Rîsaleyên Îxlasê.
Rûpel(1-42):
|
|||
Rîsaleyên Îxlasê Bedîuzzeman SEÎDÊ NÛRSÎ Wergera ji Tirkî NEVZAT EMİNOĞLU |
Rûpel(1-42):
|
|||
LEM'AYA BÎSTAN
![]() ![]() û hedîsa nîşan didin ku îxlas, di Îslamîyetê de, çiqas esasekî girîng e. Ji nukteyên evê mesela îxlasê yên bê hed, tenê emê pêne xalan, bi kurtî beyan bikin. Tembîh: Xweşbextîyeke evê îspartaya mübarek ya ku medarê sukranê ye ev e ku, ehlê teqwa û ehlê terîqet û ehlê îlmê yên ku lê ne, li gor cîyên din, îxtîlafa wan ya reqa- betkarane nayê xûyan. Her çiqas, ew muhabbet û îttîfaqa heqîqî ya ku lazim e, tune be jî; li gor derên din, muxalefet û reqabeta bi zerar, tune. ------------------------------------------------------- 1 Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm. 2 Me ev Kitêba, ji te re bi heq daxistîye. Tu dîn, xalis ji Xwedê re bigre û jê re ibadetê bike. Bas bizanibe ku dînê xalis, yê Xweda ye. (Sûreta Zumer: 2-3) 3 Insan çûn helakê; tenê alim, xelas bûn. Alim jî çûn helakê, tenê yên ku bi ilmê xwe ve, emel kirin, rizgar bûn. Yên ku bi ilmê xwe, emel kirin jî, helak bûn. Ancax bi tenê, xwedî îxlas, xelas bûn. Xwedî îxlas jî, li ser xetereke mezin nin. (Kesf’ul Xafa, 2/280) |
Rûpel(1-42):
|
|||
XALA EWIL: Pirseka muhim û muthîs:
Çima ehlê dunya, ehlê xeflet, hetta ehlê dalalet û ehlênîfaq, îttîfaqa bê reqabet pêk tînin; eshabê dîyanet û ehlê ilim û ehlê terîqetên ku ehlê heq û ehlê wîfaqê ne, çima bi reqabet, îxtîlaf dikin? Îttîfaqa ku heqê ehlê wîfaqê ye û xîlafa ku lazima ehlê nîfaqê ye; ji bo çi, ev heqa, çu wir û ew niheqîya, hate vir? Elcewab; ji gelek sedemên evê hedîsa muthîsa elîm û fecî ya ku ehlê hamîyetê dide girîn; emê heft sedemên wê, beyan bikin. YA PÊSÎ; Çawa ku îxtîlafa ehlê heq, ji niheqîyê nayê, her wusa jî, îttîfaqa ehlê xefletê jî, ji heqîqettarîyê nîne. Bîlakîs, wezîfeya taife, cemaet û cemîyetên wek ehlê dunya û ehlê sîyaset û ehlê mekteb yên ku di tebeqeyên heyata civakî de, mesxûlê wazîfeke muayen û xizmetekî taybet in; kifse bûye û ji hev veqetîyane. Û ew ucreta wan ya pês ewê wezîfeyê ve, ya maddî ya di hêla maîsetê de û ucreta manewîya di hêla meqamperestî û san û serefa ku ji teref însanan ve tê dayin, eyan e û veqetyaye (Hasîye). Tevhevîyeke ku qasî niqas û gengesîyê derxîne, tune ye. Lewma, ewana çiqas di meslegekî xirab de jî, herin; dikarin bi hev re îttîfaqê bikin. ------------------------------------------------------------------------------------------- Hasîye; îxtar : Tewecuha însanan, nayê xwestin. Bereks, tê dayîn. Gava were dayîn jî, meriv pê kêfxwes nabe. Gava pê kêfxwes bû, îxlasê wunda dike, dikeve rîyayê. Tewecuha insana ya ku bi hewesa san û serefê jî, ucret û mukafat nîne. Bileks îtab û cezayeke ku ji ber bê îxlasîyê tê. Belê san û seref û tewecuha insana ya ku bi zerara îxlasa ku heyata emelê salih e, her çiqas heta derîyê qebrê lezzetekê dide; lê ji ber ku, li walî qebrê , dikeve tehrekî nexwes, ê wek ezabê qebrê; ne ku meriv hewes bikê, bereks divê ku meriv jê veciniqe û bireve. Ewên suhretperest û ketine dû san û serefê, xwelî li serê wan; gelo dibhisin? … |
Rûpel(1-42):
|
|||
Emma ehlê dîn û eshabê îlim û erbabê terîqetê, ji wana her yekî wî, çawan ku wezîfeya wan li umumê inêre; her wusan jî, ucretê wanê hazir jî, kifse nîne û texsîs û par ve nebûye; û her yekê wî, hisseya wan ya di meqamê civakî de û ya di tewecuha însanan û husnê qebulê de jî, ne eyan e. Ji bo meqamekî, gelek namzed çêdibin. Li her ucretekî maddî û manewî, gelek dest dirêj dibunê. Ji ber vê xalê,gengesî û eqabet derdikeve û wîfaq, dizivire nîfaqê; îttifaq,diqulibe ixtîlafê.
Han, dermanê evê nexwesîya dijwar, îxlas e. Yanî, divê meriv heqperestîyê, tercîhê nefîsperestîyê bike û atirê heqê, di ser xatirê nefs û enanîyetê re, bigre ; her wuha,mazharê sirra 1 ![]() 2 ![]() ---------------------------------------------------------------------------- 1 “ ucreta min, tenê ji Xwedê Teala ye”(Sureta Hud: 29) Hasîye: Xesletê sehabîyan yê “Îsar” ê ku azharê medh û senaya Qur’anê bûye, divê meriv ji xwe re bike rehber; yanî di qebulkirina hedîye û sedeqan de, divê kesên din, tercîhê nefsa xwe bike û menfîeta maddîya ku ji dêl xizmeta dînî ve tê, divê nexwaze û bi dilê xwe talep neke, li bendê nemîne; divê ewê, sirf îhsaneke îlahî bizanibe û minneta însana hilnede û ji ber xizmeta dînî jî, negre.
Lewra lazime ku ji ber xizmeta dînî, li dunyayê tistek neyê xwestin; da ku îxlas neskê. Her çiqas heqê wan heye ku umet maîseta wan temîn bike . Him musteheqê zekatêne jî. Feqet ev nayê xwestin. Bîlakîs, tê dayîn. Gava hate dayîn jî, divê neyê gotin ku “ ev ucreta xizmeta mine.” Divê meriv heta dikare, bi eneetkarane, nefsa yên din ên musteheq û ehîl, tercîhê nefsa xwe bike. Bi mazharîyeta sirra ![]() ve ji evê tehlîkeya dijwar xelas bube ûîxlasê qezenc bike. * (ewana çendî îhtiyaca wan hebe jî, wana di ser xwe re digrin (Sureta Hesr: 9 ) 2 “wezîfa pêxember, tenê teblîx e, ragîhandin e.” (Sûreya Maîde: 99) |
Rûpel(1-42):
|
|||
bizanibe ku, xala husn’u qebûl/qebula bas û tesîra xwes û destxistina meyl û teqdîra însanan, ew ezîfeya Xwedê Teala ye û di nav wazîfeya teblîxê de, nîne û lazim jî nîne û mukellefê bi wê yekê nîne; wuhareng, muwafaqê îxlasê dube. Ger wer nebe, îxlasê wunda dike.
---------------------------------------SEDEMA DUDUYAN: Îttifaqa ehlê dalaletê, ji zîlleta wane; îxtîlafa ehlê hîdayetê, ji îzzeta wan e. Yanî, ehlê dunya û ehlê dalaletê ku ehlê xefletê ne, ji ber ku, xwe nespêrtine heq û heqîqetê, zeîf û zelîl in. Ji er zîlletê,muhtacê bi destxistina quwetê ne. Ji ber vê îhtîyacê,xwe bi samîmane, hiske hisk, bi alîkarî û ttîfaqa ên dinan ve, digrin. Heta meslegê wan dalalet be jî, dîsa îttîfaqê muhafeze dikin. Herwekî, di wê niheqîyê de, heqperestîyekî;di ewê dalaletê de, îxlasekî; di wê bêdînîyê de,taassûbeke bêdînîyê û di ewê nîfaqê de, îfaqekê pêk tînin û muwafaq dibin. Lewra îxlaseke samîmî û ji dil, di serê debe jî, bê encam namîne. Belê bi xlasê, kê çi bixwaze, Xweda dide.(Hasîye) Lêbelê ehlê hîdayet û dîyanet û ehlê îlm û terîqetê, ji ber ku pista xwe dane heq û heqîqetê û her yekî wan, ixwe di rêya heq de, tenê Rebbê xwe difikire û xwe dispêre Wî ûdiçe. Manen, izzeta wan a ku ji wî meslegê tê, heye. Gava zeîftî hîs dikin, dêl însanan ve, xwe davêje Xwedayê xwe,hêvî û hewarê, ji Wî, dike û dixwaze. Bi îxtîlafa mesreban ve, bi mesrebên zahîren muxalîfê xwe re, îhtîyaca xwe ya bi alîkarîyê, tam hîs nake, Hasîye; Belê * ![]() |
Rûpel(1-42):
|
|||
luzumîya îtîfaqê, nabîne. Bîlakîs ku xodxemî û quretî hebe,xwe heqdar; muxalifê xwe, niheq zen dike; li sûna îttifaq û muhabetê de, îxtîlaf û reqabet, dikeve navê. Îxlas, ji dest diçe; wezîfeya wî, zîr û zeber dube.
Han, çareya nedîtina evan encamên wahîmên ku ji van sedeman dijwar derdikevin, Neh Emir in; 1. Hereketa musbet e; Yanî divê meriv, bi hezî û muhabbetameslegê xwe, tevbigere. Dijminatîya meslegên din û noqsan û kêm dîtina yên mayin, divê mudaxaleyê fikr û îlmê wî neke; bi wan re, mesxûl nebe. 2. Bîlakîs, divê meriv bifikire ku, di nav daîreya Îslamîyetê de,ji kîjan mesrebî dube bila bube, gelek rabitayên yekîtîyê û yên ku sedemê muhabet û biratîyê ne, hene û lazim e ku îtifaq bike, 3. Xwedîyê her meslegê heqdar, di hêla heqê wî yê ku têkilî meslegê ên din nebe de, heqê wî ev e ku, dikare bêje: “Meslegê min, heq e.” Yan jî “ Meslegê min, diha bas e, rindtir e.” Rehber girtina evê dustura însafê ya ku nikare bi awakî ku niheqî û nerindîya meslegên din îma û îddia bike û bêje “Meslegê min tenê, heq e.” Yan jî “Ya bas, mesrebê min e”, 4. Divê bifikire ku îtifaqa bi ehlê heq re, sedemekî tewfîqa îlahîû sebebê îzeta di dîyanetê de ye, 5. Divê were fêm kirin ku di zemanê êrîsa ehlê dalalet û niheqîyê ya bi sebeb hevkarîyê û bi dehaya sexsê manevîyeke hêzdar ya di suretê cemaetê de; li hemberî ewê sexsê manewîyê,berxwedana ferdî ya here xurt, mexlûb dube;Lewma, divê bi tevî îtifaqa alîyê ehlê heq ve, sexsekî manewî derxe û li hemberî ewî sexsê anewîyê dalaletê yê dijwar, heqê bide muhafeze kirin, 6. Û ji bo ku heqê , ji sawlet û bindestîya batilê rizgar bike, |
Rûpel(1-42):
|
|||
7. Divê nefsa xwe û enanîyeta xwe,
8. Û îzzeta xwe ya ku bi xelet difikire, 9 . Û bi terka hîssîyata xwe ya bê qîmet û reqabetkarane ve,îxlasê qezenc dike, wezîfeya xwe, bi heqî, tîne cîh.(Hasîye) SEDEMA SISÊYAN: Îxtîlafa ehlê heq, ne ji bêxîretî û zîlletê ye; û îtifaqa ehlê dalaletê, ne ji xîretkêsîya zêde ye. Bîlakîs, îxtilafa ehlê hîdayetê, ji suîstimala xîretkêsîyê, camêrîyê ye; û îtifaqa ehlê dalaletê jî, ji acz û ze’fa ku ji bêxîretîyê, tê. Ew tista ku ehlê hîdayetê, ji camêrîyê, sewqê suîstimalê û herwuha reqabet û îxtilafê dike, ji hirsa sewab û bêqeneetî ya ku ji hêla axîretê de, xesletekî meqbûl tê hesêb, dertê. Yanî bi yên wek “ Evê sewabê ez qezenc kim. Evan însanan, ez îrsad bikim. Bila bi gotina min bikin...”, li hember kesê ku birayê wî yê heqîqî ye û bi rastî, muhtacê alîkarî û muhabbet û biratîya wî ye, dikeve wezîyeteke reqabetkarane. Bi gotinên wek “ Sagirtên min, çima diçin cem wî? Çima sagirtên min, qasî yê wî nîn in?”, enanîyeta wî, ji wir, firsetê dubîne; meyla hubbu cah/meqamperestî a ku xisletekî mezmûm/nerind e, dike;îxlasê diskîne, derîyê rîyayê vedike. Ha dermanê evê xetayê û evê birînê û evê nexwasîya dijwar, ev e ku;Riza Xwedê Teâlâ, bi îxlasê, bi dest dikeve; ne bi pirbû- ------------------------------------------------------------ (Hasîye) Hetta çawa bi hedîsa sehîh, di axîrzemanê de, dîndarên heqîqî yên Îsewî, dê bi ehlê Quranê re îtifaq bikin û li hemberî zindiqaya ku dijminên wan yê musterek e, berxwe bidin; di evî zemanî de jî, ehlê dîyanet û ehlê heqîqetê, lazim e ku ne tenê bi yên hemdînên xwe, hem meslegên xwe , birayê xwe re îtifaqa samîmî bike; be’reks rûhanîyên heqîqîyên Xirîstîyan re jî, divê ku xalên sedemên îxtilafê ne, muwaqaten neke medarê niqas û nîzaê; û li hemberê dijminê wanê hevpar û musterek ên bêdîn ên mutecawîzên mulhîd,îtifaq bikin. |
Rûpel(1-42):
|
|||
na etba û ne jî bi serkeftina zêde…. Lewra, ji ber ku ewana wezîfeya îlahî nin; naynê xwestin, bîlakîs, carna tê dayîn.Belê carna, tenê yek gotinek, dube sebebê necatê û rizayê.
Divê girîngîya kemîyetê/pirbûnê, ewqas nebe mewzubehs. Lewra carna îrsada yek merivî, bi qasî îrsada hezar merivan, dube sedemê riza îlahî. Him îxlas û heqperestî, ew e ku; divê meriv bube tereftarê îstifadeya muslumanan ya ku ji her kî dube, bila bube.Wer nebe, ew fikra ku “bila ji min ders bigrin, sewab bimin, bidin qezenc kirin,” hîlekarî û fêlbazîyeke nefs ûenanîyetê ye.Ey însanê timakarê sewab û bêqeneetê emelê uxrewî! Hinek pêxember hatine, digel ku xêncî çend kesan, tabiên wan tune bûn. Dîsa jî, ucreta bêdawî ya wezîfeya pîroz ya pêxembertîyê sitandine. Nexwe maharet, ne bi pirbûna etbaan e. Bileks, huner, di qezenckirina riza îlahî de ye. Ka tu çi yî ku dibêjî “ bilaherkes, guh bide min” û wezîfeya xwe ji bîr dikî û bi wezîfeya îlahî de, dikevî? Qebulkirina bi însanan û kom kirina xelkê, ya li dor te; wezîfeya Xwedê Teala ye. Weîfeya xwe bike. Têkilî wezîfeya Xweda nebe. Him yên ku heq û heqîqetê guhdarî dikin û sewabê, bi yên dubêjin, didin qezenckirin; tenê însan nînin. Mexluqên Xweda Teala yên zîsuur û ruhanîyên wî û milyaketên wî, kaînatê tije kirine, her der sên kirine. Madem sewaba pir dixwazî, ew çax, îxlasê esas bigre û tenê riza îlahî bifikire. Da ku ew hebên wan kelîmeyên mubarekên ku ji devê te dertên yên li hewa, bila bi îxlas û nîyeta sadiq, jîndar bibin û bikevin guhên zîsuuran yên bê hed û wana rohnî bikin; bi te jî, sewab bidin qezenckirin.Lewra mesela gava te got “ Elhemdulîllah”, ev kelîma, bimilyonan gotinên Elhemdulîllahên piçuk û mezin, bi îzna îlahî, li hewa tê nivîsîn. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Neqqasê Hekîm, ji ber ku îsraf nake û karê wî de, abes tune ye; wan guhên pir ên bê hejmar ên ku ewan gotinên pîroz guhdar bike, xulq kirîye. Ger ew gotinên li hewayê,bi îxlas û bi nîyeta sadiq, bivejin; her yeke wê, wek fêkîyek lezîz, dikevin guhên ruhanîyan. Ger riza îlahî û îxlas, heyatê nede wan kelîman, naynê guhdarkirin. Sewab jî, tenê ji bo ewê kelîma di dev de, dimîne. Ew hafizên ku dengê wan zêde xwes nînin û ji ber vê yekê, xema kêmbuna guhdaran dikin; de bila xem nekin, gelo dibhîsin?
SEDEMA ÇARAN: Îxtilafa ehlê hîdayetê ya reqabetkarane, çawa ku ji nefîkirîna aqubetê û ji kor hisîyê, nîne; îtifaqa ehlê dalaletê ya samîmane, ne ji aqubetendîsetî û ne jî, ji dûrbînîyê ye. Bîlakîs ehlê hîdayete, bi tesîra heq û heqîqetê, digel ku nakevin ber hîssîyata nefsê ya kor, tabiê meyla dûr endîsaneya aqil û qelb dibin; lê ji ber ku îstiqamet û îxlasê muhefeze nakin, nikarin hifza ewî meqamê bilind bikin û dikevin îxtilafê. Lê ehlê dalaletê, bi tesîra nefs û hewayê, bi daxwaza hîssîyata kor û ya ku aqubetê nabîne û lezeteke hazir, tercîhê batmanek lezeta li pês dike; ji bo menfîeteke pêsin û lezeteke hazir, bi hev re samîmane û bi sîddet, îtîfaq dikin. Belê li dor lezeta hazir û dunyewî û menfîetê; yên bê qelb, nefisperest, zelîl; bi samîmî, îtifaq û îtîhad dikin. Ehlê hîdayetê, ji ber ku bi dusturên qelb û aqil yên bilind ve,mutewecîhê kemalat û fêkîyên uxrewîyên li pês û ayîdê axîretê, dibin; digel îmkan heye ku îstîqameteke esasî û îxlaseke tam, û îtîhad û îtîfaqeke xayet fedakarane, çêbe;lê ji ber ku, xwe ji enanîyetê pa nekirine, ji bela îfrat ûtefrîtê, îtîfaqa ku sebebê quwwetê ye, zede hildide. Riza îlahî jî, bi hêsayî, dest nakeve. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Melhem û dermanê evê mereza muhîm, bi 1 "el hübbü fillah" divê meriv, bi refaqeta wan kesên ku di rêya heq de diçin,îftîxar bike; û li dû wan, here; û serefa îmamtîyê, ji wan re bihêle; û di wê rêya heq de, kî dube bila bibe, bi wê îhtîmala ku ew ji wî bi xwe çêtirin, divê enanîyetê berde û îxlasê bi dest xe; û bi zanibe ku dirhemek amelê bi îxlas, li ser amelê bi batmanan yê bê îxlas re ye û tabi’bûnê jî, tercîhê ewê metbûîyeta (reîstîya) ku sedemê mesûlîyet û tehlîkê ye, bike; wuhareng, ji ewê nexwasîyê xilas dube,dikare ewê wazîfeya xwe ya ûxrewî, bi heqî, bike.
SEDEMÊ PÊNCAN: Îxtîlaf û tunebûna îtîfaqa ehlêhîdayetê, çawa kû ji zeîftîya wan nîne; îtîfaqa ehlê dalaletê yaxurt jî, ji quweta wan nîne. Bîlakîs bê tîfaqîya ehlê hîdayetê, çawa ku noqteya îstînada ku ji îmana kamil û ji quweta ku ji noxteya îstînadê dertê, tê; her wuha îtîfaqa ehlê xeflet û ehlê dalaletê, ji ber ku bi qelben noqteya îstînadê nabînin, ji ber ecz û zefa wan derdikeve. Lewra yên zeîf, ji ber ku muhtacê îtîfaqê ne, bi sîddet, îtîfaq dikin. Yên bi hêz, ji ber ku îhtîyaca îtîfaqê tam hîs nakin, îtîfaqa wan zeîf e. Sêr, ji ber ku wek rovîyan, muhtacê îtîfaqê nînin, bi tena serê xwe dijîn. bizinkûvî, ji bo hifza xwe ya ji guran, kerî bi kerî, digerin. Nexwe, çawa cemîyeta zeîfan û sexsê manewîya wan, qewî ye, xurt e (Hasîye) cemîyeta qewîyan û şexsê ------------------------------------------------------------------------------ 1 Hezkirina Ji bo Xweda(Hedîs. Buxarî, 1/8; Muslim, Birr:12,) Hasîye: di nav komîteyên Awrûpayê de, yê here bi bandor û here dijwar û di alîkî de, here hêzdar, çawa ku ya jinên ku cinsê latîf û zeîf û nazik in ya Komîteya Huqûqê û Azadîya Jinan ya li Amerîqayê ye; her wuha Ermenîyên ku di nav miletan de, hindik û zeîf in, komîteya wana ya ku wezîyetên hêzdar û fedakarane nîsan didin, evê îddia me te’y’id dike. |
Rûpel(1-42):
|
|||
manewîya wan jî, zeîf e. Ji evê sirê re, îsarete ke latîf û nukteyeke Qur’anî ya zarîf, ev e ku; ferman kirîye
1 ![]() ![]() ![]() ![]() ![]() Belê ehlê heq, bi wê teslîm û tewekkula ku ji îmana bîllah a ku ji noqteyeke îstînadê ya gelek xurt tê, erza îhtîyaca xwe, ji kesekî din re nakin û hevkarî û alîkarîya wan naxwazin. Gava bixwaze jî, bi fedakarî, xwe pê nagre. Ehlê dunya, di karê dunyayê de, ji ber ku, ji noqteya îstinadê ya xwe ya heqîqî, xeflet kirine; dikevin nav zeîftî û acizîyê û bi awakî sîddet, hewcedarîya xwe ya bi alîkarîyê dubînin; samîmane û heta bi fedakarane îtîfaq dikin. Han ehlê heq, ji ber ku quweta heq ya di îtîfaqê de ye,nafikirin û nagerin; dikevin ewê îxtilafa ku netîceya muzir --------------------------------------------------- 1 Di bajêr de, hinek jinan gotin….(Sureta Yûsuf: 30) 2 Erebên Bedwî gotin…..(Sureta Hucûrat: 14.) |
Rûpel(1-42):
|
|||
û niheq e. Ehlê dalaletê yê niheq jî, ji ber ku ewê quweta di îtifaqê de, bi saya acizîya xwe, fêm dikin; lewma îtifaqa ku wesîleyeke meqsedan ya gelekî muhîme, bi dest xistine.
Han melhema evê mereza îxtilafê ya niheq û dermanê wê, nehya îlahî ya bi sîddet ya di evê ayetê de ye: 1 ![]() 2 ![]() ya ku ji bo heyata civakî gelek hîkmetdar e, divê bube dustura hereketê; divê meriv bifikire ku îxtilaf, çiqas zirarê dide Îslamîyetê û serkeftina ehlê dalaletê ya li hemberî ehlê heq, çiqas hêsan dike û divê bi zeîfî û acizîya xwe ya tam ve; bi samîmane, fedakarane tevli qefleya ehlê heq be; bi bîrkirina sexsîyeta xwe ve, ji rîya û durûtîyê xilas bibe û îxlasê bi dest xe. SEDEMA SESAN: Çawa ku îxtilafa ehlê heq, ne ji nemerdîya wan, ne ji bêxîretîya wan, ne ji bêhîmmetîya wan e;îtifaqa ehlê dunyayê, ehlê dalaletê ya bi xeflet ya samîmane ya derheq karên heyata dunyewîye jî; ne ji merdîyê, ne ji hamîyetê,ne jî, ji xîretê ye. Bîlakîs ehlê heq, ji ber ku bi piranî, faîdeyên ayîdêaxîretê difikirin; xîreta wan, hamîyeta wan, merdîya wan,li wan mijarên giring û gumrah, parve dube. Ewî wextê xwe yê ku sermayeya heqîqî ye, ji ber ku nikarin li yek meseleyekî serf bikin, lewma îtifaqa wan a bi hevmeslegê wan re, mehkem nabe. Lewra mesele, pirin; daîre jî, fireh e. Ehlê dunyayê yê xafîl jî, ji ber ku tenê heyata dunyayê difikirin, bi hemû hîssîyata xwe û ruh û qelbê xwe ve, pir -------------------------------------------- 1 Gengesîyê nekin, bihev de nekevin; pasê hûnê sist bibin, vêca hêza we dê here. (Sureta Enfal: 46.) 2 Li ser qencî û teqwayê alîkarîya hev bikin. (Sureta Maîde: 2.) |
Rûpel(1-42):
|
|||
bi awakî sîddet, xwe bi meselên aîdê heyata dunyayê ve, digre. Û di ewê meselê de, xwe bi kesê ku alî wî dike ve,dizeliqîne. Û li wan meselên ku di noqtaya nezera heqîqetê de, bi pênc pera nake û ehlê heq, deh perê xwe qîmet pê nade, her wekî Yahûdîyekî elmasfirosê ku dîn û dîwane bûye û pênc panot fîyet dida wan perçê camê pênc pere;(her wusa jî) wextê xwe yê ku di qîmeta pênc sed panotî deye, dike qûrbana ewê meselê.Helbet meriv ewqas fîyet bide û bi hestên sîddet, xwepêve bigre, sayet di rêya batil de be jî, ji ber ku îxlasekesamîmî ye, di ewê meselê de, bi ser dikeve û xalibê ehlêheq dube. Di encama evê xalebe û serkeftinê de, ehlê heqdikeve zîllet û mahkumîyet û durûtî û rîyakarîyê û îxlasê wunda dike. Mecburê kasealêsî/kaselîsî ya hin ehlê dunyayê yên namerd, bêxîret, bê hamîyet, dube.
Ey ehlê haq! Û ey ehlê serîetê yên heqpqrest! Û ehlê heqîqet û ehlê terîqetê!Li hemberî evê mereza îxtilafê ya dijwar, qusûr û kêmasîya hevudû nenêrin. Ji we her yek, ji eyba yê din re, çavê xwe bigrin. Bi edeba Furqanî ya 1 ![]() bikin. Û xilaskirina ehlê heqqê, ya ji bindestî û zîlletê, wek wezîfeyeke uxrewî ya here pês û here girîng bizanibin; û muhabbet û alîkarî û biratîya ku bi sedan ayet û ehadîsê nebewîyê ku bi sîddet emir dikin, pêk bînin û bi hemû hest û hîssîyata xwe, bi awayekî ku ji ehlê dunyayê bêhtir bi sîddet, bi hevmesleg û hevdînên xwe re, îtifaq bikin; yanî nekevin îxtilafê. --------------------------------------------------------------------- 1 Ew, gava rastê gotinên vala û bêkêr tên, bi ciwanmêrî, derbas dibin(Sureta Furqan: 72) |
Rûpel(1-42):
|
|||
Divê meriv, bêje “ wextê xwe yê qîmetdar, heta ji meselên wuha piçûk re xerc dikim, ewî wextê xwe yê gelek hêja, bi tistên qîymetar, yên wek zikir û fikrê re, serf bikim” û xwe bide alî û îtifaqê zeîf neke. Lewra di evêcîhada manewî de, meseleya ku hûn piçûk dizanin, dube ku pir mezin be. Çawa ku nobettarîya leskerekî ya bi saetekî, ya di sertekî girîng û taybet de, carna dikeve hukmê îbadetê salekî; her wuha, di vî zemanê mexlûbîyet û bindestîya ehlê heq de, di meselên cîhada manewî de,rojeke te ya hêja ya ku tu serfê meseleyeke piçûk dikî; dube ku, wek ewê sieta ewî neferî, hezar qat, qîmet bigre; rojeke te, dube ku, bube hezar roj.
Madem lîwechîllah e, ji bo riza îlahî ye; divê meriv,piçûkbûn û mezinbûna ewî karî, qîmetarbûn û bêqîmetîyaewê meseleyê nenhêre. Di rêya riza îlahî û îxlasê de, zerre,dube wek sitêrk. Mahîyeta wesîleyê, ne girînge; netîceya wê muhîm e. Madem encama wê riza îlahî ye û esas û bingeha wê îxlas e, ev piçuk nîne, mezin e. SEDEMA HEFTAN: Îxtilaf û reqabeta ehlê heq û heqîqetê,çawa ku ji çavnebarî û ji hirsa malê dunyayê nîne; her wusa, îtifaqa ehlê dunya û ehlê xefletê jî, ji camêrî û alîcenabîyê nîne. Bereks, ehlê heqîqetê, ji ber ku xîretkêsî û alîcenabîya ku ji heqîqetê tê û nikarin musabeqe ya ku di rêya heq de memduh e, muhafaze bikin û ji ber ku kesên naehîl ketinê û heta derecekî sûîstimal kirine; wuhareng, ketine nav îxtilafa reqabetkarane û hem zirara mezin dane xwe, him jî dane cemaeta Îslamê. Ehlê xeflet û ehlê dalalet jî, ji bo ku ewê menfîeta xwe ya ku bûne asiqê wê, ji dest nekin û ji bo wan reîs û hevalên xwe yên ku bo menfîetê dibin bende û perestvanê wan, nexeyidînin; ji zîllet û nemerdî û bê xîretîya xwe, bi hevalên xwe yên mutlaq re- sayet rezîl û xayîn û muzir |
Rûpel(1-42):
|
|||
bin jî- bi wan re, bi xalisane îtihad; bi wan sirîkên xwe yên ku li dora menfîetê civîyane re - bi çi awayî dube bila bube - bi samîmane,îtifaq dikin. Bi wê encama samîmîyetê, îstifade dikin.Han, ey ehlê heq û eshabê heqîqetê yê musîbetzede yên ku ketine îxtilafê!
Hûn, ji ber ku îxlasê ji dest didin û riza îlahî nakin armanca esasî ya yekane; hûn bûne sebebê evê zîlletê û bindestîya ehlê heq. Divê di karê dînî û uxrewî de, lazim e ku reqabet, xipte,hesed û çavnebarî, tune be û di noqta nezera heqîqetê de,nabe. Lewra sedemê çavnebarî û hesedê, ev e ku, ji bo yek tistekî, gelek dest dirêj dibin û li yek meqamekî, gelek çav lêne û yek nanekî tenê, gelek mîde dixwazin; bi sebeb muzaheme, munaqese, musabeqeyê, xibta dertê holê; pasê jî çavnebarî çêdibe. Li dunyayê, ji ber ku, bo yek tistekî tenê, gelek xwezgînî çêdibin û ji ber ku dunya teng û muwaqet e, daxwazên însan yê bê hed, têr û tetmîn nake; însan dikeve reqabetê. Feqet li axîretê, cenneteke bi mesafeya pênc sed sal î,1 HASÎYE ---------------------------------------------------------------------- 1 HASÎYE: Pirseka giring ya ji alîyekî muhim ve: Di rîwayetê de hatîye ku, di cennetê de, ji bo merivekî, cenenneteke pênc sed salî, tê dayîn*. Ev heqîqeta, çawa di his û hefseleya aqlê dunyewî de, bi cîh dube? El cewab: Çawa ku di vê dunyayê de, ji bo her kesî, dunyayeke taybet û muwaqeta bi qasî dunyayê, heye. Û sitûna ewê dunyayê, heyata wî ye. Û bi xewasên xweyên zahirî û batinî ve, ji wê dunya xwe, îstifade dike. Dubêje“ roj, lambeyeke min e û sitêrk, mûmên min in”. Hebûna mexlûqat û ruhberên din, çawa ku nabe maniê xwedîtî û malikîyeta ewî merivî; bereks, dunya wî ya xusîsî, sên dikin, dixemilîinin. Eynî wusa jî- feqet bi hezar derece bilindtir- ji bo her mu’mînekî, xêncî xas baxçeyê wî yê ku bi hezaran qesr û hûrî têdane, ji bo her yekî, cenneta taybeta ku ji cenneta umûmî penc sed salî firehtir e, heye. Li gor dereceya înkisafa hîsîyatên xwe, hestên xwe ve, bi awakî layiqê cennet ûebedîyetê, îstifade dike. Îstiraqa kesên din, çawa ku noqsanîyê nadin malîkîyet û îstifadeya wî; quwet didnê. Û cenneta wî ya taybet û fireh, dixemilînin. |
Rûpel(1-42):
|
|||
îhsanê yek merivî, dube û bi dayîna heftê hezar qesr û hûrî; û bi ewê îsareta ku ‘ehlê cennetê, herkes, ji para xwe,pir razî û memnun e’ tê nîsandan ku li axîretê tistekî sebebêreqabetê tune û reqabet jî, nabe. Ew çax, di emelê salihê li axîretê de jî, reqabet mumkûn nîne. Cîyê çavnebarîyênîne.
Yê ku çavnebarîyê dike, yan rîyakar û durû ye, bi wesîleya emelê salih, encamên dunyewî digere; yan jî, sadiqê cahîl e ku nizane emelê salih, ji bo ku ye û fêm nake ku esasê ruhê emelê salih, îxlas e. Bi reqabetê, herwekî bi ewlîyaullah re dijminahîyê dajo û wuhareng firehîya rehmeta îlahî îttiham dike. Hedîseyeke ku evê heqîqetê te’yîd dike: Ji hevalên me yên berê; yekî wî, ji yê din re, dijminatîyawî hebû. Li cem wî merivî, bi senakarane û bi emelê salih,heta bi welayetê, wesf û pesnê dijminê wî dan. Ewî merivî,çavnebarî nekir û aciz nebû. Pasê yekî got: “Ew dijminê tecesûr e, xurt e.” Me dît ku di wî mêrikî de, tamareke çavnebarî û reqabetê ya bi sîdet, çêbû. Me jê re got: “ --------------------------------------------------------- ..............Belê çawa ku di evê dunyayê de, merivek ji seyahata xwe ya ji baxçeyekî bi yek sietekî û ji seyrangeheke bi yek rojî û ji memleketekî ji mehekî û ji ya di mesîregeheke bi salekî, bi devê xwe, bi gohê xwe, bi çavê xwe, bi zewqa xwe, bi zimanê, bi hestên xwe yên din, îstifade dike; her wusa jî, feqet quweyê samme û quweya zaîqaya ku di vî memleketê fanî de, tenê ancax ji baxçeyekî bi yek sietî, îstifade dikin; li wî memleketê baqî, ji baxçeyekî hezar salî, eynî ewê îstifadeyê dikin. Quweya samîa/ bihîstinê û quweya basiraya/dîtinê ku li vê derê tenê ancax dikare ji mesîregeheke yek salekî, îstifade bike; ji ewê seyahata xwe ya mesîregeheke penc sed salî, bi awakî layîqê ewî memleketê ku serdan pê xemilî ye û bi hasmet e, îstifade dike. Her mu’min, li gor dereceya xwe û bi hestên xwe yên ku li gor nispetê wan qencî û sewabên xwe, înbisat û înkisaf dike;zewq hildide, lezezzuz dike, sûd werdigre. * Begavî, Serhü’s-Sünne:15/232; Ramuzü’l-Ehadis, sh. 113; el-Fethü’l-Kebir, 1/62; 3/422. |
Rûpel(1-42):
|
|||
welayet û salahet, hêz û serbilindahîyeke wek mucewherekî heyata ebedî ya bêhed e. Te di wê hêlê de, hesûdîya wî nekir. Hale hale quweta dunyewî, di ga de û cesaret, di cinawir de jî heye û ewana li gor welayet û salahatê, mîna cameke bêqîmet ya nispet bi elmasê ne.” Ewî camêrî got ku: “ Me her dukan, li vê dunyayê, çevê xwe berdaye noqtekî, meqamekî. Ji bo derketin û destxistina ewê derê, nerdîwan û pêlekanên me jî, tistên wek quwet û cesaretê ne. Lewma, min hesûdî kir. Lê meqamên axiretê bêhed in. Ew, li vê derê, dijminê min e. Lê dube ku, li wê derê, bube birayê minê samîmî û ezîz.”
Ey ehlê heqîqet û terîqetê! Xizmeta ji bo heqê, wek hilgirtin û muhafezeya defîneyeke mezin û giran e. Ku çiqas destên bi hêz, werin alîkarîya ewan kesên ku defîneyê dane ser milê xwe, dê bêhtir kêfxwes û memnûn bin. Çevnebarî li alîkî, lazim e ku bi muhebbeteke gelek samîmane, ewê quweta ya wan kesên ku tên,ya ku zêdetirê ya wan bi xwe ye û tesîra wana zêdetir û alîkariya wan, bi muftexîrane pêswazî û qebûl bikin; ji ber çi ye ku, bi reqabetkarane, li wan birayên heqîqî û li wan alîkarên fedakar, tê nêrîn û wuhareng îxlas wunda dibe? Di wezîfeya xwe de, mutehem dubin û di nezera ehlê dalaletê de, marûzê îttîhamên muthîs yen wek, “ bi dîn ve, dunyayê, qezenc dikin û bi ilmê heqîqetê ve, maîsetê temîn dikin, di rêya hirs û timakarîya malê dunyayê de, reqabet dikin” dubin. Çareya yekaneya evê birînê, divê ku meriv, her tim nefsa xwe îttiham bike û ne ku li alîyê nefsa xwe, divê her daîm, bube tereftarê hemmeslegê xwe yê li hemberî xwe…. Evê dustura însaf û heqperestîyê ya di navbera ûlemayê fennê adab û ilmê munazarayê ya wek, “ ger di munazaraya meseleyekî de, bube tereftarê heqdar derketina gotina xwe û bi heqdar derketina xwe, kêfxwes be û bi niheq derketin û bi xeletîya xesmê xwe, memnûn bibe, bêînsaf e.” Hem zirar dike. Lewra gava heqdar derdikeve; di wê munazarayê de, tistekî ku nizanibû, nee- |
Rûpel(1-42):
|
|||
limî, hêm nebû. Bîlakîs bi îhtîmala quretî û xurûrê, dube ku bikeve zirarê. Sayet heq, bi destê xesmê wî, derkeve holê; ew çax, meseleyeke ku nizane, bêzirar, hîn dube û menfîetdar dube; ji xûrûra nefsê xelas dube.
Nexwe, heqperestê xwedî însaf, ji bo xatirê heqê, xatirê nefsa xwe diskîne. Ku destê xesmê xwe de, heqê bibîne, dîsa bi riza, qebûl dike û dube tereftar, memnûn dube. Han, ehlê dîn, ehlê heqîqet, ehlê terîqet, ehlê îlmê ku evê dustûrê, ji xwe re bikin rehber, dê îxlasê qezenc bikin. Û di wezîfeya xwe ya uxrewî de, muwafaq bibin. Û bi rehmeta îlahîye, ji evê bindestî û binketina fecî û dijwar, û ji evê musîbeta hazir, rizgar dibin.1 ![]() ---------------------------------------------------------------- 1 Em Te, ji her cure sifetên noqsan, tenzîh dikin. Ji xeynî ilmê ku Te hînî me kiriye pêve, tu ilmekî me tune ye. Bê guman Tu bi her tistî bas dizanî û Tu her tistî bi hîkmetê çê dikî. (Beqere: 32) |
Rûpel(1-42):
|
|||
Lem’aya Bîst û Yekan
DERHEQ ÎXLASÊ DE Ev, Meseleya Çaran ya yek ji wan Heft Meseleyên Notaya Hevdehan ya Lem’aya Hevdehan bû;
ji ber munasebeta îxlasê, bû Xala Duduyan ya Lem’aya Bîstan. Ji ber nûranîyeta wê,wek Lem’aya Bist û Yekan, kete Lema’atê. (Ev Lem’a, divê here kêm, panzdeh rojan carekî,were xwendin.) ![]() ![]() Ey birayên min ên axiretê û ey hevalên min ên di xizmeta Qur’anê de! Hûn dizanin û divê hûn bizanibin: Di evê dunyayê de; bi taybetî, di xizmetên uxrewî de;esasekî herî giring, hêzeke here mezin, sefaetkarekî herî meqbûl, nuqteyeke îstinadê ya here zexm, rêyeke heqîqetê ya here kin, duayekî manewîyê herî meqbûl, wesîleyeke armancan ya here kerametkar, xasletekî herî ezîz,ubûdîyeteke here safî, îxlas e. --------------------------------------------------------------------------------------------------- 1 Bi hev re, gengesîyê nekin; bi hev de, nekevin; pasê hûnê sist bibin,vêca hêza we dê here. (Sureta Enfal: 46.) 2 Bi guhdarî û bi dil, amadeyê emrê Xweda bin. (Sureta Beqere: 238) 3 Bi rastî, kesê ku nefsa xwe, ji gunehan paxis kir, ew xilas bûye.(Suretê Sems: 9) 4 Kesê ku bi gunehan, nefsa xwe kêm kir, ew di zîyanê de ye. (Suretê Sems: 10) 5 Ayetên min, bi erzanî nefrosin. (Suretê Beqere: 41) |
Rûpel(1-42):
|
|||
Madem di îxlasê de, gelek quwwet hene û gelek nûrên wek van xasse û taybendmendîyên ku me behs kir, hene.
Û madem di vî zemanê muthîs de û pêsberî dijminên bi dehset de û li hemberî zordarîyên dijwar de û di nav bid’etên, dalaletên êrîskar de, digel ku em xayet hindik û zeîf û feqîr û bêhêz in; wezîfeyeke îmanî û xizmetekî Qur’anî yê xayet giran û mezin û umûmî û pîroz, ji alîyê ihsana Îlahî ve, li milê me bar bûye. Helbet em, ji her kesî zêdetir mecbûr û mukelefin ku, bi hemû hêza xwe, ixlasê qezenc bikin. Û bi xayet derece, em muhtac in ku sirra îxlasê di xwe de, bi cîh bikin. Wer ne be, him ew xizmeta qudsî ya ku me heya niha bi dest xistîye, zayî dube, dewam nake; him emê bi sîdet, mesûl bibin. Wuhareng bubin hedefa nehya Îlahî ya dijwar a tehdîtkar ya di evê ayetê da: 1 ![]() û ji bo xatirê hinek hîs û hewesên beredayî, bêkêr û menfîetên piçûk ên rîyakar, zîyankar, xembar, giran,xwefirosane, bême’ne û bi zirara seadeta ebedî; ku em îxlasê biskênin; him tecawuzê huqûqa hemû bira yên xwe yên ku di evê xizmetêda ne, dikin; him taarûz û êrîsê xebata xizmeta Qur’anê dikin; him, li pîrozîya heqîqetên îmanê, bêhurmetî, dikin. Gelî birayên min! Karekî xêrê yê muhim û mezin, gelek astengên muzir, derdikevin pêsîyê. Seytan, pir bi xebatkarên wî xizmetî de, dikevin. Li hemberî van asteng û seytanan, divê meriv xwe bispêre quweta îxlasê. Hûn, çawa ji mar û dûpiskê direvin, wusa xwe ji wan sebebên ku îxlasê diskênin, dûr bigrin. Her wekî Hezretî Yûsuf Eleyhi s Selam gotîye --------------------------------------------------------------- 1 Ayetên min, bi erzanî nefrosin. (Suretê Beqere: 41) |
Rûpel(1-42):
|
|||
![]() bawerî/îtîmat bi nefsa emare nabe. Enanîyet û nefsa emare, bila we nexapîne.
Ji bo qezenckirin û muhafezeya îxlasê û rakirina astengan,ev dustûrên dê bên, bila ji we re, bibin rehber. DUSTÛRA WEYA PÊSIN: Lazim e di emelê we de, riza Îlahî, hebe. Ku Ew, razî be; dixwazî, bila hemû dunya bixeyîde,qîmeta wê, tune. Gava Ewî qebûl kir, hez dikî, bila hemû xelk red bike; tu tesîra wê tune. Pistî ku Ew razî bû û Wî qebûl kir, ku Ew bixwaze û hikmeta Wî îqtiza bike, qet nîyeta we ya xwestinê tune be jî, bi xelkê jî, dide qebûlkirin û wan jî, razî dike. Lewma, di evê xizmetê de, divê tenê sirf riza Xwedê Teala, bube armanca esasî. DUSTÛRA WEYA DUDÛYAN: Divê hûn, ewan birayên xwe yên ku di evê xzmeta Qur’anê da ne, tenkîd û rexne nekin; û tamarê wan yê xiptayê, bi tehrekî fazîletfirosane, tahrîk nekin. Lewra çawa ku destekî meriv, bi destê din re, reqabetê nake; çavekî wî, çavê din, rexne nake; zimanê wî, berbirî guhê wî nayê; qelb, qusûra ruh, nabîne. Bereks, kêmasîya hevûdu temam dikin, qusûra hev, vedisêrin; pist didin hewcehîyên hev, alîkarîya wezîfeya hev dikin. Wer ne be, heyata wê wucûda însanî, ditemire; ruhê wî direve; bedena wî jî, belav dibe. --------------------------------------- 1 Bi rastî nefs, zêde xirabîxwaz e, ji bilî yê ku Rebbê min lê hatibe rehmê. (Suretê Yûsuf: 53) |
Rûpel(1-42):
|
|||
Him çawa ku çerxên fabrîqeyekî, reqabetkarane, bi hev da nakevin, nakevin pêsîya hevûdu û li hev zorê nakin,qusûra hevûdu nabînin û hev rexne nakin û sewqa hevdû ya xebatê nasikênin û hevûdu navêjin teralîyê. Bereks, bi hemû qabilîyetên xwe, alîkarîya hev dikin, da ku tevgerên xwe, sererastê ber bi armanca umûmî bikin; bi hevkarîyeke rastîn , bi îttîfaq; ber bi xayeya xilqeta xwe ve,dimesin. Ger qasî zerre misqal êrîsek, sitemkarîyek tevlê be; dê ewê fabrîqê, tevlihev bike; bêencam, bêkêr bihêle.
Dê xwedîyê fabrîqê jî, ewê fabrîqê, ji binî ve, biskêne û belav bike. Belê, ey Sagirtên Risaleyê Nûr û xizmetkarên Qur’anê! Hûn û em, aza û endamê sexsê manewîyeke -ku layiqê navê însanekî kamilê -wuha nin. Û em di hukmê çerxên fabrîqeke wusa da nin ku, seadeta ebedî ya ku di nav heyata ebedî da ye, netîce dide. Û em xebatkarên xizmeta kestîyeke rebbanî ya wusa nin ku, ummeta Muhemmedî eleyhî s Selatû Wes Selam, derdixe Darusselam a ku sahîla selamtîyê ye. Helbet em, mecbûr û muhtacê wê yekîtîya heqîqî û bi dest xistina wê sirra îxlasê nin ku, ji çar kesan, hêza manewîya hezar û sed û yanzdehan, bi dest dixe. Belê, ku sê heb “elif” nebin yek; qîmeta wan, tenê “sisê”ye. Ger bi me’na hejmarbûnê, bibin yek; qîmeta wan, dube “sed û yanzdeh”. “Çar” heb “çar”, ku ji hev cihê bin;qîmeta wan, “sanzdeh”e. Lê ger bi me’na biratîyê û bi yekîtîya armancê û bi hevalbendîya wezîfeyê, werin ba hev û li ser xêzekê, mil bidin hevûdu; ew çax, dê hêz û hêjayîya wan, bube “çar hezar û çar sed û çil û çar”. Her wuha, gelek bûyerên tarîxî, sahid in ku, bi me’na îxlasa heqîqî, qîmet û quweta mavewîya “sanzdeh” birayên fedakar, ji “çar hezar” î derbas bûye. Sirra evê sirrê ev e ku: Di hevalbendîyeka rastîn û ji dil û samîmî de, her ferdek, dikare bi çavên birayên xwe yên |
Rûpel(1-42):
|
|||
din ve jî, binêre û bi guhên wan jî, bibhîse. Ji deh merivên yekbûyî yê heqîqî, her yekî wî- xwedî hêz û êjayîyên wusa nin ku- her wekî bi “bîst” “çev”an, dinihêre; bi “deh” “aqil”an, difikire; bi “bîst” “guh” an, dibihîse; bi “bîst” “dest”an, dixebite. (Hasîye)
DUSTÛRA WEYA SISÊYAN: Lazim e ku hûn hemû hêza xwe, di îxlas û heqê de, bizanibin. Belê, quwet, di heqê de û di îxlasê de ye. Niheq jî, bi saya wê îxlas û samîyeta ku di nav niheqîya xwe de, nîsan didin; quwet qezenc dikin. Belê, ev xizmeta me, delîlek e ku quwet di heq û îxlasê de ye. Parîkî îxlasa di vê xizmeta me de, evê de’wê/îddîayê,ispat dike û bi xwe, dube delîlê xwe. Lewra, li hemberî ewê xizmeta ilmî û dînî ya ku me bîst salî zêdetir e li memleketê min û li Îstembolê kirîye, ev heft -heyst salê li vir, sed qat zêdetir e. Hal ev e ku, li memleketê min û li Îstembolê,digel ku ji birayên min ên li vir bi min re dixebitin,sed qatî, belkê hezar qatî zêde alîkarên min hebûn; li vir ez bi tena serê xwe, bêkes, xerîb, nîv ummî, di bin çavdêrî û -------------------------------- (Hasîye): Belê, tesanûd û hevkarî û îttihada sammîmî ya bi sirra îxlasê, çawa ku dube sedemê gelek menfîetên bêhed, her wusa jî, li hemberî tirsê, heta li hemberî mirinê jî, kozik û sîpereke here giring e,noqteyeke îstinadê ye. Lewra ku mirin were, ruhekî distîne. Bi sirra uxuwwet û biratîya heqîqî ve, di rêya riza îlahî de, di karên derheq axiretê de, ji ber ku bi qasî birayên wî, ruhên wî hene, gava yek bimire, dubêje: “bila ruhên minên din, sax bin. Lewra ji ber ku ew ruhanan, her dem bi wan sewabên ku bi min didin qezenc kirinê ve,heyateke manewî didomînin, dubêje, “ez namirim” û mirinê bi ken û sahî, pêswazî dike. Û dubêje, “ ez bi wasita wan ruhan ve, ji alîyê sewabê ve dijîm, lê tenê di alîyê gunehan de, dimirim,” û bi rihetî radizê. |
Rûpel(1-42):
|
|||
zordarîya memûrên bêînsaf de, qet’îyen supha min nema ku ev xizmeta ku heft heyst sal e ku min bi we ra irîye, ew quweta manewîya wê ya ku serkeftineke ji wî xizmetê berê sed derece zêdetir nîsan dide, ji wê xlasa ku di we de ye, hatîye.
Him îtiraf dikim ku, we bi îxlasa xwe ya samîmî, min ji rîyaya ku di bin perdeya san û serefê de, nefsa min îmar dikir; heta derecekî, rizgar kir. Însaallah hûnê tam muwafaqê îxlasê bin û min jî, bixin îxlasa tam. Hûn dizanin ku Hz. Alî(r.a), bi wî kerametê xwe yê mucîzewarî û Hz. Xewsê Azam(q.s.), bi wî kerametê xwe yê xeybîyeyê xarîqe ve, ji ber evê sirra îxlasê, manen îltifatê li we dikin. Û hîmayekarane tesellîyê didin we û ji xizmetê we ra manen çepika dixin. Belê, qet suphe nekin ku ev eleqeya wan, ji ber îxlasê tê. Ger hûn evê Îxlasê, bi zanetî biskênin, hûnê sîlleyên wan bixwin. Sîmaqên Sefqetê yên di Lem’aya Dehan de, bînin bîra xwe. Ger hûn bixwazin ku qehremanên wuha, li pista we, wek destebirak; li pês we, ustad bin; bi sirra 1 ![]() ve, îxlasa tam qezenc kin. Nefsa birayên xwe, di serefê de, di meqamê de, di eleqeyê de, hetta di tistên wek menfîeta maddî ya ku li nefsê xwes tê, de; tercîh bikin. Hetta menfîeteka here masûmane û bêzirar a wek, vegotina heqîqeteke îmanê ya here letîf û xwesik, ya ji mu’mînekî hewcedar re; ku mumkun be, pêkanîna wê(dersê),ya bi hêla hevalekî ku naxwaze ve, bila bi we, xwes be. Da ku xwudxemîyek, ney nefsa we. Ger daxazeke -------------------------------------------------------- 1…Eewana, çendî îhtiyaca wan hebe jî, wana(ên din) di ser xwe re digrin… (Sureta Hesr: 9) |
Rûpel(1-42):
|
|||
we ya wek “ evî sewabî, ez qezenc bikim; ez, evê mesela xwesik bêjim” hebe; her çiqas di wê de, gunahek û zirarektune; lê dube ku zirarê bide ewê sirra îxlasa ku di navbera we de ye.
DUSTÛRA WE YA ÇARAN: Mezîyetên birayên xwe,lazım e ku hûn di sexsê xwe de û fazîletên wan, di xwe de,bizanibin û bi serefa wan, akirane îftixar bikin. Di nabeyna ehlê tesewufê de, istilaha “fena fî s- Seyx,fena fî’r- Resûl” heye. Ez sofî nînim. Feqet ev dustûrawana han, di meslegê me de, wek “fena fî’l -îxwan”dustûrekî bas e. Di nav birakan de, ji vê ya re,“tefanî” tê gotin. Yanî di hevdu de, fanîbûn e. Yanî bîrakirina hissîyata nefsanîya xwe û bi jîyîna digel mezîyet û hissîyatên birayê xwe ve, ye. Ji xwe esasê meslegê me, uxûwet e, biratî ye. Bi rengê munasebeta di navbera bav û ewlad, seyx û murît de,nîne. Bilakîs, bi awayê têkilîyên biratîya heqîqî ye. Pir pir,ustadtîyek dikeve navê. Ji ber ku meslegê me xelîlî ye,dostanî ye; mesrebê me xillet e, dostî ye. Xillet jî, divê û dixwaze ku meriv bube dostê here nêzîk û hevalê here fedakar û rêhevalê qedirzanê here bas û birayê here camêr. Bingeha esasa evê xilletê, îxlasa samîmî ye. Ew merivê ku îxlasa samîmî biskêne, di serê qûleya xilletê ya gelek bilind de, dikeve. Dube ku bikeve çaleke gelek kûr. Cihekî ku xwe pê bigre, nabîne. Belê du rê, tên xûyan. Ewên ku aniha ji evî meslegê me yê ku Caddeya Kubra ya Qur’anî ye, veqetîya ne; îhtimal he ye ku, ji ewê quweta ku dijminahîya me dike ya bêdînî re, bi nezanî alîkarîyê bikin. Însaallah ewên ku bi rêya Rîsaleyên Nûr, ketine dayîre ya qudsîya Qurana Mu’cîzu’l |
Rûpel(1-42):
|
|||
Beyan, dê her dem quwetê bidine nûrê, îxlasê, îmanê û dê nekevin çalên wusa. Ey Gelî hevalên min ên di xizmeta Quranîye yê de! Sebebekî here bi bandor yê ji bo bi destxistin û hefezeya îxlasê, rabiteya mewtê ye. Her çawa ew tistê ku îxlasê diskêne û meriv sewqê rîya û dunyayê dike, tûlê emel(hewes û xwestekên dûr û dirêj) e; her wuha ew tista ku rîyayê li ber çavan res dike û îxlasê bi dest dixe, rabiteya mewtê(jibîrnekirina mirinê) ye. Yanî meriv her tim bîne bîra xwe ku merivê bimire û bifikire ku dunya fanî ye û her wuha, ji desîse û defikên nefsê, xilas be. Belê ehlê terîqet û ehlê heqîqetê, bi ewê dersa ku ji ayatên Qurana Hekîm yên wek ![]() ![]() tal û tirs dike, pir bi bîr bînin” dersa evê rabitayê dane. ---------------------------------------------------- 1 Dê her nefs, mirinê tem bike.(Sûreta Alî Îmaran:185) 2 Bêguman tu yê jî bimirî, dê ew jî bimirin. (Sûreta zumer: 30) 3Tîrmîzî, Zuhd: 4, Qîyamet: 26, îbnî Mace, Zuhd: 31 |
Rûpel(1-42):
|
|||
Lê ji ber ku meslegê me terîqet nîne; bereks heqîqet e,em mecbur nînin ku evê rabitayê, wek ehlê terîqetê, bi awakî farazî û xeyalî, bikin. Him li meslegê heqîqetê nayê.
Bereks, bi awakî ku meriv aqîbetê bifikire; ne ku meriv pêserojê bîne dema nuha, bîleks di nezera heqîqetê de, bi fikr û ramanê xwe ve, ji zemanê nuha, ber bi îstiqbalê ve,here; bi çav lê binêre. Belê, meriv bê yî ku qe luzuma xeyal û farazîyatê bike,dikare li ewî cenazeyê xweyê ku yek fêkîyê serê dara evî umrê xwe yê kurt e, binêre. Çawa ku dikare bi wê ya ve,mirin û mewta xwe bibîne; ku hebekî, wê de here, mirina esra xwe jî, dubîne; hinekî jî, wê de here, mirina dunyayê jî, musahede dike, rê li îxlasa kamil vedike. Sedemê Duduyan; Bi quweta îmana tehqîqî û bi ronahîya ku ji wê tefekkura îmanî ya li ser mesnûat û hunerên îlahî yên ku marîfet û nasîna San’î, derdixe holê ve, meriv new’ekî huzûrê bi dest dixe; û wuhareng meriv bifikire ku Xaliqê Kerîm, hazir û nazir e û ji xincê Wî, teweccuha ên mayî negere û bizanibe kuvdi huzura Wî de, gava li ên xêncî Wî binêre û jê alîkarî hêvî bike,muxalifê ewê huzûrê ye; her wuha bi evê yekê ve, ji wê rîyayê xelas dibe û îxlasê qezenc dike û her wekî din (hwd).…… .Di vê de, gelek derece û mertebe hene. Herkes qasî para xwe, çiqas bikaribe îstîfade bike, ewqas kar e. Ji ber ku di Rîsale-î Nûr de, gelek heqîqetên ku meriv, ji rîyayê rizgar bike û îxlasê bi dest bixe, hatine vegotin; em evê yekê, hewaleyê wê dikin û li vir kurt dibirin. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Ji wan sedemên ku îxlasê diskînin û meriv sewqê rîyayê dikin; emê jê du-sê hebê wî, bi kurtî beyan bikin.
YA YEKAN: Reqabeta ku ji hêla maddî ve, tê; hêdî hêdî îxlasê diskêne. Him jî zirarê dide encama xizmetê. Him ewê menfieta maddî jî, ji dest dide. Belê di vî milletî de, hurmet û fikra alîkarîyekê, ya ji bo kesên ku ji heqîqet û axiretê re dixebitin, her dem, heye. Bi nîyeta îstiraka bîl fîîl ya ewê heqîqeta îxlasa wan û xizmeta wana sadiqane, da ku ew ji bo hewcedarîyên xwe yê maddî, mesxûl û eware nebin û wextê xwe zayî nekin, bi menfîetên madîyên wek sedeqe û hedîyeyê, hurmet û alîkarîya wan kirine. Lê ev alîkarî û hurmet, nayê xwestin. Bereks, tê dayîn. Him bi hêvî û li bendê mayîna bi qelben;bi lîsanê hal jî, nayê xwestin. Bilakîs, bi awakî ku qet lê napê, tê dayîn. Wer nebe, îxlas zede hildide. Him dikeve ber nehya ayeta ![]() emelê wî qismen disewite.Han, pistî xwestin û hêvîkirina evê menfîeta maddî,pasê nefsa ammare, ji hêla xodxemîyê ve, ji bo ku ewê menfîetê,neke para ên dinan, li hemberî birayekî xweyê heqîqî û hevalekî xweyê di wî xizmetê xusûsî de, tamareke reqabetê hisyar dube. Îxlasa wî zede digre, di xizmetê de, qudsîyetê wunda dike, di nezera ehlê heqîqetê de, dikeve rewseke giran û sar. Û menfîeta maddî jî, wunda dike û hwd……. Ev hevîra, dê gelek av hilde. Ez kurt dibirim û tenê du mînakên ku sirra îxlasê û îttifaqa samîmî, di nav birayên min ên heqîqî de, xurt bike, dê bêjim. ------------------------------------------ 1 Ayetên min, bi erzanî nefrosin. (Suretê Beqere: 41) |
Rûpel(1-42):
|
|||
Mîsala pêsî: Ehlê dunya, ji bo serweteke mezin û quweteke zêde, bi dest bixin, heta qismek ehlê sîyasetê ûhinek qomîte û mîhraqên heyata îçtimaîya beserîyetê yên giring, dustûra îstiraka emwal(sirketkarî ya mal û pere), ji xwe re kirine rehber. Digel hemû sûîstimal û zerara wê,quwet û menfîeteke xarîqe, bi dest dixin. Hal va ku, digel gelek zerarên îstiraka emwal; bi îstirakê, mahîyeta îstirakê naguhire. Her çiqas di alîkî de û li gor nezerekî, her yekî ji wan, di hukmê xwedîyê tevan de ye. Lêbelê nikare jê îstifade bike û hwd.….
Ger ev dustûra îstiraka emwal, bikeve nav emelê uxrewî, dube sedemê menfîeteke mezin, bêzirar. Lewra di vir de, ev sir heye ku, ew mal û sermîyanan hemî, dikeve destê her ferdekî sirîkê wê sirketê. Lewra çawa ku ji çar pênc merîyan, bi nîyeta sirîkatîyê, yekî wî, niftê bîne, yek fitîlê, yek lambê, yek sûsê, yek kibrîtê bîne û lambê vêxin;her yekî wan dube xwedîyê lambeke tam. Heryekî ji wanên ku sirîkin, li dîwar, eynikeke wî hebe; ji bo her yekî,bêkêmasî, bêyî ku perçe be; lambeyek digel odê, dikeve neynika wî. Eyni wusa jî, di mal û sermaya uxrewî de, îstiraka bi sirrê îxlasê; û tesanuda bi sirrê ûxûwet û biratîyê; û hevkarîya bi sirrê îtihad û yektîyê, di mabeyna ehlê heqîqetê de, meshûd û waqî ye û îcab û îktizaya wu’seta rehmetê û kerema îlahî ye ku: ew yekûna hemû ewê nûra ku ji sirîkatîya emelan pêk tê, dikeve deftera emelê her yekî ji wan. Han, gelî birayê min! Însaallah menfîeta maddî, we sewqê reqabetê nake. Feqet di alîyê menfîeta uxrewî de, çawa ku hin ehlê terîqetê dixapin, dube ku hûn jî, bixapin. Lêbelê sewabekî cuz’î,sexsî li ku, ew sewab û nûra ku ji hêla îstiraka emelan ve, ya di ewê mîsala mezkûr de, dertê; li ku? |
Rûpel(1-42):
|
|||
Mîsala duduyan: Ehlê sen’et, ji bo ku encam û menfîetên sen’et zêdetir bi dest bixin, bi rêya îstiraka sen’et ve,serwetekî muhim qezenc dikin. Heta deh merivên ku derzîyê dirûnê, çê dikin; her yekî ji wan, bi tena serê xwe xebitîne. Ji her yekî re, her roj, tenê sê derzî, bûne fêkîyê ewê xebata ferdî. Pasê ew deh meriv, bi dustûra tesrîk’ul mesaî/bi hevkarî, bûne yek. Yekî wî, hesin tîne; yek,kuçik/ocaxê, da dide; yek, qul dike; yek dike agir; yek,serê wê tûj dike û her wekî din(hwd.)……
Her yekî wî, di sen’etê derzî çêkirinê de, tenê bi karekî piçûk re, mijûl dube û ji ber ku ew karê ku dike hêsa ye,wext zayî nabe û destê wî dikeve ser ewî xizmetî,wuhareng karê xwe pir zû çêkirîye. Pasê fêkîyên ewî sen’etê ku bi dustûra hevkarî û karbesîyê(tesrîkê mesaî û teqsîmu’l amelê), par kirine. Dîtine ku ji her yekî re, rojê,dêl sê derzîyan de, sê sed derzî dikevin. Ev hedîseya, di nav sen’etkarên ehlê dunyayê de, bûye destana devê wan,ku pê ewana sewqê tesrîk ul mesaîyê/ karbesîyê, dikin. Han, gelî birayên min! Di kar û barê dunyewîye de, di maddeyê hisk û tarî de; awha bi îtihadê, îtifaqê; encam, awha faîdeyên mezinên yekûn didin. Gelo ew hemû nûra ku bi fezla îlahî dikare bikeve aksê eynika her ferdekî û bêyê ku muhtacê parbûn û parçebûnê be û uxrewî û nûranî ye û her yekî wî dube xwedîyê mislê sewaba yê kuwana hemûyan qenc kirî ye; ka ev çiqas kareke mezin e,hûn dikarin qîyas bikin. Bi reqabetê û bêîxlasîyê ve, meriv,vê kara ezîm, ji dest nake . ASTENGA DUDUYAN YA KU ÎXLASÊ DISKÎNE: Tîmarkirina enanîyetê ya bi sewqa suhret perestîya ku ji meqamperestîyê derdikeve û tewecuha ammeya ku bi balkisandina li ser xwe ya ku di bin perda san û serefê de û dayina |
Rûpel(1-42):
|
|||
meqamekî ya li nefsa emmare ye ku ev çawa nexwesî û merezeke ruhî ya here muhîm e; her wusa jî, derî li xwe firosîyê, rîyakarîya ku jê re “sîrka xefî / vesartî” tê gotin, vedike; zirarê dide îxlasê.
Gelî birayên min! Ji ber ku meslega me yê di xizmeta Qur’ana Hekîm de, heqîqet û biratî ye; û ji ber ku li gor sirra biratîyê, divê ku sexsîyeta xwe, di nav birayan de,fena bike (Hasiye) û nefsa wan, tercîhê nefsa xwe ke; lewma reqabeteke awha ya ku ji nefisperestîyê tê, divê tesîr neke. Lewra ji binî ve, dijê meslegê me ye. Madem bi gelemperî, seref û rûmeta birakan, dube ya her ferdî; tistekî weke ku feda û qurbankirîna ewê erefa manewî, ya ji bo seref û suhreteke sexsî, cuz’î, xwe firosane, reqabetkarane; ez bawerim sed derece, durî Sagirtên Rîsaleyên Nûr e. Belê aqil, qelb, ruhê Sagirtên Nur, tenezulê tistên wuha pest, suflî, bêkêr, bizerar nake. Feqet di herkesî de, nefsa emmare heye. Carna jî, hîssîyata nefsanî, tevlî tamaran dube, digel hebûn û hêza qelb, ruh û aqil; hukmê xwe îcra dikin. Ez naxwazim qelb û ruh û aqlê we, îttîham bikim. Ji ber tesîra dersa ku Rîsale-î Nur, da ye, îtîmad dikim. Lê carna nefs û hewa û hîs û wehm, dixapînin; lewma, hûn carna, bi sîddet tên ikaz kirin. Ev sîddeta, li nefs û hewa û hîs û wehmê dinêre, bi îhtîyat tevbigerin. Belê, ger meslegê me sêxtî bûya, dê meqamek tenê heba, yan jî çend meqamên mehdûd, hebana….Dê gelek îstîdad, namzedê ewê meqamî bûna…. Di bû ku reqabet û xodxamîyeke xibtakarane hebûya. Feqet meslegê me ----------------------------------------------------- Xasiye: Belê, yê bextiyar ew e ku bo destxistina hewzeke mezin, sirîn a ku ji kewsera Qur’aniye yê diherike tê; saxsiyat û enaniyeta xwe ya her wekî parçeki buzê ye, bavêje ewê hewzê û bihelîne. |
Rûpel(1-42):
|
|||
ûxuwet e, biratî ye. Bira, ji bira re, nabe peder. Xwe, li mursîdîya wî, danayne. Meqamê di biratîyê de, fireh e.
Nabe sebebê hev pêpeskirina xibtakarane. Pir pir; bira, jibira re, dibe alîkar, dibe pist. Xizmeta wî sererast û tekmil dike. Delîla çêbuna gelek encamên zirarker û bi xeter, yên ji ber xîreta zêde û hirsa suhreta xibtakarane ya di meslegên pederane û mursîdane de, ev e ku, ew encamên wahîm ên ixtîlaf û reqabeta ku di nav ewê kemalat û menfîeta muhîm û mezin ya ehlê terîqetêda ye; ku ew quwweta wan a qudsî û mezin, li hemberî ba û bagerên bîd’eyan, berxwe nade. ASTENGA SISÊYAN: Tirs û timatî ye. Ev astenga, tevî qismek astengên din , di Xutûwatê Sîtte yê de, bi temamî hatîye îzahkirin. Em evêya hewaleyê wir dikin û ji Cenabê Erhamu r Rahîmîn, hemû esmayên wî yên Husna, dikin sefaetkar û nîyaz dikin ku, me muwaffaqê ixlasa tam bike. Amin. ![]() ---------------------------------------------------- 1 Ya Reb! Ji bo heqqê sureta Îxlasê, me bike ji wan ebdên xwe yên here xalîs. 2 Em Te, ji her cure sifetên noqsan, tenzîh dikin. Ji xeynî ilmê ku Te hînî me kiriye pêve, tu ilmekî me tune ye. Bê guman Tu bi her tistî bas dizanî û Tu her tistî bi hîkmetê çê dikî. (Beqere: 32) |
Rûpel(1-42):
|
|||
Ya Ku Qise Dike, Tenê Heqîqet e Di Rîsaleyê Nûr de, hatîye îspat kirin ku; carna di nav zulmê de, edalet tecellî dike. Yanî însan, ji ber sebebekê,marûzê niheqîyekê, zulmekê dube; felaketek tê serê meriv,mehkûmê hepsê jî dube; dikeve zindanê jî. Ev sedema,niheq e; ev hukmê han, dube zulmekî. Feqet ev bûyera han, dube wesîleyeke tecellîya edaletê. Ew kesê ku ji ber sebebekî din, bûye musteheqê cezayê, mehkûmîyetê; qedera îlahî, îcar bi destê zalimekî ve, cezayê wî, didê; davêje felaketê. Ev, awakî tecellîya edaleta îlahî ye.
Ez aniha difikirim; ev bîst û heyst sal e ku ez wîlayet bi wîlayet, qeza bi qeza, têm gerandin; mehkeme bi mehkeme, sewq dibim. Ewên ku evan îskenceyên zalimane li min dikin, ew sûcê ku davêjin ser min, çi ye? Gelo ‘alet kirina dîn, ya ji bo sîyasetê’ ye? Lê ew çax, çima nikarin evê yekê derxin maderê? Lewra, di rastîyê rewsê de, tistekî awha tune ye. Mahkemek, bi mehan, bi salan dixebite, digere kusucekî bibîne û min pê mehkûm bike. Ew berdide, mehkemeke din, ji ber eynî meselê, disa min digrin bin mehkemê. Qasekî jî, ew pêda dikeve; min tezyîq dike; min hevrû ûmaruzê iskence yên cur be cur, dike. Ew jî, encam bi dest naxe. Îcar yekê sisîyan, pêsîra min digre. Wuhareng, musîbet li ser musîbetê, felaket li ser felaketê, tên serê min. Bist û heyst salê umrê min, wuha |
Rûpel(1-42):
|
|||
derbas bû. Dawîa dawîyê de, wan jî fêm kir ku esl û esasekî ewî sucê ku davêjin ser min, tuneye. Gelo ewana,evê îttihamê, bi qesten kirin; yan jî dan dû wehmekî? Qesit yan jî wehm; çi dibe bila bibe, ne ez bi xwe, bi yeqîn û wîjdanen,qet’î dizanim ku munasebet û eleqeya min, bi sucekî awha re, tune… Ne hemû ehlê însafê jî, zane ez ne merivekî wusa me ku dîn bikim aletê sîyasetê. Heta ewên ku min, bi evî sûcî ve, îtiham dikin, ne ew bi xwe jî,dizanin. Ew çax, evana çima awha bi israr û bêsekan, eva zulma hanê, li min kirin?
Madem ez ku ewqas ham û tam û masum bûm; û tu sûc û gunehekî min tunebû; ji bo çi, ez awha maruzê zulmeke daîmî û îskenceke bi ‘înad mam? Çima min nekarî, ez ji wan musîbetan xelas bim? Ev halên han, muxalîfê edaleta îlahî nîne? Ev çaryek esr e ku min cewaba van pirsan,nedidît. Sebebê zulm û îskenca wan ya heqîqî, min nû dît. Ez bi heyf û xemgînîyeke mezin, dubêjim ku, sucê min,ew e ku min xizmeta xwe ya Qur’anîye, kirîye aletêkemalata xwe ya maddî, manewî. Aniha min ev yeka fam kir û vêya hîs dikim, dibînim. Ji Xwedê Teala re hezar car sukurdarim ku; bêhemdê min, ev gelek sal in ku manîa û astengên manewîyên gelek xurt, dibûn ma’nî ku, xizmeta xweya îmanîye nekim wesîleya kemalat û teraqîyata xwe ya maddî û manewî, maniê xelas bûna ji ezabê, ji cehennemê;heta ji wesîla saadeta xweya ebedî, yan jî aleta kîjan meqsed dube bila bube. Evan hestên derûnî û van îlhaman, ez di nav heyretan de, hîstim. Bi emelê salih, qezenckirina meqamênmanewîyên ku li herkesî xwes tê û saadeta uxrewî û cehda di vê rêyê de, di gel ku heqê herkesê ye, mesru ye; him jî,qe tu zirareke wî, qe tu kesî re, tune ye….Ez bi ruh û qelben, ji evî ehwalî dihatim men’ kirin. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Bisewqa wezîfeya îlmî ya fitrî ve, xeynî riza îlahî, bes bi tenê,xusûsa xizmeta îmanê, bi min hat nîsandan. Lewra di vîzemanî de, heqîqetê îmanê yên ku raserî her tistî ye, her armancê ne û nabin alet û tabiê qe tu tistekî, divê wek îbadetê fitrî, ji bo wan kesên ku nizanin û yên ku îhtîyaca wan bi zanîna wan (heqîqetan) heye, bi awakî bi tesîr, were ragihandin û bête danezanîn. Her wuha di vê dunya kesmekes de, lazime ku bi wî tehrê ku îmanê xelas ke û qenaata qet’î bide bi’înadan, derseke Qur’anê were dayîn;
da ku kufra mutlaq û dalaleta ser hisk û mutemerîd û bi’înad,biskîne; qenaata qet’î bide her kesî. Ev qenaeta jî, di vî zemanî de, di nav van sertan de, bi nîsandan û danezanîna evê yekê pêk tê ku, dîn neke aletê qe tu tistekî xweyê sexsî, ûxrewî û dunyewî, maddî ûmanewî. Wer nebe, sexsekî ku li hemberî sexsê manewîya bêdînîtîya dijwar ya ku ji komîtevanî û cemîyetkarîyê derdikeve, ger di mertebeyeke manewîya here bilind de be jî, dîsa nikare bi temamî, wesweseyan îzale bike. Lewra nefs û eneya ewî muannîdê ku dixwaze bikeve îmanê,ewçax dikare bêje ku “ewî sexsî, bi dehayâ xwe ya xarîqe ve, em xapandin.” Awha dubêje û di nava wî de, supha wî,dimîne. Ji Xweda re hezar car sukur ku, bîst û heyst sal e qedera îlahî, bê hemdê min, di bin îtihama ‘dîn dike aletê sîyasetê’de, ji bo ku dîn nexim aletê tu tistekî sexsî, bi destê beser yê zalimane, bi edaleta tam ve, min dide ber sîmaqan. Û min îkaz dike û dubêje, “Nebê nebê! Heqîqeta îmanê, dikî aletê sexsê xwe. Da ku yên muhtacê îmanê ne, bila fêm bikin ku, bes bi tenê, heqîqet qise dike, ewhama nefsê,desîseyên seytan, nemîne, hus be.”Han, heyecana ku Rîsaleyên Nur ya li ser dilan wek pêlên mezin ên behrên mezin pêk tîne; sirra tesîra ku li ser |
Rûpel(1-42):
|
|||
qelban û ruhan, çêdike, ev e; tistekî din, nîne. Di gel ku bi hezaran alim û bi sed hezaran kitêb, ew heqîqetên ku Rîsaleyê Nur behs dike, bi awakî daha belîxane nesir dikin; dîsa jî, nikarin kufra mutlaq, bidin sekinandin. Di mucadela li hemberî kufrê de, Rîsaleyê Nur, di nav sert û mercên evqas giran de, sayet awha ku bi qasekî ser dikeve,sirra vê yekê ev e. Seîd tune ye. Qudret û ehlîyeta Saîd jî,tune. Ya ku qise dike, bes bi tenê heqîqet e, heqîqeta îmanê ye.
Madem nura heqîqetê, di dilên muhtacê îmanê de,te’sîra xwe, çêdike. Ne Seîdek, bila hezar Saîd, feda bin. Eza û cefaya ku bîst û heyst sal e ku min kisandîye,îskenceyên ku ez maruz mamê, musîbetên ku hatin serê min, bila helal be! Wan kesên ku li min, zulim kirin; ez qeza bi qeza gerandim, yên ku heqaret li min kirin, ên ku dixwestin bi îtihamên cur be cur ve, min mahkum bikin;heqê xwe li wan, helal dikim. Ji qedera adil ra jî dibêm jim ku, ez musteheqê evan sîlleyên te yên sefqatkar bûm. Wer neba, ku ez wek herkesî ketibama rêyeke gayet mesrû û bêzerar û biketama heyra sexsê xwe; ku min feyzên hestên xwe yên maddî û manewî, feda nekira; minê evê qudreta mezin ya di xizmeta îmanê de, wunda kira. Min, maddî û manewî, her tistê xwe feda kir; tehemula hemû musîbetan kir; ber hemû îskenceyan sebir kir. Bi saya evê yekê, heqîqeta îmanê, li her alî, belav bû. Bi saya evê yekê, bi sed hezaran, belkê bi milyonan, telebeyên Mekteba Îrfana Nûrê, çêbûn. Êdî, di vê rêyê de, di xizmeta îmanîyeyê de, ewana yê dewam bikin. Û dê ji meslega min- a ku li ser esasê feraxata ji her tistê maddî û manewî ye- veneqetin. Bes bi tenê, dê ji bo riza Xweda bixebitin. Ew kesên ku li me îskence kirin, bêyê ku sirrên qedera îlahî, tecelîyên wê yên kûr, têbighên û fêm bikin; bi nezanî, ji dew û doza me re, ji înkisafa heqîqeta îmanê re, xizmet kirin. Tenê wezîfa me ji bo wan, îbaretê bi temenîya hidayetê ye. Ez pir nexwes im. Taqeta mina bo qisedan û nivîsînê nema. Belkê dube ku evana, gotinên minên dawîyê bin. Telebeyên Rîsaleyên Nûr yên Medreseya Zehra yê, bila evê wesîyeta min, ji bîr nekin. Seîdê Nûrsî
|
Rûpel(1-42):
|
|||
Ji ber kîjan sedemî,
em ketine zîndana teraliyê? Bersiv:- Jiyan, fealîyet û tevger e. Sewq jî, merkeb û motora wê ye.
Vaye, gava hîmmeta we, suwarê sewqê bû û derkete meydana têkosîna heyatê,Pêsiya pêsîn, yeîs(bêhêvîtî)a ku dijminê herî dijwar e,rastê wê tê. Quwweya wê ya menewi, diskîne. Hûn, li hemberê wê, sûrê 1 “...hêviya xwe nebirin... Zumer:53” yê bikarbînin. Pasê; Zordestiya meyla tefewwuqê (mêla reqabeta neyênî)ya ku di xwe de pevçûnê hilnade û dewsa ‘xizmetkarîya jiheq re’ zeft dike, dest bi êrîsê dike. Li serê himmetê dixe û wî ji hespê wî dixe xarê. Hûn jî, heqîqeta: 2 “Hûn ji bo Xwedê bin.- ê, biserwî dijminî ve bisînin. Dûv re jî; ecûlîyet(eceletî)a ku bi hilbazdana li ser wan tertîbên îlelê muteselsîle (sedemên li dû hev, bihevre girêdayî)ve, tertîbê musewwes û tevlihev dike, derdikevepêsyê û lingê himmetê disemitîne.Hûn, 3 “...Hûn sebir bikin û ji neyarên xwe pirtir berxwe bidin û li hemberê neyaran sîyar û hevrgirêdayî bin...” Alê Îmran:200 yê, bixine sîper. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Pasê jî; Fikra înfiradî û tesewwura sexsî (xodxemî û armanca sexsî) ya ku derdikeve pês însan ku, fitraten û di xulqa xwe de, medenî û sareza ye; lewma mukellef û berpirsîyar e ku heq û huqûqa hemcins û însanên xwe,biparêze û di nav wan de û digel wan li mafê xwe bigere;
emel û îdeala însan belav dike, Hûn jî, mucahîdê 1 Hedîsa Serîf: “insanê here bixêr, yê ku ji mirovan re faydedar û kêrhatî ye.” Camîus-Segîr: C, II, s.13" ê ku hîmmet bilind e, derxin pêsberî wî. Dûvre; ew adetî(taqlîdî) ya ji teraliya kesên dîtir keys û firsendê dibîne û êris dide hîmmetê; pista wê diskîne. Hûn jî, evê kelaha hesin ya ku 2 -“Yê ku tewekkul dikin, ne ji yekî din re, bila hewtenê ji Xwedê re tewekulê bikin.” Îbrahîm:12 e, ji hîmmetê re bikin parêzgeh. Pistre jî; ew tewfîz û kar hewale tî ya ku dijminê xeddar e ku ji acz û bixwenebawerîyê derdikeve, dertê. Destê hîmmetê digrê, dide rûnistandin. Hûn jî, 3 Maîde:105-“...di gava ku hûn liser rêka rast bin, yên rêçewt nikarin ziyanê bidin we...” (W) ya ku heqîqeta sahîqe (rastiya bilind) ye, derxîn ser wî. Daku destê wî dijminî bila negihêje dawa wê hîmmetê. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Dûvre: dijminê bêdînê ku têkilê wezîfa Xwedê dube, tê.
Sîmaqan li rûyê hîmmet û xîretê dixe û çavê wê kor dike. Hûn jî, wê heqîqeta 1- Hûd:112-“Êdî li te çawa hatiye fermankirin, tu jî wisa durust be.” 2 - Bêjeyek Erebî:“Ji mîrê xwe re nebe fermandar.” (W) karzan û wezîfesînase, bi ser wê ve bisînin. Da ku heddê wî, bi wî bide zanîn. Pasê; meyla rehetiyê ya ku, dayika hemû zehmetî û hêlîna hemû rezaletan e, têt. Xîret û hîmmetê qeyd dike û girêdide û davêje zindana sefaletê. Hûn jî, wî mucahîdê alîcenab 3 Necm:39-“...ji dervê xebatê, ji mirov re ti tistek tuneye...” (W) yê, bi ser wî celladê sihêrbaz ve, bisînin. Belê, di zehmetiyê de, ji bo we, rehetîya mezin heye. Lewra, însanê ku fitreta wî cewwal û çalak be, rahetî û aramiya wî; bes di cehd û xebatê de ye. |
Rûpel(1-42):
|
|||
Ev Besa Jî, Ji Herkesî Re Faydeya Wê Heye
Nukteyeke Ayeta 1 إِنَّ النَّفْسَ لأَمَّارَةٌ بِالسُّوءِ
Sûreta Yûsuf: 53Meala wê: “Nefis, daîma sewqê tistê xirab dike”Him jî hedîsa;
2 Kesfu’-Xaga: 1/125 menawê ya serîf: “Dijminê teyê here bi zerar , nefsa te ye” Bi wê sertê ku meriv xwedîyê nefsa bê tezkîye/terbîye be, ew çax ew kesê ku bi nefsa xwe razî be û jê hez ke, ji kesên din, hez nake. Sayet zahîren hez bike jî, ji dil, hez nake. Bîlakîs ji menfîet û lezzeta xwe ya li cem wî, hez dike. Daîma dixwaze xwe bide ecibandin û hezkirin; û qusurê hilnade ser nefsa xwe. Bilakîs wek awûqat, xwediparêze û xwe pak û paqij dide nîsan. Bi mubalaxeyan,heta bi vir û derewan, meth û tenzîha nefsa xwe, dike û adeta teqdîs dike. Li gor dereceya xwe, sîmaqeke ayeta; 3 Ew kesê ku hewa û hewesa xwe kirîye îlah……(Casîye: 23)duxwe. Pesnê xwe dayîn û ew cehda ‘xwe, xistina çavê insan’an jî, bi eqsu’ l emel û reaksîyonê ve, dube sebebê îstîsqal û temsarîyê, û merivan jê sar dike. Hem di emelê uxrewî de,îxlasê wunda dike, rîyayê tev lê dike. Dube mexlub û hêsîrê hîs û hewayê nefsa ku mubtelayê lezzeta hazir e û netîceyan nafikire; û bi fetwaya ewê hîssîyata ku rêya xwe sas kirîye ve, ji bo xatirê sietekî lezzet, salekê di hepsê de,dimîne. Ji bo xurûr û quretîya deqekî yan jî tol û heyf hildanê, deh sal ceza digre. Mîna zarekî hewaîyê ku dersa Cuzya Emmayê ya kuhildide, difrose bi sekirekî, her wuha hesenat û qencîyên xwe yên di qîmeta elmas de ne, ji bo ku hîs xwe tîmar bike,hewa xwe têr bike, hewesata xwe tatmîn ke, dide bi lezzet û enanîyetên di hukmên perçên caman da ne û her wuha,tistên bi kar de, zirar dike. 4 Ya Rebb! Me ji serrê nefs û seytan û ji serrê cîn û însan biparêze. |
Rûpel(1-42):
|
|||
(Manzûmeyeke derheq Rîsaleyê Nûr de hatîye nivîsîn ya alimekî muhimê ku li Medîneya Munewwere dimîne.)
Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî
JI USTADÊ MEZIN, FATÎHÊ DILAN RE
Bi nûra xwe, hemû dilê min te feth kir ey ustad! Dilê min, te bi heyecanên qudsî ve, dike yad Can hate îlhama min, bi xebera berata te Mu’mînan tev dilsad kir, ewê zafera te Aso pak û paqis bûn, ji wan ewrên bi qaswet Eyda mezin pîroz dikin, li esmanan milyaket Îmana bi milyonan, rizgar kir, cîhada te Di dilên bi îman da, xwes disxule yada te Tîne cosê îmanan, bi hezaran wecîzên te Bi heyecanên pîroz, temase dikim tarîxa te Îlhama min mest kir, evê tecella cemala te Bibîr dixe rehberên wek Fatîh, ehwala te Rojên here tirsnak de, nehejyayî, wek çîyan Li hember zordarîya ku mirin jê dipekîyan Ew îmana di te de, dehset dide aleman Îmana te ya bê lerz, dijmin jî, jê re heyran Lewra ji bo te rehber, Pêxemberê Zîsan e Eserê te yê nemir, bo ciwanan nîsan e Tu bû yî mazharê Feyza Qur’ana ezel Te da, însanîyetê, dersa îman û kemal Mîna ku ji cenetê bê, me re bûyî bext û tac Alem benda irfana te, îrsada te re muhtac Di her eserê xwe de, wek derya nûr hildigrî Bo Nûrcîyên Xweda nas, tu rêzan û rehberî Milyonan tîne cos û hurûsan ew “Gotinan” Alemên di cennetê, dide dîtin, bi çavan |
Rûpel(1-42):
|
|||
Îlhama min mest kir, evê tecella cemala te Bibîr dixe rehberên wek Fatîh, ehwala te Rojên here tirsnak de, nehejyayî, wek çîyan Li hember zordarîya ku mirin jê dipekîyan Ew îmana di te de, dehset dide aleman Îmana te ya bê lerz, dijmin jî, jê re heyran Lewra ji bo te rehber, Pêxemberê Zîsan e Eserê te yê nemir, bo ciwanan nîsan e Tu bû yî mazharê Feyza Qur’ana ezel Te da, însanîyetê, dersa îman û kemal Mîna ku ji cenetê bê, me re bûyî bext û tac Alem benda irfana te, îrsada te re muhtac Di her eserê xwe de, wek derya nûr hildigrî Bo Nûrcîyên Xweda nas, tu rêzan û rehberî Milyonan tîne cos û hurûsan ew “Gotinan” Alemên di cennetê, dide dîtin, bi çavan Qur’an, te te’yîd dike, bi mu’cîzeyên xwe ve Ey fatîhê dilanê bi san, qet neskine, pêskeve Tarîxa heyata te, tije ye, xarîqan ve Li alemê wek rojê, her daîm dide tav e Tu sazûmana rojê, temsîl û silav dikî Li fezayên bi heybet, bi lez û bez, gav dikî Dê neslên xwedî îman, ewên te bisopînin Bi salan û bi esran, dê l’ dû te bidomînin Tarîxek nû dinivîsî, bi lez û beza îman Tevî ewladên xweyên ku pirtir in j’milyonan Carkî de vedibe, alemeke bi esrar, li ruhê min Nikare vebêje, evê esqa min, nalîna siîra min Ali Ulvi Kurucu
|