.
Türk Kürt Kardestir
                        türk bayrağı resimleri 

 


      

can-welat

Malatya

Meledî

Navçeya Melediyê
Malatya
44 malatya panorama.JPG
Bajarê Melediyê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Meledî
Serbajar Meledî

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 10 bajarok
Hejmara gundan 44 gund

Gelhe (2009) 456.813[1] kes
Rûerd 922 km2
Berbelavî 495,46 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 38°21′6″Bk 38°18′53″Rh / 38.35167°Bk 38.31472°Rh / 38.35167; 38.31472
Gelhe (2009) 388.590 kes
Bilindayî 960 m
Koda postayê 44 xxx
Koda telefonê (+90) 422
Meledî is located in Tirkiye
Meledî
 

Meledî (bi tirkî, Malatya) bajarekî bakûrê Kurdistanê ye.

Tabloya Naverokê

 [veşêre
  • 1 Nav
  • 2 Kronolojiya bajêr
  • 3 Erdnîgarî
    • 3.1 Avûhewa
    • 3.2 Çiyayên herêmê
    • 3.3 Deşt, zozan û gelî
    • 3.4 Çem û Gol
  • 4 Babetên heywanan
  • 5 Nifûs û navçeyên bajêr (1997)
  • 6 Aborî
    • 6.1 Serwetên bin erdê
    • 6.2 Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
  • 7 Çand û huner
    • 7.1 Ol û Civak
    • 7.2 Xwarênên herêmê
    • 7.3 Kincên herêmê
  • 8 Navdarên bajar
  • 9 Girêdanên derve
  • 10 Çavkanî

 Nav

Navê bajar di çavkaniyên asurî û urartiyan de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema romayiyan de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wek Meletî, Meladya û Malatya hatiye guhertin.

 Kronolojiya bajêr

Berî Îsa (zayîn)

  • 1650 - 1200 Dema Hîtîtiyan
  • 1100 - 824 Dema asûriyan
  • 804 - 743 Dema Urartiyan
  • 743 - 612 dema Asûriyan (II)
  • 612 - 550 Dema Medan
  • 550 - 331 Dema Persan
  • 66 Dema Romayiyan

Piştî Îsa (zayîn)

  • 385 Dema Bîzansiyan
  • 656 Dema Ereban
  • 740 1095 Bajar di navbera Ereb û Bizansiyan pir caran dest diguhere.
  • 1095 Dema Selçûkiyan
  • 1399 Dema Osmaniyan

 Erdnîgarî

 Avûhewa

Li herêmê îklîmek reshayî heye. Zivistanan sar , havînan jî germ û zuha derbas dibe. Li hila deshta Melediyê îklîmek wek Behrasipî (zivistanan hênik) jî hukum dike.

 Çiyayên herêmê

Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e (2.545 m). Bilindbûna Çiyayê Derbentê jî 2.428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2.140 m), Gayrik (2.306 m )

 Deşt, zozan û gelî

Deşta Melediyê: di navbera geliya Toxma û Firatê de ye. Mezinbûna wî 830 km² ye.

Deştên Îzoliyan: ji deshtên ku li dora çemên Feradê kom bûne pêk tên.

Geliya Firatê (li dora çemê Firatê) ye, Geliya Toxma jî li dora çemê Toxma yê ye.

 Çem û Gol

Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav hudûdên herêmê de diherêkin..

Çemê Firat: ji gola Kebanê dertê. Çemê herî dirêj ê Kurdistanê ye. Di nav sê welatan de diherêke û dikeve behra Basrayê.

Çemê Toxma: ji çiyayê taxtali dertê û li deşta Melediyê yê bi Firatê ve xwe girê dide.

Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.

 Babetên heywanan

Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek werdek, qaz, kew, leglek, qertel û baz. Li herêmê gur, rûvî, keroşk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.

 Nifûs û navçeyên bajêr (1997)

  • Meledî (navend) (bi tirkî, Malatya), 465.807 rûniştvan
  • Arga (Akçadağ), 42.313
  • Arabkîr an Erebgir (Arapkir), 17.346
  • Erxewan (Arguvan), 9.923
  • Melediya kevn (Battalgazi), 26.059
  • Darende (dûgela Tirk ev nav neguhertiye), 42.635
  • Muhacîr an Wêranşar (Doğanşehir), 54.529
  • Keferdîz Doxanyol (Doğanyol), 9.606
  • Hekîm Xan, Hekimxan an Patrîkxan (Hekimhan), 39.017
  • Qale an Îzolî (Kale), 8.042
  • Aywalî an Tirsekan (Kuluncak), 16.326
  • Şîro (Pötürge), 25.100
  • Fethiye an Yazixan (Yazıhan), 17.929
  • Çermiktî, Îsmet Paşa an Çirmik (Yeşilyurt), 40.471

Tevayiya nifûsa herêmê (tevlî gundan) 815.105 e.

Aborî

 Serwetên bin erdê

Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.

 Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê

Li herêmê şînahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde, Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Ciyên dîrokî wek girên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Melediyê û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

 Çand û huner

 Ol û Civak

Nifûs musluman in û ji elewî û sunniyan pêk tê. Di nav gel de li cem sunniyan şêxîtî û li cem elewiyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Nifûsa herêmê ji kurd û tirkan pêk tê.

 Xwarênên herêmê

Kîlîmek ji herêma Melediyê

Kaxiz kebab bi balîcan: di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goştê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 saet tê kelandin û bi nanê loş tê xwarin.

 Kincên herêmê

Jinên herêmê li hinek deveran çarshefa resh li xwe dikin. Carna jî pêshtemalek ku jê re dibêjin "bervanik" li serê xwe girê didin. Ji sharpa keçên ciwan re dibêjin "çinko". Di hundirê çarshefêde kincek ku jê re dibêjin "zibûn" û di binî de jî shalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigande hene.

Zilam kum didin serê xwe. Di ser şalwar de jî îşlik û êlek li xwe dikin.

 Navdarên bajar

  • Abdullah Cewdet, siyasetmedar
  • Turgut Özal, siyasetmedar, serokkomarê berê yê Tirkiyê
  • İsmet İnönü, duyemîn kesê navdar ê Komara Tirkiyê
  • Hrant Dink, rojnamevanê ku bi eslê xwe ermenî
  • Ahmet Kaya, hozan
  • Ayse Polat, derhênera alman
  • Belkıs Akkale, stranbêj
  • Gregoryûs Bar Hebraeûs, oldarê mezin ê Dêra Ortodoks a Sûrî
  • İlyas Salman, aktorê kînoya (sînemaya) Tirkiyê
  • Kemal Sunal, aktorê kînoyê
  • Kenan Işık, aktor
  • Mehmet Ali Ağca, sûcdarê sûîkasta Papa
Bugün 8 ziyaretçi (41 klik) kişi burdaydı!

 
 Tam boyutlu görseli göster

Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol