.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Tunceli

Dêrsim (herêm)

Dêrsim herêmeke bakurê Kurdistanê ye. Hemû gelê Dêrsimê kurd in, li bakurê û nava Dersimê kirmanckî tê axaftin, li başûrê Dêrsimê kurmancî tê axaftin. Di navînê vê herêmê de bajarê Mamekî (bi tirkî: Tunceli) heye. Di dîrokê de Dêrsim ji başûrê Erzinganê dest pê dike, li rojava digihijê Sêwasê, li rojhilat cîranê Mûş û Bîngolê ye, li başûrê Dêrsîmê sînorên Amed û Elezîzê dest pê dikin. Li Dêrsimê bi piranî kirmanckî (zazakî, dimilî) tê axaftin, lê ji bilî dimilî, kurmancî jî tê bikaranîn. Piraniya gelê Dêrsimê elewî ne.

 Nav

Ji ber madenên herêmê navê Dêrsimê ji gotina (Der- sim: deriyê sim yan jî ziv) tê. Dema serhildana Dêrsimê de, hereketa eskeri ya tirkan bi navê Tunceli li dijî kurdan dest bi şer kirin. Navê bajar jî wek Tunceli ji alî tirkan ve wê demê hatiye guhertin. Hinek kes ji bajarê heremê re Kalan jî dibêjin.

 Dîrok

 Kronolojî

Berî Îsa(zayîn)

  • 1200 - 612 Dema Mushkiyan
  • 612 - 550 Dema Medan
  • 332 Dema Mekedoniyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 17 - 395 Dema Romayiyan
  • 395 Dema Bîzansiyan
  • 639 Dema Ereban
  • 648 Dema Bîzansiyan ya duyemîn
  • 651 Dema Ereban duyemîn
  • 699 Dema Bîzansiyan ya sêyemîn
  • 1226 Dema Selçûkiyan
  • 1243 Dema Moxoliyan
  • 1373 Dema Osmaniyan
  • Adar 1916 Serhildana Dersim ya yekemîn
  • Adar 1921 Serhildana Koçkirî
  • 1937 Serhildan Dersim ya duyemîn
  • 30 Hêzîran 1996 Çalakiya Zîlan

 Erdnîgarî

Mûnzir

 Avhewa

Li herêmê avhewayeke reşayî heye. Havînan kin û hênik lê zivistanan sar û dirêj derbas dibe.

 Çiyayên herêmê

Mûnzir (3.071 m), Kirklar (2.033 m), Topatan (2.234 m), Karaoğlan (2.422 m) û Yilandax (2.950 m)

Deşt, zozan û gelî

Deşta Zerenik: 1.350 m ji behrê di navbera çiyayê Munzir û Çemê munzirê de ye li Zerenikê bilind e.

Gelyê Mizûr/Mûnzir: Ji Çiyayê Mizûr/Mûnzir dest pê dike heta Gola Kebanê dirêj dibe. Geliye Pilemorî û Perê jî geliyên din ên herêmê ne.

 Çem û gol

Çemê Pêrê; şaxek çemê Miradê ye ji Çiyayên Şeytên li Çewligê dest pêdike diherike gola bendava Kebanê.

Çemê Mizûr/Mûnzir; Ji çiyayên Mizûr/Mûnzûr dest pêdike û diherike gola Kebanê. Çemê Pilemorî jî shaxê çemê Munzûrê ye.

Gola bendava Kebanê dikeve hundirê hudûtên Dersimê jî. Li ser çiyayan hinek golên biçûk jî peyde dibin. Gola Kebanê heta binê pira Mêzgirê tê.

 Babetên heywanan

Herêm ji alî heywanên kovî û çiyayî pir dewlemend e. Kûze, darbir (semasî), ruvî, keroşk, bizin û pez kovî, qertel, gur, baz, kew yên herî pirin ku peyde dibin. Li herêmê nêçira heywanan bi qanûnan tê kirin.

 Aborî

 Serwetên bin erdê

Li hêla Zerenikê, sifir, asbest, xwê û mangenez hatiye dîtên. Li Pilemorî jî krom, manganez, ji bin erdê dertê.

 Cîhên turîstîk, tarîx û gerê

Germavên herêmê: Haçik (Mamekiye), Mêzgir, Harik (Qisle)

Geliya Mûnzûr ji bo gerê û Seyranan ji alî tabiatê ve pir musaitt e. Kela Pêrtagê jî ji alî gel ve tê ziyaret kirin

 Çand û huner

Hemû gelê Dêrsimê kurd e. Piranî kirmanckî (dimilî/zazakî) qise dikin. Lê jî pir kurmancî qise dikin. Dêrsim bajarekî Elewî ye.

 Ol û civak

Piraniya nifûsa herêmê ji kurdên zaza pêk tê. Ji aliyê olî ve piraniya gelê herêmê ji elewiyan pêk tê, lê muslumanên sunnî jî li herêmê hene.

 Kincên herêmê

Jinên herêmê etegek ku jê re dibêjin "Pêshî" û bi serde ji îshligek li xwe dikin. Li pishta xwe kefiyek û bi ser kefiyê de jî sherîdek rengîn ku jê re dibêjin "Kejik" girê didin. Di nigan de qonderên Qapikbilind û gorên hirî tê li xwe kirin. Keçên ciwan sharpe yên tul, jinên pîr jî yên hevreshim û rengtarî didin serê xwe.

Şalwar, îşlik û çakêt kincên herêmî yên zilaman e. Sê newên goran yên zilaman heye "galik (bi çarox tê li xwe kirin)" , dîzleme (heta ser çongê dirêj e)" û "konçî"

 Xwarênên herêmê

Lop kifte: Ji arvanê nîsk û cûlbant ( beqleyek) tê çêkirin. Nîsk û cûlbant tevlihev dibe û tê shilkirin, pivaz û baxdenosa hurkirî dikeve navê. SHiklê rûlo tê dayîn û tê kelandin, pishtre rûnê sorkirî bi îsota sor bi ser tê reshandin û tê xwarin.

Bastêq, dims, penirê tulim jî li herêmê pir tên xwarin. Nan li ser sêlê tê çêkirin.

 Navdarên Dêrsimê

  • Seyid Riza
  • M. Nûrî Dersîmî
  • Alî Haydar Kaytan
  • Kemal Burkay
  • Mazlum Doğan
  • Bêrîtan
  • Zîlan
  • Dr. Baran (Muslim Dursun)
  • Şiyar
Bugün 9 ziyaretçi (47 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol