê Rehman! Û ey Rebbê Rehîm! Bi talîma Resûlê Ekrem eleyhîsselatû wesselam û bi dersa Qur-ana Te ya Hekîm min fehm kir: |
Rûpel(1-35):
|
|||
Çawan ku asîman û feza û erd û behr û çiya, tevî mustemîlat û mexlûqên nava xwe, Te nas dikin û Te didine nasîn,eynî wisan jî, hemû darûber û nebatên li ser rûyê erdê,bi pelg û kulîlk û fêkiyên xwe, Te di dereceya bedahetê de,didin nasîn û nas dikin...
Û ji temamê pelên dar û nebatan ku bi awayekî cezbedarane,di hereketa zikrê de ne û ji kulîlkên wanên ku bi zînetên xwe, wesf û terîfa îsmê Sani’ê xwe didin û ji fêkiyên wanên ku ji ber letafet û cilweya merhemeta Te,vedibisirin... Her yek jê, bi tehmên xwe yên cihê cihê yên fêkiyên nava bêhnan û bêhnên cur bi cûr û xwes ên nava neqsan û neqsên nava xemlan, û xeml û xêzên nava mîzanê, mîzana nava nîzamê û nîzama nava senetên xarîqe yên ku bi tu awayî ne mumkun e ku hewaleyî tesadufê bibin, çawan ku di dereceya bedahetê de, ji wucûba wucûda Saniekî bênihaye Rehîm û Kerîm re sahidiyê dikin, (eynî wisan jî) bi heyeta mecmuaya xwe, ji aliyê ku di nav wan ên temamê ser rûyê zemînê de, yekîtî û bihevratî, li hevmînanîya wan û di muhra xilqetê de, musabehetiya wan heye û di tedbîr û îdareyê de, munasebeta wan bi hev re heye û di fiilên îcadî de ku eleqeya wan bi hev heye û di îsmên rebbanî de, muwafeqeta wan bi hev re, heye û bi wî awayê ku ew ferdên bêhed ên wan sedhezar cureyên ku di nav hev de ne û bê xeletî, hemû bi hev re tên îdarekirin, ji wehdet û ehediyeta wî Saniê wacîbul wucûd re, bîlbedahe sahidiyê dikin. Hem çawan ku ew ji wucûba wucûd û wehdeta Te re sahidiyê dikin, wisan jî, li ser rûyê zemîn, bi sedhezarawayî îase û îdarekirina wan ferdên bêhedên ku di artêsa zîhayatan yên ku ji çar sed hezar miletan pêk hatine û çêbûna wan a bê sasbûn, bêyî ku sas bike, tevlihev bike û |
Rûpel(1-35):
|
|||
ku bi awayekî mukemmel… ji hesmeta rubûbiyeta Te ya ku di wehdaniyetê de ye û ji ezameta qudreta Te ya ku biharekê mîna kulîlkekê îcad dike û digihîje bi her tistî re,delîliyê dike. Eynî wisan, ji firehiya rehmeta Te ya bêheda ku li her aliyê vî zemînê qerase, bo heywan û însanên wê yên bêhed, besên temên curbicur ên bêhed amade dike û bi întîzameke kemilî, cereyana wan karên bêhed û ew în’am û îdare û îase û îcraya wan û her tist, heta hemû zerreyan jî, bi îteet û musexxeriyeta xwe ya binê wan ferman û îcraatan, bi awayekî qet’î, ji firehiya hakimiyeta Te ya bêhed re delîliyê dikin,Îca her yek, ji her tistê wan pelg û kulîlk û fêkî û reh û
sax û guliyên wan dar û nebatan û her karê wan ên ku çêkirina bi zanîn, bi dîtin û li gor faîde, meslehet û hîkmetan,bi awayekî pir zahir delîlî dikin û nîsan didin ku ilmê Te, her tistî digre nava xwe û bi tiliyên xwe yên bêhed îsaretê dikin ku hîkmeta Te jî, samilê her tistî ye.. û ji cemala hunera Te ya ku xayet di kemalê de ye û ji kemala nîmetê Te yê ku di cemala bênihaye re, bi zimanên xwe yên bêhed,medh û sena dikin. Hem li vê xana muweqet û demborî, û di evê mêvanxaneya fanî de û di demeke kurt û temenekî hindik de, ev îhsan û nîmetên hêja û ewçend mesref û îkramên fewqelade,ku bi destê dar û nebatan tên dayîn, îsaret heta sahadet dikin ku, ev Zatê Rehîm ê Kerîm ê Qadir, ku ji bo mêvanên xwe, li vê derê, weha merhemetan dike, li dijî/eksê encama temamê vê mesref û îhsana ku dixwaze xwe pê bide hezkirin û naskirin, helbet ji bo ku temamê mexlûqatan nebêjin û bi wan nede gotin ku “Bi me da tehmkirin; lê bêyî ku bi me bide xwarin, em îdam kirin”, û ji bo ku selteneta ulûhiyeta xwe bêhukum neke û ji bo ku rehmeta xwe ya bênihayet înkar neke û nede înkar kirin û hemû dostên xwe ji ber mehrûmiyetê, wernegerîne dijminan… |
Rûpel(1-35):
|
|||
helbet û bêguman, li alemeke ebedî, li memleketekî ebedî,ji bo ebdên xwe yên ku dê wan ebedî bihêle, ji xezîneyên xwe yên ebedî yên rehmetê, li cennetên xwe yên ebedî, bi awayekî ebedî û layiqî cennetê, Wî, darên meywedar û nebatên bikulîlk amade kirîye.
Îca yên ku li vê derê ne jî, ji bo nîsanî musteriyên xwe bide, numûne ne. Hemû dar û nebat, bi kelîmeyên hemû pel û kulîlk û meyweyên xwe, çawan ku Te teqdîs û tesbîh û tehmîd dikin,ji wan kelîmeyan her yek jê, bi serê xwe jî, Te teqdîs dike. Bilxasse ew meyweyên ku bi awayekî bêemsal û gostê wan gelek curbecur û dendikên wan pir xarîqe têne çêkirin,wan tableyên xwarinê dide destê daran û datîne ser serê nebatan û ji mêvanên xwe yên candar re disêne. Ha ev jî dike ku ew tesbîhatên wan ên lîsanê halî, ji aliyê zuhûrê ve, bilind dibe, digihîje dereceya lîsanê qalî. Ewana hemû di mulkê Te de, bi qewet û qudreta Te, bi îrade û îhsanên Te, bi rehmet û hîkmeta Te, musexxer in û ji her yek fermanên Te re mûtî’ in. Ey yê ku sîddeta zuhûra xwe, ji xwe re, kir ye perde! Û ey Saniê Hekîm û Xaliqê Rehîm ê ku ji kibriyaya ezemeta wî, çav wî nabînin! Bi zimanên hemû dar û nebatan û bi zimanên hemû pel û kulîlk û fêkiyan û bi miqdarê hejmara wan; ez, Te ji qusûr û ecz û sirîkiyê, teqdîs dikim û ji Te re hemd û sena dikim. Ey Fatirê Qedîr! Ey Mudebbîrê Hekîm! Ey Murebbiyê Rehîm! Ez bi talîma Resûlê Ekrem eleyhîsselatu wesselam û bi dersa Qur-ana Hekîm têgihîstim û min îman anî ku; |
Rûpel(1-35):
|
|||
nebat û dar û ber, çawan Te nas dikin, sifatên Te yên qudsî û îsmên Te yên husna didin zanîn. Her wisan jî, ji zîheyatan,însan û heywan ên ku ji qismê wan yê ruhber in, qet yek hebek ji wan tune ye ku: bi azayên xwe yên derve û hindurîn yên ku di cismên wan de, nola saetên bas muntezem dixebitin û tên xebitandin û bi feydeyên aza û hestên xwe yên ku gelek girîng in û bi nîzameke pir henûn û bi mîzaneke xayet narîn, di bedena wan da hatine bicîkirin û bi wan cîhazên xwe yên bedenî yên ku di cesedên wan de,bi çêkirineke bi awayekî gelek bi senet û bi raxistineke awayekî gelek bi hîkmet û bicîkirina bi muwazeneyeke gelek haydar?, ji wucûba wucûda Te re û ji teheqqûq û îsbata sifatên Te re, sahidiyê nekin. Çimkî ev hunerê ev çend nazikê besîrane û hîkmeta narîna sûurkarane û muwazeneya tam ya mudebbîrane, helbet quweta kor û tabîata bêhis û tesadufa serserî, nikarin têkilî wan bibin û ne karê wan e û ne mimkun e. Îca xwe bi xwe tesekkula wan jî, sed carî muhal, di nav muhalê de ye. Lewra wê hingê her zerreyeke wê, divê ku bi her tistê xwe bizanibe û hetta divê bi tesekkula cesedê xwe hetta bi wan hemû tistên ku ew li dunyayê bi wan re elelqedar e bizanibe û wan bibîne û karibe wan çê bike; hema wekî îlah, xwedî qudret û ilmekî biîhate be, da ku çêkirina cesedê, hewaleyî wî be û were gotin ku: “Ji berî xwe ve, dibe.”
Û wehdeta tedbîrî û wehdeta îdareyî û wehdeta new’î û wehdeta cinsî ya di heyeta mecmuaya wê de ye û ew yekîtîya di mohra fitretê ya ku li ser rûyê wan hemûyan, bi îttîfaqa ji aliyê wan azayên mîna guh, çav û dev ve, ku bi eynî awayî tên xûyan.... û ew îttîhada di mohra hîkmetê ya ku li ser sîmayê wan ferdên her new’ekî tê dîtin û ji aliyê wan keyfiyetên bi hevrebûn û di navhevdebûn a di îase û îcada wan gistî de ye… ji wana, yek hebek jê tune ye ku ji wehdeta Te re, bi awayekî qet‘î sahidiyê neke. Û di her |
Rûpel(1-35):
|
|||
ferdê wê de, cilweyên hemû navên Te yên ku li kaînatê dinihêrin hene û di nav wan de yek hebek jê tune ye ku di nav wahîdiyetê de, ji ehediyeta Te re, nîsana wê tune be.
Hem çawan ew bi sedhezaran celebên însan û heywanên ku li ser rûyê hemû zemînê, bi hev re belav bûne,nola artêseke muntezem, bi techîz û talîmat û îtaet û musexeriyetên xwe û ji yên tewrî pîçûk, heta yên tewrî mezin yên fermanên rûbûbiyetê, bi intîzam pêk tên, ji dereceya hesmetî ya wê rûbûbiyetê re delîlî dike û digel ku zaf in û gelek bi rûmet in û gelek mukemmel in û tevî ku gelek bi huner in û bi hev re, bi awayekî gelek û bi hêsayî tên çêkirin,ku ji dereceya ezameta qudreta Te re delîliyê dikin; eynî wisan jî, belavbûna wana ku ji rohilatê heta rojava, ji bakûrheta basûr; ji mikrobê, heta gergedanê; ji mêsa herî piçûçok,heta çivîka tewrî mezin; ji firehiya bêhed a wê rehmeta Te ya ku rizqê van hemûyan digihijîne wan re, delîlî dikin û bi aliyê xwe yê ku, her yek ji wan nola leskerê fermanber, wezîfeya xwe ya fitrî dike û ser rûyê erdê, di her biharê de, di ciyên wan ên ku demsala payîzê hatine terxîskirin de, ji bo ordîyeke ji nû ve, dikeve binê çek û sîlehê,dike ordugah. Ha ji vî aliyî ve, ji firehiya bêserûber ya hakimiyeta Te re, bi awayekî qet-‘î delîltîyê dikin. Hem çawan ku, ji ajal û lawiran her yek jê, û di hukmê nusxeyeke piçûk û mîsala musexer a kaînatê de ye û bi ilmekî gelek kûr û bi hîkmeteke gelek deqîq; û ew qismên tevlihev ên kaînatê, bêyî ku werin tevlihevkirin; û sûretên cihê cihê yên heywanan, bêyî ku sasî bikevê, bêçewtî, bêsehitîn û bêkêmahî ku tên çêkirin; bi qasî hejmarên xwe, îsaret dikin ku ilmê Te, her tistî îhate dike û hîkmeta Te, samilê her tistî ye; eynî wisan jî, her yek ji wan, bi çêkirina wisan xwesik û bi huner û sen’eta ku bi qasî bibe mucîzeya senet û xarîqeya hîkmetê, ji kemala husna sin’eta rebbanîya ku Tu pir jê hez dikî û teshîra wê dixwazî, ji |
Rûpel(1-35):
|
|||
xwesi kahiya wê ya gelek zêde re îsaret dike û bi xwedîkirina her yek ji wana, bi taybetî ya wan weled û têjikên ku bi awayekî gelek nazdar û nazenîn; û bi cîh anîn û tetmînkirina hewes û daxwazên wan; ji cemala înayeta Te ya pir sîrîn re, îsaretên bêhed dikin.
Ey Rahmanûrrahîm! Ey Sâdîqû’l-Wa’dû’l-Emîn! Ey Mâlîk-î Yevmîddîn! Bi talîma Resûlê Te yî Ekrem eleyhîsselatu wesselam û bi îrsada Qur-ana Te ya Hekîm têgihîstim ku: Madem encama herî bijarte ya kaînatê, jiyan e û xulaseya herî bijarte ya jiyanê, ruh e û ji ruhbaberan, qismê herî bijarte, yê xwedîsuûr e û di nav xwedîsuûran de, yê ku herî zêde bi qabiliyet mirov e û hemû kaînat bi xwe jî, musexxerê jiyanê ye û ji bo jiyanê dixebite û yên xwedîjiyan, ji ruhbaberan re musexxer in û ji bo wan ruhbaberan têne sandin vê dunyayê û ruhberên ku hene, musexxerê însan in û ji însanan re alîkarî dikin.. û mirov, ji aliyê fitretê ve, ji Xaliqê xwe, bi awayekî zaf ji dil hez dikin û Xaliqê wan, hem wana hez dike, hem bi her wesîleyî xwe bi wan dide hezkirin.. û qabiliyeta mirov û cîhazên mirov ên manewî, li alemeke din a baqî û li jiyaneke ebedî dinihêre; û dil û suûrê mirov, bi hemû hêza xwe beqayê dixwaze .. û zimanê mirov, bi dua û lavayên xwe yên bêhed, ji bo beqayê bi Xaliqê xwe re, dua dike û dizare û digaze. Helbet û her hal, ew ê ku zaf hez dike û tê hezkirin.. û ew, wan mirovên ku mehbûb û muhîb in, bi awayekî ku careke din êdî wan nevejîne, nakuje Îca ew însanên ku ji bo muhebbeteke ebedî hatine afirandin,qet nabe ku bi edaweteke/dijminahiyeke ebedî,wan bide xeyidandin û dilê wan bihêle û ev yek ne qabil e.Bileks, ji ber hîkmeta ku dê li alemeke din a ebedî bi awayekî |
Rûpel(1-35):
|
|||
dilsad bijî, ji bo li vê dunyayê bixebite û wê (jiyana ebedî ya mesûdane) qezenc bike, hatiye sandin. Û ew navên ku li mirovan tecellî kirine, bi cilweyên xwe yên li vê jiyana fanî û kurt, îsaret dikin ku li alema beqayê,insanên ku neynika wan in, dê bibin mezherê cilweyên wan ên ebedî.
Belê, dostê ebedî yê sadiq , dê ebedî be. Û eynika xwedîsuûr a baqî, divê ku baqî be. Ji riwayeta sehîh tê fêmkirin ku ruhê heywanan, dê baqî bimîne û hin ferdên mexsûs ên mîna Hudhudê Suleymanî 1 (e.s.) û Neml û Naqeya Salih (e.s.) û kelbê Eshabê Kehf; hem dê tevî ruhê xwe, hem tevî cesedê xwe, biçine alema baqî; û ji bo carcaran bikaranînê, ji her celebekî, dê tenê yek cesedekî wan hebe; û hîkmet û heqîqet, hem rehmet û rubûbiyet jî wisan îqtîza dikin. Ey Qadirê Qeyyûm! Ew hemû xwedîjiyan û xwedîruh û xwedîsuûr; di mulkê Te de, tenê bi qewet û qudreta Te.. û ancax bi îrade û tedbîra Te û bi rehmet û hîkmeta Te, ji fermanên rubûbiyeta Te re hatine tesxîrkirin û bi wezîfeyên fitrî hatine wezîfedarkirin. Û besek jê, ne ji bo hêz û biserketina mirovan, bileks ji bo acz û ze’fa mirovan ya fitrî, bi hêla rehmetê ve, ev jê re musexxer bûne.. Û ew, bi --------------------------------------------------------- 1- Di dema Hz. Suleyman Pêxember de, çivîkek bi navê Hudhud heye. Ev çivîk, gelek bi nav û deng e. Hatiye rîwayetkirin ku vê çivîkê, dinavbera Suleyman Pêxember û Belqis de, navbendkarî kiriye. Belqis,li devereke bi navê “Saba”, melîkeya welatê xwe bûye. Ev devera Saba,di navbera Hîcaz û Yemenê de, ciyek bûye. Xelkê wan, wê hingê “Semsî/Rojperest” bûne. Çivîka Hudhud, bûye wesîle ji Belqis re ku bibe tabiê Hezretî Suleyman Pêxember. (Abdullah Yegin, Yeni Lugat,Ws. Yeni Asya, 1975) |
Rûpel(1-35):
|
|||
lîsanê hal û lîsanê qal, Sanî’ û Mabûdê xwe, ji kêmahî û ji serîkiyê teqdîs dikin û ji nîmetên Wî re, senakar û sukurdar in û her yek ji wan, îbadetê xwe yê mexsûs dikin.Ey ewê ku ji sîddeta zuhura xwe, xwe alîperde kirîye! Û ey Zatê Eqdes ê ku ji ezemeta kibriyaya xwe, pistperde bûye! Bi tesbîhên hemû jiyandaran,
Te teqdîs dikim û niyet tînim û سُبْحَانَكَ يَا مَنْ جَعَلَ مِنَ الْمَاءِ كُلَّ شَيْءٍ حَىٍّ 1 dibêjim. Ya Rabbe’l-âlemîn! Ya Îlâhe’l-ewwelîne we’l-âxirîn! Ya Rabbe’s-semavatî we’l-aradîn! Bi talîma Resûlê Ekrem eleyhîsselat û wesselam û bi dersa Qurana Hekîm têgihîstim û min îman anî ku: Çawan erd, esman, feza, dar, berr û behr, nebat, heywan; bi tevî efradên xwe, bi besê xwe û bi zerreyên xwe, Te dizanin; Te nas dikin û ji hebûn û yekbûna Te re sehadet û delalet û îsaret dikin; her wisan jî, xwedîjiyanên ku xulasaya kaînatê ne û mirovên ku xulasaya xwedîjiyanan in û enbiyayên ku xulaseya mirovan in û musahede û îlham û îxracatên qelb û aqilan ên ku xulaseya ewliya û esfiya ne, bi qet’îtiyeteke ku bi qasî sedan îcma û bi sedan tewaturan bi hêz e, bêguman ji wucûba wucûd Te re û ji wehdet û ehediyeta Te re,sahidiyê dikin û îxbar dikin. Bi mûcîze, keramet û burhanên xwe yên yeqînî, agahiyên xwe, îsbat dikin. ----------------------------------------------------------- 1- Ey,yê ku her tistî ji avê çê dike û heyatê didê! Tu ji her qusûr û kêmasîyan munezzeh î. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Belê, di dilan de, di pist perdeya xeybê de, tu xatireyeke xeybî ya ku li Zatekî îxtarker dinihêre… û tu ilhameke sadiqa ku li Zatekî îlhamdêr, dide nihêrtin û tu îtîqadeke yeqînî ya ku bi awayê heqelyeqîn, wan îsmên Te yên husna û sıfatên Te yên qudsî kesf dikin û tu qelbekî nûranî yên enbîya û ewliyayên ku nurên wacîbûl wûcûdekî, bi awayê eynelyeqînî musahede dikin.. û tu aqilekî munewer ê esfiya û sidiqînên ku ayetên wûcûba Xaliqekî Kullî Sey û burhanên wehdeta Te, bi awayê îlmelyeqînî tesdîq û îsbat dikin tune ye ku ji wûcûba wûcûda Te re û ji sifatê Te yê qudsî re û ji wehdet û ehediyet û îsmên Te yên husna re, sahidiyê nekin, delîlîya wan, tune be û îsareta wan, nîn be.
Û nemaze Resulê Ekrem eleyhisselatû wesselamê ku îmam û reîs û xulaseya temamê enbiya û ewliya û esfiya û siddîqînan e, tu mucîzeyeke wî ya zelala ku îxbarên wî tesdîq dikin.. û tu heqîqetên wî yên ‘alî/bilind yên ku heqaniyeta wî nîsan didin.. û Qur-ana Mucizul Beyan a ku xulasatul xulasaya hemû kitêbên biheqîqet ên muqedes e, tu ayeteke wê ya tewhidî ya qet’î.. û ji meseleyên îmanî, tu meseleyeke qudsî tune ye ku ji wûcûba wûcûda Te re û ji sifatên Te yên qudsî re û ji wehdet û ehediyeta Te re, ji esma û sifatê Te re, sahidiyê neke û delîliya wan tune be û îsareta wan nebe!.. Hem çawan ku bi sedhezaran, ew muxbîren sadiq, xwe dispêrin mûcîzat û keramat û hucetên xwe û ji hebûn û yekîtîya Te re sahidiyê dikin; her wisan jî, bi îcma, bi îttîfaqê,dereceya hesmeta rûbûbiyeta Te ya ku ji îdareya hemû kar û barên ersê e’zem ê ku mûhîtê her tistî ye, bigre; heta zanîn û bihîstin û îdareya xatirat û daxwaz û duayên qelb yê herî vesarî û cuz’î, cereyan dike; û dereceya ezemeta qudreta Te ya ku li ber çavê me, tistên bêhed ên cur be cur, bi yek carê îcad dike, bêyî ku fiîlek ji fiîlekê re, karek ji karekî re bibe asteng û tistekî herî mezin, nola mêseke herî piçûk bi asanî çê dike; îlan û îxbar û îsbat dikin. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Hem çawa ku, ji firehiya rehmeta Te ya bêhed ya ku evê kaînatê, ji ruhberan re, nemaze/xusûsen ji însanan re, dixe hukmê qesreke mukemmel, û cennet û seadeta ebedî, ji cin û ins re, dide amadekirin, û candareke here piçûk, ji bîr nake, û qesta tetmîn û taltîfa qelbekî here aciz dike; wê firehiya hakimiyeta Te ya bêserûber a ku ji zerayan heta seyyareyan,hemû celebên mexlûqan ji fermanên xwe re, dide itaetkirin û emirber dike û wan wezîfedar dike; radigihînin û bi mûcîze û huccetên xwe ve, îsbat dikin. Her wisan jî, ji îhateya ilmê Te yê ku her tistî, yê ku kaînat kiriye wek kitêbeke kebîr a ku tê de, bi qasî hejmara eczayên wê, rîsale hene; û li Îmamê Mubîn 1 û Kîtaba Mubîn a ku defterên lewhê mehfûz in, hemû serguzestên hemû mexlûqan dinivîsîne.û di hemû dendikan de, fîhrîste û bernameyên hemû daran; û di serê xwedîsuûran de û di hemû quweyên hafizeyan de, tarîxçeya jiyana xwediyê wan, bêyî çewtî, bi muntezemî dide nivîsandin û sumûla hikmeta
----------------------------------------------------- 1- Îmamê Mubîn, Kîtabê Mubîn: Îmamê Mubîn, ji wê lewheya mehfûza ku her tist bi awayekî nivîsandî tê de heye. Îca Kîtabê Mubîn ew kitêb e ku î’caza wê asîkar e, îfadeyên wê ronak in. Ev tabîrên ha, di gelek sureyên Quranê de, bi awayên cure cure derbas dibin. Hinek ji mufessirên Quranê, van her du têgihan, di heman wateyê de qebûl kirine; lê belê hinekan jî, gotiye ku, wateya van her du têgihan, ji hev cihê ye. Di Rîsaleyê Nûr de, ev weha hatine sîrovekirin: “Îmamê Mubîn, ji cureyekî ilm û fermanên Îlahî re, unwanek e ku ji alema sehadetê zaftir, li alema xeybê dinihêre. Ango ji zemanê halêzêdetir, li rabirdû û dahatûyê nezer dike. Ango ji wê wucûda zahirî ya her tistî zêdetir, li eslê wan, li nesla wan û li rehên wan û li dendikê wan dinihêre. Deftereke qedara Îlahî ye. Îca Kîtabê Mubîn ku heye, ji alema xeybê zêdetir li alema sehadetê dinihêre. Ango ji rabirdû û dahatûyê zaftir, li zemanê hazir nezer dike û ji ilim û fermanê zêdetir, unwanek û defter û kitêbeke qudret û îradeya Îlahî ye. Ku Îmamê Mubîn deftera qederê be, Kîtabê Mubîn, deftera qudretê ye.” |
Rûpel(1-35):
|
|||
ya qudsî ya ku her tistî îhate dike û bi her yek mewcûdî ve, gelek hîkmetan datîne; hetta di her yek darekê de, bi qasî hejmara fêkiyên wê, encaman dide dayîn û di her xwedîjiyanekê de, bi qasî hejmara azayên wê, belkî bi qasî hejmara cuz û huceyreyên wê, meslehetan disopîne û hetta çawan ku zimanê mirov, bi gelek wezîfan, dide wezîfedarkirin,bi qasî hejmara tehmên xwarinan, bi wan mîzanokên ku zewqî ne, dide techîzkirin.
Û him ji dewama tecelîyên wan navên Te yên celalî û cemalî yên ku numûneyên wan, li vê cîhanê tên dîtin, bi awayekî here rewnaq, dê li ebedulabadê dewam bikin; û ji beqa û berdewmîya îhsanên Te yên ku numûneyên wan, li evê alema fanî tên xûyan, dê bi awayekî bêhtir sa’sa’pas, li dara seadetê bidomin, û ji hevrebûn û hevalbendîya wan mustaqên ku li evê dunyayê wan dîtine, dê li ebedê jî, bi wan re bin re, bilîcma û bilîttîfaq sehadet û delalet û îsaret dikin. Hem di serî de Resûlê Te yê Ekrem eleyhîsselatu wesselam û Qurana Te ya Hekîm, li ser bi sedan mucîzeyên askere û ayetên qet‘î; hemû enbiyayên ku eshabê erwahên nûranî ne û ewliyayên ku eqtabê qelbên rohnîdar in û esfiyayên ku, erbabê aqilên munewer in û di hemû suhûf û kitêbên muqeddes de, xwe sipartine wan w’ed û tehdîdên Te yên ku Te pir bi tekrar kirî ye, û bi îtîmada xwe ya bi selteneta rubûbîyeta Te û izzeta celal û sanê Te û wan sifetên Te yên qudsî yên mîna qudret û rehmet û înayet û hîkmet û celal û cemalê, û bi îtîqadên xwe yên û bi kesfîyat û musahedat û bi îlmelyeqînî; mizgîniya seadeta ebedî, didin cin û însan. Û radigihînin û îlan dikin ku ji bo ehlê delaletê Cehennem heye û pê îman tînin û sahidîya wê dikin. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Ey Qadirê Hekîm! Ey Rehmanê Rehîm! Ey Sadiqul We’dil Kerim! Ey Qehharê Zulcelal ê xwediyê izzet û ezemet û celalê! Tu sed hezar derece muqeddes î ku, wê muqteziyata qet’î ya selteneta rûbûbîyeta xwe û ev qas dostên xwe yên sadiq û ev qas wadên xwe û ev qas sifat û sanên xwe tekzîb bikî û Tu, wan dew(îddîa) û duayên bêhejmar yên wan îbadên xwe yên meqbûl ên bêhed ên ku Tu ji wan hez dikî û ew jî, bi tesdîq û îtaetê, xwe bi Te didin hezkirin, red bikî.
Û Tu, bi awayekî bêhed munezzeh û dûr î…. ji wê tesdîqa înkara hesrê ya ehlê delalet û ehlê kufrê; ew ên ku bi kufur û îsyanê, Te bi wa’dê Te de, tekzîb dikin; her wuha têkilî ezameta kibriya Te dibin û berbirîyê îzzeta celala Te tên û bendeyê heysiyeta uluhiyeta Te dikevin û sefqeta rubûbiyeta Te muteessir dikin! Ji zulmeke weha bêhed û ji nerindîyeke weha, ez edalet û cemal û rehmeta Te ya bêserûber, teqdîs dikim! Ayeta سُبْحَانَهُ وَ تَعَالَى عَمّا يَقُولُونَ عُلُوّ ًا كَبِيرًا 1 qasî hejmara hemû zereyên wûcûda xwe dixwazim bibêjim. Bilelks ew qasidên Te yên sadiq û ew dellalên selteneta Te yên rast, -di sûretê heqelyeqîn, eynelyeqîn, îlmelyeqîn de- ji xezîneyên Te yên rehmetî yên ûxrewî re û ji defîneyên Te yên alema beqayê re û ji cilweyên xwesik û xarîqe ----------------------------------------------- 1- Xwedê, ji wan gotinên ku zalim dibêjin, bêrî ye. Ew gelek mezin e,raser e. ( Sureyê Îsara: 43 ) |
Rûpel(1-35):
|
|||
yên wan navên Te yên spehîyên ku li dara seadetê, dê bi temamî askere dibin re, sehadet, îsaret, besaret dikin.
Û pê îman tînin û evê dersê didin îbadên Te ku: sûa û tîrêjeke herî mezin ya navê Te yê Heq ê ku merkez û roj û hamî yê hemû heqîqetan e, ev heqîqeta ekber a hesrê ye. Ey Rebbul-enbiya wes-siddiqîn! Ew hemû; di mulkê Te de, bi ferman û qudreta Te û bi vîn û tedbîra Te, bi ilm û hîkmeta Te, musexer û muwezzef in; wan bi teqdîs, tekbîr, tehmîd, tehlîlê, kureya erdê, di hukmê zikirxaneyeke e’zem de û evê kaînatê jî, di hukmê mescîdeke ekber de nîsan dane! Ya Rebbî we ya Rebbes-semawatî wel eredîn! Ya Xaliqî we ya Xaliqê Kullê Sey! Tu bidî heqqê qudret û îradet û hîkmet û hakimiyet û rehmeta xwe ya ku asîman tevî sitêrkên wê, erdê tevî mustemilata wê û hemû mexlûqatî tevî hemû keyfîyatên wan tesxîr dike! Tu nefsa min, ji min re musexxer bikî. Û metlûbên min, ji min re muyesser bikî! Ji bo xizmeta Qur-an û îmanê, Tu dilê mirovan ji Risaleyên Nûr re musexer bikî! Û Tu îmana kamil û husnê xatîme bidî min û birayên min. Çawan ku Te derya, ji Hezretî Mûsa eleyhîselam re; û ji Hezretî Îbrahîm eleyhîselam re, agir; û ji Hezretî Dawûd eleyhîselam re, çiya û hesin; û ji Hezretî Suleyman eleyhîsselam re cin û insan; û ji Hezretî Muhemmed eleyhîselat û wesselam re roj û heyvê tesxîr kir; Tu dil û aqilan, ji Riseleyên Nûr re musexxer bikî. Û Tu min û talebeyên Rîsaleyên Nûr, ji serrê nefs û seytên û ji ezabê qebrê û ji agirê cehennemê biparêzî û Tu me li Cenetul firdewsê mesûd bikî! Amîn. Amîn. Amîn. |
Rûpel(1-35):
|
|
Vê dersa xwe ya ku min ji Qur-an û Cewsenul Kebîra ku munacata nebewî ye, girtîye; weke îbadetekî tefekkurî,ji dergahê Rebbê xwe yê Rehîm re, erz dikim. Heke min tê de qusûr kiribe, ji bo bexisandina qusûra xwe, ez Qur-an û Cewsenul Kebîrê, dikim sefaetkar û ji rehmeta Te, efûya xwe niyaz dikim!.
![]() ![]() 1 Em Te ji her cure sifetên noqsan tenzîh dikin. Ji xeynî ilmê ku Te hînîme kiriye pêve, tu ilmekî me une ye. Bê guman Tu bi her tistî basdizanî û Tu her tistî bi hîkmetê çê dikî. (Beqere: 32)
2 Dawiya duayên wan weha ye: Hemd, mexsûsê bi wî Xwedayî ve ye ku Rebbê aleman e.( Yûnus: 10) |
Rûpel(1-35):
|
|||
NOTAYA DUWANZDEHAN
Ji Lem’aya Hevdehan Ey Rebbê minê Rehîm! û Ey Xaliqê minê Kerîm! Bi tercîha mina xirab, umrê min û cuwanîya min zayî bû, çû. Ji wan fêkîyên wî umrê min û ciwanîya min; yên di destê min da man: gunehên elemkar, xemên zîlletbar, wesweseyên dalaletdar mane.Û bi evî barê giran û qelbê nexwes û rûyê res ve, nêzîkê qebrê dubim. Bi çavê serê xwe, dubînim ku, va ye ez, bi lez û bez, bê yî ku ber bi rast û çepê herim, bi awakî bêhemdê xwe, wek wan ehbab û eqran û eqrebayên xwe yên wefat kirine, ber bi derîyê qebrê ve, diçim. Ew qebra, menzîla ewil û derîyê pêsîyê ye ku ji vî warê fanî, ber bi firqeta ebedî ve, li ser rêya ebedu’l-abadê, hatîye saz kirin. Ev dunyaya ku min xwe pê ve girê daye û ez li dû ketime jî, min bi qenaeteke qet’î fehm kirî ye ku diçe helakê, dubuhure û fanî ye, dimire. Û bi awakî qet’î tê xuyan ku bi tevî mewcûdatên di navê da jî, li dû hev, qefle bi qefle, bar dike û diçe, wunda dube. Xasme, ji yên wek min ên ku xwedîyê nefsa xerab re, ev dunya pir xeddar e, mekkar e/xapînok e; gava lezzetekî bide, hezar eleman pê ve dike, pê dide kisandin. Ku hebek tirî bide xwarinê, sed sîmaqî lê dixe. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Ey Rebbê minê Rehîm! û Ey Xaliqê minê Kerîm!
Ez bi sirra 1 Küllü Atin Garib ji nuha ve dubînim ku, di demeke nêzîk da, min kefenê xwe li xwe kir, ez li tabûta xwe suwar bûm, min ji dostên xwe xatir xwest, va min berê xwe da qebrê û diçim. Li dergahê rehma Te, bi lîsanê halê cenazeyê xwe, bi lîsanê qal ê ruhê xwe ve, bi hawar û gazî,dubêjim: “ El eman! El eman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji rûresîyagunehên min xelas ke!” Va ye ez gihîstim serê qebra xwe. Min kefenê xwe bi hustîyê xwe da kir û li ser bedena xwe ya ku li ser qebra min dirêj bûye, sekinîm. Ez berê xwe didim dergahê rehmeta Te û bi hemû hêza xwe, dikim hewar û gazî: “ El eman! El eman! Ya Rehman! Ya Hennan! Ya Mennan! Min ji barên gunehên min ên giran, xelas bike!” Va ketim qebra xwe; min kefenê xwe li xwe pê ça. Wan ên ku ez rêwî kirim, ez hîstim û çûn. Li hêvîya ewf û rehma Te me. Min bi çavê xwe dît ku, bê Te, tu bext û xelaskar tune ye. Ji rûyên gunehan yên bed û xirab; ji siklê bê emrî ya wehsî û ji tengî ya ewî mekanî, bi hemû hêza xwe, gazî dikim: “El eman! El eman! Ya Henna! Ya Mennan! Ya Deyyan! Min ji hevaltîya gunehên minên xerab, xelas bike! Cîhê min fireh bike!” ------------------------------------- 1 - Her pêseroj, nêzîk e. (Hadis. Bkz. Ibn Mâce, Mukaddime: 7/46; Aclunî, Kesfü’l- Hafa: 2/105) |
Rûpel(1-35):
|
|||
Îlahî! Rehmeta Te, bextê min e û Hebîbê Te(Eleyhî’s-Selatu’We’s-Selam) ê ku Rehmeten li’l- alemin e, ji bo gihîstina rehmeta Te, wesileya min e. Ez ne ku ji Te gazinan dikim;
bereks, gil û gazinên nefsa xwe û halê xwe, ji Te ra dikim. Ey Xaliqê minê Kerîm! û Ey Rebbê minê Rehîm! Mexlûq û mesnû û evdê Te yê bi navê Seîd, di gel ku him asî ye, him aciz e; him xafil e, him cahil e; him elîl e, him zelîl e; him gunehkar e, him extîyar e; him îsyankar e, him jî xulamekî ku ji cem mîrê xwe revîye, fîrar e; pistî çil salî sûnda, posman bûye û dixwaze vegere, xwe bavêje dergahê Te. Dexaletê rehmeta Te dike. Guneh û xetayên xwe yên bê hejmar, îtiraf dike. Giriftarê ewham û nexwesîyên cur be cur bû ye. Gazî û lavayê Te dike. Ku Tu bi kemala rehma xwe, wî qebûl bikî, bixefirîni û lê werî rehmê; ji xwe, ew sanê Te ye. Lewra Tu Erhemu’r-Rahimîn î. Ger Tu qebûl nekî; ka îcar, xêncî derîyê Te, herim kîjan derî? Ka kîjan derî heye? Jixwe xêncî Te, tu Reb tunin ku meriv here dergahê wî. Xêncî Te, tu Me’bûdê heq tunin ku meriv xwe bavêjê!.... |
Rûpel(1-35):
|
|||
Ji Meqamê Dudûyan
Yê ji Gotina Hevdehan Bi Bist û pênc sal berê, min di Remezanekê da, pistî esrê, manzûmeya Esma yên Husna ya Sêx Geylanî( q.s.)xwend. Hewesek hate min ku munacateke bi Esma ê Husna binivîsim. Lê ew çax, evqas hate nivîsîn. Min xwest ku ji munacaatê esmaîye ya wî ustadê xwe yê qudsî re nazîreyekî çêkim. Heyhat! di nazmê da, jêhatî nînim. Min nekarî, nivçe ma. Ev munacaeta, ketibû nav “Rîsale ya Pencereyan” ya kû Mektuba “Sî û Sisîyan” ya “Gotina Sî û Sisêyan”. Ji ber munasebeta meqam, li vir hat nivîsîn. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Yê Baqî, Her Ew e
Yê ku hukman, bi hîkmet tîne cîh, Ewe. Em jî di bin hukmê Wî da ne. Yê Hakîm û Adil her Ew e. Erd û asîman yê Wî ne. Yê ku tistên vesartî yên di milkê xwe da û xeybê dizane, her Ew e. Yê Qadir û Qeyyûm her Ew e. Ers û sera yê Wî ne. Neqsên di sen’etên Wî de û narînîya di hunerên Wî de, yên Wî ne. Fatir û Wedud Ew e. Xeml û xwesî, yê Wî ne. Yên kû di neynika mewcûdatê da û di tewrên wan da, tecellî dikin, celalê Wî yê. Melîk û Qûddus Ew e. Izzet û mezinahî ya Wî ye. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Yê ku mexlûqat, bi awakî here xwesik çêkirîye, Ew e.
Em jî, nexsên sen’etê Wî ne. Daim û Baqî Ew e. Mulk û Beqa, yê Wî ne. Yê ku di dayîna xwe da kerîm e, Ew e. Em jî komek ji mêvanên Wî ne. Rezzaq û Kafî Ew e. Hemd û Sena ji Wî re ye. Bedewbûna di xelatên Wî da, yê Wî ne. Em jî eserên sen’etên Wî ne ku bi ilmê Wî, hatine hunandin. Xaliq û Wafî Ew e. Hemû lutf û kerem, yê Wî ne. Yê ku dua û daxwaz û gilîyên mexlûqatên xwe dibihîse, Ew e. Rehîm û Safî Ew e. Hemd û sukur, ji Wî re ye. Xeta û gunehên evdên xwe dibexsîne Ew. Xeffar û Rehîm Ew e. Efw û riza, di destê Wî da ye. Ey nefsa min! Wek qelbê min bigrî, bizare û bibêje: “Ez fanî me, ez yê fanî naxwazim. Aciz im; ez yê aciz naxwazim. Min ruhê xwe teslîmê Rehman kir; yên mayî naxwazim. Dixwazim; lê yarekî baqî dixwazim. Ez bi xwe qet ne tist im; lê evî mewcudatî, bi tevahî, dixwazim.” |
Rûpel(1-35):
|
|||
Ji Meqamê Dudûyan
Belê ev mewcûdatan neynik in. Feqet çawa ku tarîtî, ji bo ronahîyê neynik e; him tarîtî, çiqas zêde be, ewqas ronahî sewq dide; bi gelek hêlan da, ziddîyet ayînedarîyê dike.Yê Ji Mektûba Bîstan Mesela çawa ku mewcûdat, bi acizîya xwe, ji qudreta San’î re ayînedarîyê dike; bi feqîrîya xwe, ji xina û kerema Wî re, ayînedarîyê dike. Her wusa bi fanîbûna xwe, ji beqaya Wî re, ayînedarîyê dike. Belê rewsa feqîrane ya rûyê zemîn û ya darên li ser rûyê wê, ya dema zivistanê; û serwet û têr û tijetîya wan ya rewnaq û rengîn ya di biharê da, bi awakî gayet qet’î, ji qudret û rehmeta Qadirekî Mûtlaq û Xenîyekî ele’l-itlaq re, ayînedarîyê dike. Belê hemû mewcûdat, bi lîsanê halê xwe, wek Weysel Qeranî, awha munacat dikin û dubêjin ku: “Ya Îlahena Rebbê me, Tu yî. Lewra em ebd in. Ji terbîyekirina nefsa xwe aciz in. Ewçax yê ku me terbîye dike Tu yî. Him Tu yî Xaliq. Lewra em mexlûq in, tên xuliqandin.Him Rezzaq Tu yî. Lewra em muhtacê rizq in, destên me naghêjê. Yê ku em çêkirine û rizqê me dide, Tu yî. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Him Tu yî Malik. Lewra em memlûk in. Lewra em xwedîyê xwe nîn in. Yekî din, di me da, xwedîtîyê/tasarrufê
dike. Nexwe, xwedîyê me Tu yî. Hem Tu Ezîz î. Xwedî izzet û ezamet î. Em li zîlleta xwe dinêrin û li ser me cilweyên/nîsaneyên izzetê hene. Nexwe em eynika izzeta Te ne. Hem Tu yî Xenî yê Mutlaq. Lewra em feqîr in. Serweteke ku destê me nagêjê, li wî destê hewcedarîya me, tê dayîn. Nexwe Xenî Tu yî, yê dide Tu yî. Him Tu Heyy û Baqî yî. Lewra em dimirin; em di mirin û vejîna xwe da, cîlwe û nîsana Heyatbexsekî daîmî dibînin. Him Tu Baqî yî. Lewra em di fena û zewala xwe da, dewam û beqaya Te dibînin. Him yê ku cewab dide, lutfê dike, Tu yî. Lewra em hemû mewcûdat, bi zimanê xwe yên halî û qalî, her dem diqîrin û dixwazin, dizarin û dua dikin. Xwestekên me, tên cîh; mexsed û meramên me hasil dibin, tên dayîn. Nexwe yê ku cewab dide, dibersivîne, Tu yî!….”û hakeza. |
Rûpel(1-35):
|
|||
Ji Rîsaleya Hubab
“Fe ya Rebbî, Ya Xaliqî, ya Malîkî! (Mesnewîyê Nûrîye) Hucceta min, ya ji gazîkirina Te, ihtîyaca min e. Di duayê minê ku ez ji te re dikim da, hazirîya min, feqîrîya mine. Wesîleya min, feqîrî û tunebûna hîleya min e. Xezîneya min, acizîya min e. Sermayeya min, emelên min e. Sefîê min, Hebîbê Te(Eleyhî’s-Selat’u s-Selam) û rehma Te ye. Efû bike, mexfîret bike, merhemet bike, Ya Allah, ya Rahman, ya Rahîm! Amîn.” Ji Peyva Dehan
“ Ey sultanê meyê ku me bi nîmetên xwe, perwerde dikî! Eslê wan, çavkanîyên wan nîmetên ku Tu numûne û sîya wan raveyî me dikî, nîsanî me bide. Û me bigre dergahê xwe. Me di vê çolê da mehf û perîsan neke. Me hilde huzûra xwe. Li me, rehmê bike. Van nîmetên lezîzên ku Te li vir bi me da temkirin; li wir, bi me, bide xwarin. Bi zewal û dûrxistinê, me tezîb neke. Evê raîyeta xweya îtaetkar ya ku mustaq û mutesekirê Te ye, bêkes û beredayî nehêle û îdam neke.”(Kitêba Gotinan) ji Gotina Sesan
“Ya Reb! Qusûra me, efû bike; me ji xwe re, evd qebûl bike. Heta zemanê qebza emanetê xwe, me di emanetê da, emîn bihêle. Amîn.”(Kitêba Gotinan) |