.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Mardin

Mêrdîn

Navçeya Mêrdînê
Mardin
Mardin old town.JPG
Bajarê Mêrdînê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Mêrdîn (parêzgeh)
Serbajar Mêrdîn

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 4 bajarok
Hejmara gundan 61 gund

Gelhe (2009) 130.318 kes
Rûerd 969 km2
Berbelavî 134,2 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 37°18′45″Bk 40°44′06″Rh / 37.3125°Bk 40.735°Rh / 37.3125; 40.735
Gelhe (2009) 82.449 kes
Bilindayî 950-1120 m
Koda postayê 47xxx
Koda telefonê (+90) 482
Mêrdîn is located in Tirkiye
Mêrdîn
 

Mêrdîn (bi tirkî: Mardin) bajarekî Bakurê Kurdistanê ku îro dikeve Komara Tirkiyeyê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi başûrê biçûk, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê nêzî 850.000 kesan e. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.

Nav

Di dema persan de navê bajêr "Marde" bû. Di dema Bîzansiyan de jî "Mardîa" bû. Ereban jî navê herêmê kirine "Mardîn" . Suryaniyan ji bajêr re gotine "Marde" (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.

Dîrok

Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. "Mîrê Kelahan" hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye.

Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, asuriyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.

 Kronolojiya bajêr

Berî Zayînê:

  • 2000 - 1243, dema Huriyan û Mîtaniyan
  • 1243 - 612, dema Asûriyan
  • 608 - 550, dema Medan
  • 550 - 312, dema Persan
  • 331 - 312, dema Mekodonîyan

Piştî Zayînê:

  • 197 - 395, dema Romayiyan
  • 395 - 640, dema Bîzansiyan
  • 640, dema Ereban
  • 1202, dema Eyûbiyan
  • 1515, dema Osmaniyan
  • 1847, serhildana Bedirxanan

 Erdnîgarî

Mêrdîn

 Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr

Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.

Taybetiyên erda bajêr

Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin

 Avhewa

Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Mêrdînê (1975-2010)
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.    
Bilindtirîn germahî (°C) 6.1 7.4 12.0 17.6 24.1 30.8 35.2 34.8 30.3 23.1 14.5 8.1 Ø 20.3
Nimztirîn germahî (°C) 0.6 1.3 4.8 9.8 15.1 20.1 24.6 24.5 20.6 14.6 7.7 2.6 Ø 12.2
Germahî (°C) 3.1 4.1 8.2 13.7 19.7 25.8 30.0 29.6 25.2 18.5 10.7 5.2 Ø 16.2
 
Barîn (mm) 100.6 110.7 96.1 80.5 38.4 8.3 3.3 1.2 4.1 33.3 69.8 104.2 Σ 650.5
 
Saetên bi tavik (st/r) 4.5 5.0 6.0 7.3 10.0 12.5 12.7 11.8 10.4 7.7 5.9 4.5 Ø 8.2
 
Rojên bi baran (r) 10.7 10.6 10.8 10.2 7.1 2.6 1.6 1.3 1.6 5.4 7.5 10.2 Σ 79.6
G
e
r
m
a
h
î
6.1
 
0.6
7.4
 
1.3
12.0
 
4.8
17.6
 
9.8
24.1
 
15.1
30.8
 
20.1
35.2
 
24.6
34.8
 
24.5
30.3
 
20.6
23.1
 
14.6
14.5
 
7.7
8.1
 
2.6
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
100.6
 
110.7
 
96.1
 
80.5
 
38.4
 
8.3
 
3.3
 
1.2
 
4.1
 
33.3
 
69.8
 
104.2
 
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


 

Çavkanî: www.dmi.gov.tr

 Çiyayên herêmê

Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra.

 Deşt, zozan û gelî

Deşta Mêrdînê

Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.

 Çem û Gol

Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan,Ava Spî, Reşan, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.

 Babetên heywanan

Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroşk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane.Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê şahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuştin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi.

 Gelhe û navçeyên bajêr (2000)

Nexşeya Parêzgeha Mêrdîn
  • Mêrdîn (navend) (bi tirkî, Mardin), 108.340
  • Kerboran (Dargeçit), 27.611
  • Dêrika Çiyayê Mazî (Derik), 55.278
  • Qoser (Kızıltepe), 183.475
  • Şemrex (Mazıdag), 27.434
  • Midyad (Midyat), 128.085
  • Nisêbîn (Nusaybin), 103.863
  • Mehsert, (Ömerli) 14.584
  • Stewr (Savur), 34.402
  • Rişmil (Yeşilli), 22.026

Tevayî nifûsa herêmê (tevî gundan) 705.098 e.

 Aborî

Dîmenek ji Kolana Yekê ya Mêrdînê, 2010

 Binerd

Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.

 Cihên turîstîk, dîrokî û gerê

Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin.

Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.

  • Gundê Dara

 Çand û huner

 Ol û civak

Mêrdîn, ber bi êvarê

Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zehferanê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz...

Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.

 Xwarinên herêmê

Li herêmê savar û xwarinên ji savêr bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanê reş. Zelateya hinaran, şorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêka de sorkirî re dibêjin "irok"). Rişte û Kibe (hûr û roviyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîşka bi gijnîjê birajtî, sembusek (lehmacunê sergirtî), beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û ûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan dew tê vexwarin. Li herêmê qehva tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.

 Kincên heremê

Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê "deq" e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de "egal" an jî "çefî" heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.

Bugün 9 ziyaretçi (46 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol