.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Agri

Agirî

Parêzgeha Agiriyê
Koda parêzgehê: 04
Agri in Turkey.svg
Nexşeya navçeyan
776px-Agiri districts ku 2.PNG
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Serbajar Qerekose
Walî Mehmet Çetin
Demografî û erdnîgarî
Gelhe (2008)
 - Gelhê bajaran
 - Gelhê gundan
530.879 kes
282.361 kes
248.518 kes
Rûerd 11.376 km2
Berbelavî 46,7 kes/km2
Binebeş
Hejmara navçeyan 8 navçe
Hejmara bajarokan 12 bajarok
Hejmara gundan 566 gund
Agahiyên din
Dem UTC+2
Koda telefonê (+90) 472

Agirî (bi tirkî Ağrı) navê parêzgeheke bakurê Kurdistanê ye. Navenda navçeyê Qerekose ango Agirî ye

 Nav

Parêzgeh navê xwe ji Çiyayê Agirî digre. Navê bajar yê herî kevn bi farisî "Kuhî Nûr" yanî çiyayê Nûr bû. Ararat jî navek wî yê herî kevn e. Bi zimanê Ermenî " Masîs", bi zimanê erebî jî jê re "Cebel el Haris (Agirî ya mezin) û Cebel el Havayrîs (Agirî ya biçûk) dihat gotin. Navê bajêr bi kurdî Agirî ye (ji ber ku çiyayê Agirî berê volkanek bû Kurdan jê re Agirî digotin). Nav ji alî tirkan ve wek "Ağrı" hatiye guhertin.

Bajarê Agirî ji çend bajaran yek e ku bi destê gelê kurd ve hatiye avakirin. navê vî bajarî yê herî kevn jî mîna navê agir î kurdî ye. navê agiriyê yê herî kevn Şarbilax e. wateya şarbilax ê ev e: Şar (bajar) bilax (cîhê avî, an jî çavkaniya avê) dema şar û bilax têne ba hev, dibe dibe çavkaniya ava bajêr.

 Taxên Agiriyê

Li jêrê navên Kurdî ango navên ku berê û niha nava gel de têne karanîn û navên devletê dana taxan hene navên di nava kevanê (parantez) da ne, navên nû ne. ew navan devleta tirk dana wan taxan

  • Dîyarbekir an jî Taxa Hepsê (yüzüncüyil mah)
  • Tolhildan (Abide mah)(Di serhildanên Agirî de Kurda gelek balefirên tirka hanîbûne xwarê, boy çar pîlotên tirk li vê taxê de bîrdarî (anit) hatiye çêkirin, ji ber wê kurda wê derê re gotiye tolhildan
  • Seîdê Kurdî (alpaslan mah)
  • Gûtî (Fatih Mah)
  • Kaniya Şor (Cumhuriyet Mah)
  • Şako (Firat)
  • Xana Almastê (Hürriyet Mah)
  • Teyyare (Kazim Karabekir mah) (di dema serhildanên Agirî (1926-1932) de balefirên tirka vê derê rabûne ji ber wê gel gotiye Teyyare)
  • Cumikan (Kurtuluş Mah)
  • Kaniya Leglegê (Leylekpinar mah)
  • Pira Keştî (Mehmet Akif Ersoy mah)
  • Mûrad (Murat mah)
  • Kibo , Gibo (Sıtkiye mah)
  • Bostano , Erdbostan (Yavuz mah)
  • Bilîs , Bedlîs (Gazi mah)

 Dîrok

 Kronolojî

Berî Îsa (Zayîn)

  • 1340- 1200 Dema hûriyan
  • 1200- 600 Medeniyeta Ûrartûyan
  • 331 Dema Mekodoniyan

Pishtî Îsa(Zayîn)

  • 339 Dema Bîzansiyan
  • 750 Dema Ebasiyan
  • 1102 Dema Selçûkiyan
  • 1514 Dema Osmaniyan

 Erdnîgarî

Bajar di nav paralelên 39° - 05´ û 40°- 07´ bakûr û merîdyenên 42°-20´ û 44°- 30´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Qersê, li rojava bi Erziromê, li bakûrê rojava bi Bîtlîs û Wan û li rojhilat jî bi hudûdê bajarê Mako ve tê girêdan.

 Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erdê bajar 11066 km2 ye. Şiklê erda bajêr % 46 wê ji çayir û merayan,% 3 ji golan, % 25 desht û zozanan û %25 wê jî ji çiya û zinaran pêk tê. Li heremê genim, ceh, kixsên shekir û keten tên çandin.

 Av ûhewa

Li heremê klîmek reshayî hukum dike. Bajarek herî sar ji yên Kurdistanê ye. Salê şeş mehan berf li erdê ye. Dawiya meha nîsanê berf destpêdike dihele. Havînan jî herêm hênik derbas dibe.

 Deşt û Zozan

Deşta Zêdkan û Qerekose yên herî mezin in li herêmê (341m2), deştek din jî "Deşta Patnos û Giyadînê" ye. Bilindbûna zozanên herêmê digîhîjên heta 2000 m yî. Li wan zozanan "kanî" yên ku ava wan cemîdî û çayirên şîn jî hene.Ji zozanên Agirîyê yên herî bi nav û deng jî zozana Sînegê ye. Devîdevî sêsed û çarsed êl lê datînin. Hewa vê zozanê pir xweş e. Li vê zozanê herî zef pez tên xweyîkirin, lêbelê ligel wê dewarjî tên xwedîkirin. Gola sînegê jî gelekîmezin e û gel jê giha diçine.

 Çiya

Çiyayê herî bilind ê Kurdistanê li Agirî yê ye. Çiyayê Hama (3243m), Çiyayê Kosedax (3433m), Tendûrek (3542m), Agiriya biçûk (3925m), Agiriya Mezin (5137m).çiyayê zore(3573m) Çiyayê Agiriya mezin, çiyayê herî bilind yê Kurdistanê ye.

 Çem û gol

Çemê herî mezin ê herêmê, çemê Mûradê ye. Wekî din çemê biçûk jî li heremê peyde dibin. Hinek ji wan ev in; Şêriyan, Zêdkan, Gelûtan. Li herêmê du golên biçuk jî hene.Gola Masiyan (Balixgol) û Saz.

 Gola Masiyan

Gola Masiyan (bi tirkî: Balık Gölü), 60 kîlometre li aliyê bakurê rojavayê navçeya Bazîdê a ku li Agiriyê ve ye. Bilindahiya wê ya ji deryayê 2.245 metre ye, qada wê 34 kîlometrekare û yek ji cureyên golê ku ji benda lawê çêbûye ye.[1]

 Ragihandin

Gola Masiyan yek ji cihên turîstîk û seyranê ye. mirov dikare du rêyan xwe bighîne golê. Riya herî kurt a diçe golê riya Avkevirê a 27 km ye. Ev riya 27 km ye bi rêya Bazîdê a 60 km temam dibe. Li dora Golê saziyên mêvanxaneyan ên ku di sala 1985'an de hatiye avakirin û xizmetê didin gel hene. Ava vexwarinê ya navçeya Bazîdê ji vê golê tê.

 Babetên heywanan

Li Agirî nifûsek pir bilind bi xwedîkirina heywanan mijûl dibin. Ji bilî heywanên kedî li heremê li çayir û golan ordekên kovî, qaz, kew û li alî çiya jî gur û rûvî peyde dibin.

 Qezayên parêzgeha Agiriyê

  • Qerekose (qeza) (tr: Ağrı): Qerekose an Qerekilîse, Çemê Çeto, Zîro
  • Giyadîn (qeza) (tr: Diyadin): Giyadîn an Gîhadîn
  • Bazîd (qeza) (tr: Bayazıt): Bazîd, Mûsûn
  • Zêdikan (qeza) (tr: Eleşkirt): Zêdikan, Dahar (Xalyaz)
  • Xamûr (qeza) (tr: Hamur): Xamûran jî Hewaran
  • Panos (qeza) (tr: Patnos): Panos, Dedelî, Sultan Mût, Sarîsû
  • Avkevir (qeza) (tr: Taşlıçay): Avkevir
  • Dûtax (qeza) (tr: Tutak): Dûtax

 Nifus (1997) û navçeyên bajar

  • Navend 106695
  • Gihadîn (Diyadîn); Nifûs 37410 , pîvana erdê 1274 km² ye. Li rojhilatê bajar e.
  • Bazîd (Dogubeyazid) ; Nifûsa wî bi qasî 92.000 kesî ye, panahiya erdê wî 2.383 km² ye. Navçe 93 km li rojhilatê Agiriyê ye. Gora Ahmedê Xanî li vir e.
  • Pakrewan an jî Zêdkan (Eleşkirt) ; Nifûs 39061, pîvana erdê 1559 km² ye. 34 km li rojava yê bajar e.
  • Hewaran an jî Xamûr (Hamur); Nifûs 20738, pîvana erdê 898 km² ye. 15 km li bashûrê bajar e.
  • Panos Patnos; Nifûs 119958, pivana erdê 1421 km² ye. 82 km li bashûrê bajar e.
  • Avkevir (Taşliçay) Nifûs 19606, pîvana erdê 798 km ² ye. Navçe 32 km dûr ji agirî li ser rêya Erzirom - îranê ye
  • Dutax (Tutak) Nifûs 30594, pîvana erdê 1562 km² ye. 43 km ji Agirî dûr e.

Tevayî ya nifûsa herêmê (tevli gundan) 466059 e. Pir nifusekî giran ji bajarên din koc kirin hatin.(neziki 500.000 mirov bajaren din jiyan dikin)

 Aborî

 Ciyên turîstîk û germavên herêmê

Ji welatên cuda cuda her sal pir turîst tên herêmê ji bo ku hilkishin ser Çiyayê Agirî. Qesra Îsaq Paşa jî ciyek e ku ji alî turîstan ve tê ziyaret kirin. Tirba Ahmedê Xanî jî li navça Bazîdê ye û ji alî kurdan ve tê ziyaret kirin. Germavên Giyadîn û Dambat jî ciyên vehêsanê ne.

 Serwetên bin erdê

Li Giyadîn kukurt, li Bazîdê kevirê ponz, li Tûtaxê xwê, li Avkevirê ava maden û li Zêdkanê jî lînyît ji bin erdê derdikeve.

 Çand û huner

 Ol û civak

Nifûsa bajar tevayî musluman in, hejmara xiristiyanan pir kêm in. Piraniya nifûsê ji kurdan pêk tê, azerî jî wek ciwaka duyemîn li herêmê hene.

 Xwarênên herêmê

Xwarêna herî meşhûr "qavûrma ser sêlê" ye. Kifta "Abdigor" û "girar" e ji yek ji xwarinên mehelî ne ku li herêmê tên xwarin.

 Kincên herêmê

Zilam kefî (pûşî) didin serê xwe. îşlig û êleg (oyma) li xwe dikin, di binî de jî şalwar (qadi) li xwe dikin. Li ser şalwar kefiyek li pişta xwe girê didin. Pêlavek ku li heremê ji re dibêjin, "yemenî" û gorên bi desta çêkirî ku heta çongê dirêjin li nigê xwe dikin. Jinên Agirî fîstanek ku ji re dibêjin "entarî" li xwe dikin. Carna jî çarşefa reş li xwe dikin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî hene.

 Navdarên Bajêr

  • Süleyman Alpdoğan (Hozan Serhat)
  • Sema Yüce
  • Leyla Îşxan
  • Biroyê Heskî Têlî (Biroyê Hesikê Têlî)
  • Xalis Begê Sipkî
  • Nacî Kutlay
  • Reşîdê Baso
  • Wezîrê Eşo
  • Yilmaz Çamlibel
  • Urfan Alpaslan (Serdar Ararat)
  • Huseyîn Yilmaz
  • Îbrahîm Rojhilat
  • Cesîm Bager
  • Evdalê Zeynikê
  • Sêwî Silo
  • Şakiro
  • Dengbêj Gulê
  • Nizamettin Ariç
  • Dengbêj Nûroyê Agirî
  • Reşo Zîlan
  • Mele Mehmûdê Bazîdî
  • Kismet Yildiz
  • Dengbêj Keremê Kor
  • Yûsûf Çetîn - Şoreş (Fîlmkêş)
  • Çarnewa Silêman
  • Yildiz Gultekîn (kewê)
  • Dengbêj Nîhatê Agirî
  • Bekir Kaya (Şaredarê Wan ê)
  • Zahîr Kayan (nivîskar û helbestvan)
  • Yaşar Eroglû (Gazî û nivîskar)
  • Murad Celalî (nivîskar)
  • Kor Hisên Paşa
  • Memo Beg
  • Nadir Beg
  • Edoyê Azîzî
  • Nurettîn Basût

 Êl û Eşîrên Herêma Agirî

Rastî li navenda agiriyê û navçeyên mîna bazîd û dutaxê zêde êltî (eşîr) tune. gelek kes nizanin ji kîjan êlêne jî. lê navçeyên mîna panos , giyadîn , avkevir û Hewaran (xemûr) êltî gelekî zêde ye û gelek caran şerên di navbera êlan de jî dertên.

  • Redkî (redka)zîla
  • Kumka (kumkî)zîla
  • Kurdikan (kurdka)zîla
  • Bekirî (bekiran)zîla
  • Celalî
  • Hesesorî (milekî celaliyan e)
  • Sorî (milekî celaliyan e)
  • Sakî (milekî Celaliyan e)
  • Heyderî (heydera)
  • Birûkî (birûkan)
  • Giravî
  • Torin (torinan)zîla
  • Sipkî (sîpkan)
  • Xelesinî (milekî sîpka ye)
  • Edmankî (edmanekî)
  • Nezoyî
  • Pîlekî
  • Mikaîlî (mikaîla)
  • Hemoyî (hemoya , hemoî)
  • Meman (memanî)
  • Quricî (qurica)
  • Azîzî (azîzan)
  • Pinaşî (pinaşya)
  • Seyîda (seyîdan)
  • Bereza (berezan)

 Navên Gund û Bajarokên Bajarê Agirî

navên rastî (Kurdî) û navên Tirkî

  • Ehmedbeg (ahmetbey)
  • Axadevê Jêrê (aşağı ağadeve)
  • Aşqele (Aşkale)
  • Hecîhano (ağılbaşı)
  • Keşîşê Elîbegê (akbulgur)
  • Tûjo (akçay)
  • Dodo (altınçayır)
  • Mele osman (anakaya)
  • Kasor (arakonak)
  • Dormeliya Jêrê (aşağı drmeli)
  • Exta Jêrê (aşağı kent)
  • Kopqiranê Ecema (aşağı küpkıran)
  • Wêretega Jêrê (aşağı saklıca)
  • Darebiya Jêrê (aşağı yoldüzü)
  • Qaziyê Mirtiva , qaziyê zêtka (aslan gazi)
  • Badilya (badıllı)
  • Ava Masiya (baliksu)
  • Kanîsitrî (balkaynak)
  • Qezer (ballıbostan)
  • Keşîş (baloluk)
  • Şeko (başçavuş)
  • Exta Jorê (başkent)
  • KanîSpî (beşbulak)
  • Kanîsor (beşiktepe)
  • Bezirxane (bezirhane)
  • Bilûbaşî (bölükbaşı)
  • Xanereşk (boztoprak)
  • Sofyan (çakıroba)
  • Çamûrlî (çamurlu)
  • Çata elî paşa (çatalipaşa)
  • Qasê (çayırköy)
  • Goma Dawo (çoban beyi)
  • Hêliksan (çukuralan)
  • Yekmal (çukurçayır)
  • ÇemêÇeto (cumaçay)
  • Dede Mexsût (dedemaksut)
  • Girekol (doğutepe)
  • Elomilo (dönerdere)
  • Gezgez (Gezgezik) (dumanlı)
  • Zado (eğribelen)
  • Navîk (eliaçık)
  • Botî (esenköy)
  • Boşîk (yolugüzel)
  • Oncelî (yoncalı)
  • Birûkan (özbaşı)
  • Qerenewê (özveren)
  • Sabûncî (sabuncu)
  • Kevirê Kerr (sağırtaş)
  • Sarê (sarıca)
  • Poxana (sarıdoğan)
  • Açme (sarı harman)
  • Kevirê Gezo (Sarıtaş)
  • Soxana (soğanköy)
  • Qere cehennem (söğütlü)
  • Demizxan (suçatağı)
  • Hemzikan (taştekne)
  • Qisqanca (taypınar)
  • Cimka (tellipınar)
  • Amad (tezeren)
  • Curuh (uçarkaya)
  • Ûzinmalî (uzunveli)
  • Şêrwêran (yakınca)
  • Abûzer (yalnızkonak)
  • Babî (yaylaköy)
  • Yaçî (yazıcı)
  • Mengeser (yazılı)
  • Yixnîtape (yığıntepe)
  • Gijmînik(Gijmiik) (yorgun söğüt)
  • Dormeliyê Jorê(Dormeliya Jorîn) (yukarı dürmeli)
  • Kopqiranê Eyup Paşa(Kobqirana Jorîn) (yukarı küpkıran)
  • Abûzeyitê Jorê (yukarı pamuktaş)
  • Wêretega Jorê (yukarı saklıca)
  • Darebiyê Jorê (yukarı yoldüzü)
  • Mîrenga (yurtpınar)
  • Fêra (ziyaret)
  • Gevirgewrk (eskiharman)
  • Gerger (geçitalan)
  • Sirdo (gümüşyazı)
  • Xerbegul (güneysu)
  • Ezraîl (güvendik)
  • Şebo (güvenli)
  • HecîSefer (hacısefer)
  • Qerê (hanoba)
  • Xidir (hıdır)
  • Qelender (kalender)
  • Qeresû (karasu)
  • Walîerep (kavacık)
  • Qewax (kavakköy)
  • Qeyabeg (kayabey)
  • Qazî (kazlı)
  • Kevirgewrk (kocataş)
  • Gundik (koçbaşı)
  • Bavina (konuktepe)
  • Hecîdodo (kovancık)
  • Cimka (kumlugeçit)
  • Rebena (mollaali)
  • Gomik (mollaosman)
  • Zîro (murat)
  • Mûratxan (murathan)
  • Korko (oğlaklı)
  • Extê (ortakent)
  • Qoto (ortayokuş)
  • Mezra(Mezre) (otlubayır)
  • Êranos (ozanlar)
Bugün 7 ziyaretçi (36 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol