Batman
Êlih
Navçeya Êlihê Batman |
|
Ji gundê Aqûba Êlihê
|
|
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Serbajar | Êlih |
Hejmara bajarokan | 2 bajarok |
Hejmara gundan | 31 gund |
Gelhe (2008) | 324.402[1] kes |
Rûerd | 564 km2 |
Berbelavî | 575,2 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Koordînat | 37°53′0″Bk 41°7′40″Rh / 37.883333°Bk 41.12778°Rh |
Gelhe (2008) | 298.342 kes |
Bilindayî | 575 m |
Koda postayê | 72000 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
Êlih
|
Êlih anku Êliḧ (bi tirkî: Batman) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.
Navê bajêr ê kevn Êlih e. Di sala 1957an de navê bajar bûye "Batman".
Dîrok
Kronolojiya bajêr
Berî Îsa (zayîn)
- 800 - 612 dema Asûriyan
- 612 - 550 Imparatoriya Med
Piştî Îsa (zayîn)
- 350 Dema Mekedoniyan
- 700 Dema Ereban
- 927 Dema Bîzansiyan
- 1107 Dema Selçukiyan
- 1243 dema Mogolan
- 1514 Dema Osmaniyan
- 1894 Serhildana Sasonê li dijî Osmaniyan
Erdnîgar
Cihên erdnîgarî û sînorên bajêr
Bajar di nav parelelên 42° 54´ û 40° 59´ bakûr û merîdiyenên 38° 34´ û 37° 22´ rojhilat de ye. Bajar li bakûr bi Bidlîs û Mûşê, li rojhilat bi Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê û li rojava jî bi Amedê hatiye dorpêçkirin.
Taybetiyên erda bajêr
Erda herêmê ji %75,7 ji çiyayan pêk tê. Zozan û deşt ji % 24,3 e. Ji wî erdî ji % 91,7'ê wî ji bo çandiniyê tê bikaranîn. Li herêmê bi tenê nîsk,genim, tûtin, pembo, tirî û zebeş, pîvaz, tên çandin. Gwîz, berrû, incaz, beîv, hîjîr û wez jî li wêre tên şitlandin.
Avûhewa
Li herêmê avhewaya reşahiyê serdest e. Havînan germ û zuha, zivistanan jî sar û berf û payîz baranî derbas dibe.
Çiyayên herêmê
Sason (2.973 m), Zupser (2.044 m), Raman (1.263 m)
Deşt û zozanên herêmê
Deşta Batmanê (10.000 ha), Deşta Qubînê (dirêjahî 15-20 km, firehî 2-3 km ye).
Geliyê Çemê Batmanê û qismek ji geliyê Çemê Dîcle, geliyên herî mezinên li herêmê ne.
Çem û gol
Gol li herêmê tune ne. Çemê Batmane û Dicle yên herî mezin ên ku li herêmê diherikin in. Çemê Xerzan jî dikeve nav sînorên bajêr.
Cureyên heywanan
Xwedîkirina heywanên kedî mijûliyeteke mezin e li herêmê. Li herêmê heywanên kovî, wekî rovî, kew, kîvroşk û gur jî peyde dibin.
Binerdên bajêr
Li Qubînê, li Çiyayê Ramanê petrol derdikeve. Wekî din li herêmê xwê, krom, asfalt û sifir jî ji bin erdê derdikeve.
Ciyên turîstîk, tarîxî û gerê
Kela Hezoyê û bajarê Heskîfê ciyên gerê yên ji bo turîstan e.
Çand û huner
Ol û civak
Piraniya nifûsê ji misilmanan pêk tê. Li gundên li dora Qubînê êzîdî gelheyeke mezin dinimînin. Xiristiyan pir kêm li herêmê peyde dibin. Piraniya gelheyê ji kurdan pêk tê. Van salên dawî bi saya rafînera petrolê tirk jî li herêmê bi cih bûne. Ereb û suryanî jî civakên din ên herêmê ne.
Xwarênên herêmê
Keşkek, biryan, kifta bi mast û "Kitel" xwarinên herî naskirîne ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmê
Şelwar ji alî zilaman ve tê li xwe kirin. Bi ser de îşligek ku milê wî dirêj û nexş kirî (celehu) tê li xwe kirin. Di nigan de gorên ji hirî çêkirî û pêlavên ku ji re dibêjin "reşik" hene.
Jinên herêmê fîstanên hevreşim yên rengîn ku dibiriqîn li xwe dikin. Şelwarek fireh û gorên ji hirî li xwe dikin. Kefî yan jî puşî jî didin serê xwe. Pêlavên lastîk yan jî çarox ji li nigên xwe dikin.
Li heremê kincên modern ji, bi taybetî wan salên dawî tên li xwe kirin.