.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Urfa

Riha

Navçeya Rihayê
Şanlıurfa
Urfa Ruha.jpg
Bajarê Rihayê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Riha

Hejmara bajarokan 5 bajarok
Hejmara gundan 328 gund

Gelhe (2009) 698.887[1] kes
Rûerd 3.669 km2
Bajarê navendî
Koordînat 37°10′2″Bk 38°47′45″Rh / 37.16722°Bk 38.79583°Rh / 37.16722; 38.79583
Gelhe (2009) 482.323 kes
Bilindayî 530 m
Koda postayê 63xxx
Koda telefonê (+90) 414
Riha is located in Tirkiye
Riha
 

Riha (bi tirkî: Şanlıurfa, bi erebî الرها}} / ar-Ruhā, bi suryanî Urhoy), bi yewnanî Edessa, yan jî bi tenê Urfa) parêzgeh, navçe û bajarekî bakurê Kurdistanê (digel Tirkiye) ye.

 Dîrok

Riha di cîhanê de bajarekî herî qedîm û kevnare ye. Her wiha di dîrokê de Riha wekî hêlîna mirovahiyê û qada şaristaniyê tê zanîn. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Rihayê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin warê Nemrûd û Îbrahîm pêxember tê bîra mirovan. Dema ku navê Rihayê tê lêvkirin şerê Îbrahîman ê li hemberî Nemrûdan tê bîra mirovan.

 Nav

Cîroka navê Rihayê wek dîroka bajêr tevlihev û kûr e. Navê herî kevin yê bajêr Edessa ye. Ev nav heta salê 300 berî zayinê dirêj dibe û ji dema Mekodoniyan maye. Navê Edessa ji aliyê Seleukos ve li bajêr hatiye danîn. Di salên 200 de, qralê Bîzans Antiochos navê xwe li bajêr kirîbe jî, demeke sun ve navê wî hatiye jibîrkirin.

Li ser navê îro, yanî li ser peyva Rihayê gelek îddaa hene. Li gorî nezariyekî peyva Rihayê ji zimanê Suryanî ji peyva Orha/Orihaî tê, bi erebî jî ji peyva Vurihaî (Ava Pir) tê. Herwiha, hin kes navê Rihayê bi peyva yewnanî Osruan, hin kes jî bi peyva latînî Urfayva girêdidin.

Pishtre nav wek Riha, Urfa hatiye guhertin. Nav ji alî tirkan ve wek "Şanliurfa" hatiye guhertin, lê bajar ji aliyê Kurdan ve Riha tê zanîn.

 Kronolojiya bajêr

Berî Îsa (zayîn) b.z.

  • 2000 - 1300 dema Mîtanî û hûriyan
  • 100 - 612 dema Asûriyan
  • 612 - 550 dema Medan
  • 550 - 332 dema Persan
  • 332 - 313 dema Makedoniyan
  • 132 hukumdariya Osroene

Piştî Îsa (zayîn) p.z.

  • 117 - 395 dema împaratoriya Roma
  • 395 dema Bîzansiyan
  • 639 dema Ereban
  • 1071 dema Selçukiyan
  • 1514 dema Împaratoriya Osmanî

Eyûbiyan jî gelek sala hukimdarî li Rihayê kir.

 Ciyên dîrokî

Herêm ji alî tarix ve pir dewlemend e. Kela bajêr li navenda bajêr e. Mizgeft û gola Halil ul rehman jî ji alî gel û turîstan ve tên ziyaret kirin. Navça Xaranê bi xaniyên xwe yên taybetî ji bo turistan ciyek gerê ye. Bendava Ataturk jî ji bo gerê û sporên ser avê ciyek mûsaîd e.

 Erdnîgarî

Ji xeynî hêjayiyên xwe yên dîrokî, xwezaya Rihayê him li cîhanê him jî li welatê me cihekî girîng digire û di hundirê xwe de ajalên gelek nadîr xwedî dike.

Bajar di nav parelelên 36° 40´ û 38° 02´ bakur û merîdyenên 37° 50´ û 40° 12´ rojhilat de ne. Sînorên bajêr li bakur Semsûr û Diyarbekirê ve, li rojava bi Dîlok ve, li başûr bi Sûrî ve û li rojhilat jî bi Mêrdînê ve tê girêdan.

Pîvana erdêer bajêr 18.584 km² ye. Erdê herêmê % 22,0 ji çiyan, % 16,3 ji deshtan û % 61,7 jî ji platoyan pêk tê. Li herêmê genim, ceh, nîsk, pembo, tirî û bi taybetî jî van salên dawî sebze û mewê jî li herêmê tên çandin.

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar e, lê rojên bi berf li herêmê hindik in. Li herêmê ferqa navbera di germbûna şev û rojê pir e.

 Çiyayên herêmê

Kismek ji çiyayê Qerejdaxê (1919 m) dikeve hundurê hudûdên herêmê. Çiyayê bilind li herêmê tunene. Navên çiyayên herî girîng wiha ne:

  • Çiyayên Takurtukir (1222 m)
  • Tektek (801 m),
  • Nemrûd (800m)
  • Arat (771 m)

 Deşt, zozan, gelî û ajal

Derê ku em jê re dibêjin deşt li vir peyda ye. Di deştan de dar tune ne, bi tenê riweyên giyayî yên ku wek firkên yeksalî mezin dibin hene. Dema ku meriv ji dûr ve lê dinêre, tu ajal nayên xuyane û ev der wek col xuya dike û mixabin ajalên ku tê de dijîn nayin zanîn.

Di deştan de gelek ajalên cûda yên ku cinsên xwe pir kêm bûne tê de dijîn. Wekî gumgumokên mezin ên 1.5 metreyî, keftarên ku tenê di belgefîlman de serê xwe li hemberî şêran radikin û kergezên ku bejnê wan digihêje 2 metreyan.

Sedemên ku ev ajalan nayin zanîn ev e ku ewan, ji ber ku di deştan de dijîn, xwe baş vedişêrin û hinek ji wan tenê di şevan de aktîf dibin e. Lê belê heger meriv hinek baldartir i vê deştê dinêre wê meriv karibe ev ajalên cûda û zindî yên ku xwe veşar dikin bibîne. Ev yek jî ferqa di nava nêrîn û dîtinê de ye.

Navên deştên Rihayê wiha ne:

  • Deşta Xarranê; Mezinbûna deştê 2750 km² ye.
  • Deşta Wêranşarê; Li rojhilatê deşta Xaranê ye. Mezinbûna wê 1200 km² ye.
  • Deşta Sirûcê; li rojava yê deşta Xaranê ye, mezinbûna wî 700 km² ye.
  • Deşta Curnê reş li rojavayê Qerejdax e.

Ajalên herî balkêş ên ku xwe di deştan de vedişêrin ev in:

  • Keftar
  • Varana deştan (Varanus griseus)
  • Kergezê bicûk (Neopbron percnopterus)
  • Jojîya guhdirêj (Hemiecbinus auritus)

Herwiha, navên ajalên din ên taybet:

  • Kelaynak (teyrên sergurî)
  • Kew û kewroshk
  • Xezal
  • Rûvî

 Çem û Gol

Riha
  • Çemê Feradê; Çemê herî mezin yê Kurdistanê ye. Ji erdên Semsûrê dikeve hundirê hudûdên Riha yê. Çem di nav sê welatan de diherêke û wala dibe Xelîca Besra yê. Çemên Culap, Cavsak, Belih, Xabûr û Zengeçûr shaxên Feradê ne û li herêmê diherikin.
  • Gola Halîl ul Rehman; 150m dirêj û 39 m fireh e. Li mizgefta Halîl ul Rehman e. Mehsî yên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayin girtin.
  • Gola Aynîzeliha; 50 m dirêj û 30 m fireh e. Mehsiyên hundirê golê pîrozên û ji alî gel ve nayine girtin.
  • Gola mezin û ya biçûk ji golên din yê herêmê ne.
  • Gola Bendava Ataturk

 Nifûs û navçeyên bajêr

Riha navçeya navendî jî di di nav de ji 10 navçeyan pêk tê. Nifûsa bajar nêzî milyonekê ye. Di bajar de li gorî texmînan ji sedî 90 kurd, ji sedî 5 ereb û 5'ên din jî tev li hev in. Navçeyên Riha yên herî mezin û qelebalix Sêwreg û Wêranşar in. Li Navçeya Sêwregê bi tevahî kurd dijîn û bi piranî eşîrtî serdest e. Bi taybetî li navçeya Sêwregê civat pir girêdayî axa ye.

Nifûs û navçeyên bajêr li gorî jimartina sala 1997an wiha ye:

  • Bêrecûg (Birecik), 93.006 (?)
  • Curnê Reş (Hilvan), 33.467
  • Hewag (Bozova), 70.019
  • Herran (Harran), 40.664
  • Kaniya Xezalan an Tilebyad (Akçakale), 62.454
  • Pirsûs (Suruç), 72.026 (?)
  • Riha (bi tirkî, Şanlıurfa) (navend), 535.412 rûniştvan
  • Serî Kaniyê (Ceylanpinar) 50.447
  • Siwêrek an Sêwregî (Siverek), 146.619
  • Wêranşar 163.975
  • Xelfetî (Halfeti), 35.500

Tevahiya nifûsa herêmê (tevli gundan) 1.303.589 e

 Aborî

Serwetên bin erdê

Herêm ji alî madenan ve ne dewlemend e. Li Rihayê tenê fosfat û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

 Çand û huner

 Ol û civak

Bajarê Riha yê wek "Bajarê Pêxamberan" tê naskirin. Li gor rîvayetê gava Adem û Hewa ji biheshtê (cennet) tên qewrandin, tên li Xaranê bi cih dibin. Îbrahîm pêxember, Eyûb pêxember û Îsa pêxember jî li herêmê mane. Li herêmê musilmantî ji elewî û sunnî yan pêk tê. Kurd, ereb û tirk piranî ya nifusê teshkil dikin. Gelê Rihayê zêdetir bi çandinî û ajalkariyê ve mijûl e. Eleqeyeke mezin nîşanî bazirganiyê nedaye û jiyana wan bi piranî li gundan domiya ye. Ji ber wê yekê ku çanda feodaltiyê û axatiyê serdest maye. Jiyan ji bajarvaniyê û şaristaniyê wêdetir di çanda gundan de girtî maye. Loma jî ji bilî vîn û biryara kes zêdetir biryara civak û eşîrtiyê li ser dest maye. Her wiha li hemberî gotina mezinên civakê an jî eşîrê zêdetir îtiraz pêk nehatiye.

 Xwarinên herêmê

Herêm ji alî xwarinan pir dewlemend e. Xwarinin herî pir li herêmê tên xwarin kutilkên dagirtî, Acîn(çîkifte), beqlewe, kunefe (qedayif), kebeb û lehmecun nin. Taybetiyek herêmê jî xwarina îsotên tûj yên sor in

 Kincên herêmê

Di serê jinan de sharpeyek (yamshak) hene. Keçên ciwan kofiyek bi sharpeyek sipî (neçek) li serê xwe dikin. Li ser fîstanên dirêj, çakêtek dirêj tê li xwe kirin. Îshlik bê yaxe nê. SHalwarên ku jêra wan teng di bin fîstan de tê li xwe kirin. Di nigan de gorên hirî û pêlavên lastîk yê resh hene.

Zilamên herêmê entariyên ber wan girtî li xwe dikin. Çakêt, shalwar û îshlik jî li hinek deveran li xwe dikin. Di serê zilaman de "egalên sipî" hene. Di nigan de "qondere" yan jî " lastîkên resh" tê li xwe kirin.

 Navdarên bajêr

Gelek kesen navdar ji herêma Rihayê derketine. Çendek ji wan ev in:

  • Abdullah Ocalan
  • Murat Karayilan
  • Yilmaz Guney
  • Şivan Perwer
  • Îbrahîm Tatlises
  • Müslüm Gürses
  • Nuri Sesigüzel
Bugün 3 ziyaretçi (9 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol